Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
01.02.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê - tirşik
01.02.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê
(8) (0) (9)
di mijarê de bigere

21. heta vê deqê 14 kes bûn nivîskar. (bnr: yetmez ama evet)



01.02.2014 21:51 | simurg56

22. wÊ her nefs tirşikÊ tam bike *



01.02.2014 22:08 | por gijik

23. çalakiya ku ji hêviyên min zêdetir deng veda. bû sedema qeydbûna 14 nivîskarên nû. mixabin neket lîsteya tt'yan lê têra xwe aktîf bû.

li hêlekê hinekan dipirsiyan ka tirşik çi ye û ev hewar ji bo çi ye.

li hêlekê hinek tirîikvanên kevin şîfreya xwe dixirsiyan

li hêlekê hinekan bi tirkî piştgirî didan vê serhildana kurdî û hwd.

baş bû yanî. xwedê ji yên piştgirî dane, razî be.



01.02.2014 22:53 | simurg56

24. li gorî îstatîstîkan vê kampanyayê de bi qasê 400 tweet hatine avêtin, 81 endamên twitterê piştgirî dane û hejmara giştî ya şopînerên van nivîskaran nêzikî 86.000 bûye.



01.02.2014 23:09 | simurg56

25. bi ya min ev kampanya divê hefteyekî bibe.. eger rojek tenê bibe pirr baş nakeve binehêşê kurdan, ger ku hefteyek bidome baş cih digire ez ê 7 roj belav bikim



01.02.2014 23:40 | ferhenga şikestî

26. kampanyaya ku dikare her heftî were lidarxistin *

ez bawer im xêra vê kampanyayê haya gelek kesan ji tirşikê çêbû û heta niha 22 nivîskarên nû tevlî me bûn. hêvîdar im ev nivîskarên nû mayînde bin û herdem aktîf bin.

lê xwezî em zêdetir biorganîze bûbûyan. yanê divê em ji kesên navdar re bêjin ku tweetên di derbarê tirşikê de biavêjin. ev yek gelek baş dibe û ji xeynî wê nivîskarên tirşikê zêde ne online bûn * bawerke herî 5-6 nivîskar li wir bûn. belkî heta careke din, em bihêztir vegerin twitterê ..



02.02.2014 00:41 | brusk56

27. kampanyaya ku ji nişkê ve min xwe di nav de dît.. mîratê min zanibûya min ê amadekariyek baş kiribûya û tweetên balkêştir avêjtibûna.. lê nebû nesîb, neyse ez hêvî dikim ku di siberojê de kampanyayên xurttir bên lidarxistin û bi saya serê kampanyayên wihareng zêdetir nivîskar li tirşikê bihesilin..



02.02.2014 19:15 | endazer

28. miqarne heye miqarne?



02.02.2014 20:48 | maro

29. ez bawer im serkeftî ye. di nava 2 rojan de li tirşikê 26 nivîskar qeyd bûne. aqîbet serê kampanyayên din...



03.02.2014 21:44 | simurg56