20. hunermendekî hêjaye |
|
08.05.2020 21:27 |
hak buddy
|
21. ji ên ku ahmet kaya ji bîr kiribin hunermendekî hêja ye. |
|
09.05.2020 04:41 |
giyanstêr
|
22. Mirovek di navberê de mayî ye. Ji ber mêtîngehkarî û asîmîlasyona ser kurdan gelek kurd di navebeyna kurdbûn û tirkbûnê de li cihek ecêb mane. Ne dikarin bibin tirk, ne dibin kurd; naxwazin dest ji populerî w derfetên tirkiyeyî berdin, lê nikarin xwe bi temamî ji rastîyên xwe dûrbêxin jî. asta zanîn û qabîlîyetên wan çend be, çi hunermend çi karker be, evên wiha di jiyanê de rastî bertekên dişibin hev tên. |
|
09.05.2020 11:20 |
hespêsor
|
23. Meriv dibê qey dilê wî heye hinek bibe meriv, ziviriye ji hinek kerîtîyan, lê hê jî rê jê re heye. |
|
09.05.2020 12:07 |
afa
|
24. Ew kes e ku fîlmên tirkî yên li ser kurdan hatine honandin bi butçeyek qerase derdihênîne. Fîlmên wî ji aliyê teknîkî ve gelek pêşketî û bikalîte ne lê naverok pênc pere nake. |
|
09.05.2020 12:18 |
xelîl
|
25. ê ku van demên dawî de, tweetên gelek mûxalîf dinivîse bi wêrekî. |
|
09.05.2020 19:39 |
brusk56
|
26. derhênerê ku di fîlma xwe de zarokek nivîşkan dabû lîstandin û perê wî zaroka guneh nedabû. |
|
10.05.2020 01:02 |
roberz
|
27. Kesê ku derê serê çiya jî dê kêfa min jêre neyê û dê stranên wî nekevin lîsteya muzîkên min. Dema zext û zordarî li ser kurda bû kesên deng dernexistin û piştgiriya mêtînger û dagirkeran kirin heke di demên sebestî û têkçûna partiyên wan de rabin çend gotina bikin û çend tiwîtan biavêjin dê qirediya wan li ba min zêde nebe. Dema ahmet kaya li nava stranbêjê tirkan rabû û gote ez kurd im û jiber vê çendê ezê stranên bi kurdî bixwînim û biweşînim. Îja ew stranbêjê dagirker xwe dirêjî wî kirin û sixêfa li ahmet kaya kirin. Paşê jî giş tevde çûn li ser dikê û strana "10. Yil marşi" xwendin û digotin emê vî welatî nedin parçe kirin, ev mehso li ku bû. Çima dengê xwe nekir? çima pişta ehmedo negirt? Belê dema bersivê van pirsa da û ez wî mafdar bibînim dê girê min yê li hemberê wî piçek kêm bibe lê hezkirin nakeve serê min. Ji ber ku ew jî bûye yek ji kesên mêtingerê çanda kurdî, bi dehan stranê esil kurdî kiriye malê tirkî. Çanda kurdî herifandiye û bişaftinê şêrîn daye xwuya kirin. |
|
10.05.2020 01:39 |
tîrêj zana 21
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |