Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
nivîskarên nanivîsin - tirşik
nivîskarên nanivîsin
(10) (1) (5)
di mijarê de bigere

1. hinek ji van camêran naxwînin jî. ji ber ku di panelê de qet weke girêdayî (online) xuya nakin. helbet ew ê jî rojekê binivîsin, îşallah yanî wisa hêvî dikim, gelo û belkî?

(bnr: nivîskarên nanivîsin lê dixwînin)



29.06.2013 13:31 | simurg56

2. ma wextê nanivîsin çima navê wan nivîskar in, bêjin wan; nivîsbar, ji ber ku nivîs ji bo wan bar e.



29.06.2013 13:58 | azadixwaz

3. reklam û reklam.. hê jî haya gelek kesên kurdîaxêv û kurdînûs ji vê ferhengê nîne.. wekê din ji xwe ne mimkun e heçiyê bibe nivîskar tim û daîm di ferhengê de binivîse..



29.06.2013 14:13 | endazer

4. hejmara nivîskaran gihiştiye 93'an lê hê jî hejmara nivîskarên ku bi aktîvî dinivîsin ji 10'an nebihurîye..



(bnr: ticari bekleme yapma)



09.07.2013 18:34 | endazer

5. Dema hînbûnê heye gava ku ev dem derbas nabe tam xwe amede nahesibînin ku binivîsin.yek jî hevalno tê bîra min di destpêka nivîsîna kurdiya min gelek dereng bû .bi vï zimanî nivîsina tiştekê ne ew qas hêsan e dem lazim e xwendin lazim e şopandin lazim e ku bigihêj e asta nivîsina tiştekê.Oxford hebûbû em neçûbûn!!



09.07.2013 18:56 | fizikzan

6. ev ew nivîskar in ku dema ew jî nenivîsin wê tirşika me bêtam be.

(bnr: tehl û tirş û kêmşekir)



24.07.2013 11:59 | simurg56

7. ez dibêm qey divê êdî yeko yeko em navê van nivîskaran anons bikin.. belkî hingî bi xwe bihesin û ji xewa xeflet û bîxîretiyê hişyar bibin..



24.07.2013 12:30 | endazer

8. Ew namzetên nîvîskariya ferhenga tirşikê ên -ez jî tê de- ku hêj li van deran bêyî kar û xebat, wekî seyê havînê ji xwe re digerin lê nanivîsin in.



24.07.2013 12:36 | bazirgan

9. Hûn çima nanivîsin oxlim? Ma kê ji we kêm bibe...



25.07.2013 00:31 | kurdmisê

10. nivîskarên ku nivîskariya tirşikê tenê ji bo paşerojê de bifroşin standi ne ye *



25.07.2013 01:53 | brusk56

11. Hédi hédi yawaş yawaş loo *



25.07.2013 01:56 | bawermend

12. nivîskarên ku hejmara wan her ku diçe zêde dibe, ne.

hejmara nivîskaran ji 400 derbas bû lê piraniya nivîskarên me yên camêr û canik hê jî nanivîsin.

kesên ku ji bo ku binivîsin, qerta vexwendina fermî dixwazin, dikarin navnîşana xwe ya vekirî ji min re bişînin.* (bnr: navnîşana vekirî)



09.08.2013 02:05 | simurg56

13. ne nivîskar in. ku nivîskar bin em bêjine: werine sêva...



09.08.2013 11:11 | azadixwaz

14. nivîskarê ku gerek pihînek li quna wan bikeve ne.



09.08.2013 14:26 | reşkêşevê

15. dema ku binivîsin ê simê wan biweşe.



10.08.2013 01:05 | gulan

16. li gorî statîstîkên tirşikê teqrîben 600 nivîskarên tirşikê hene lê hejmara nivîskarên çalak yên rojane dinivîsin ji deh kesan nabihore.. pirraniya van nivîskarên nanivîsin li ser facebook û twitterê hevalên min in û hema bêje her daîm berdest yanî online in lê bi xwe re nabînin bên tozek xwê li vê tirşikê bikin.. ez wan hewaleyî mijara (bnr: nifirên kurdî) dikim û tiştekî din jî nabêjim..



13.09.2013 00:33 | endazer

17. kesên ku ewil divê bên haydarkirin, dû re ku hîn jî nenivîsin ji ferhengê bên avêtin. em tev ji bo pêşvebirin û elimandina ziman li vir in. ji sibê heya êvarê li ser twitter, facebook, ekşi û inci û uludağ û nizam çi qûna kerê bi tirkî têra tijî kirina deh pirtûkan dinivîsin, herweha hesabên wan ê tirşik'ê jî hene lê serî li vir nadin. çavkaniya fêdiyê ne ew kes.



tu kes ji me ne pisporê bikaranîna ziman e. ez dikarim bêjim pirahiya nivîskarên li vir (ez jî nav de) ecemiyên ceribandina rêzimana kurdî ne. lê ku em li cihekî pratîk nekin dê çawa zimanê me (him axaftin, him nivîs û xwendin) pêş bikeve? ev ferheng ji bo me hemûyan derfetek zor girîng e. divê em lê xwedî derkevin û binivîsin. paşê li ser twitter'ê qala "anadil" nekin ji kerema xwe re. ewil lê xwedî derkevin.



19.10.2013 18:49 | seranser

18. (bnr: nivîskarên nanivîsin)



19.10.2013 19:01 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên tirşikê yên baş dixwînin

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî