Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
ruşen çakır - tirşik
ruşen çakır
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rojnamevanÊ tirk ê ku li hemberî serokÊ konseya rÊvebir a kck'yê birêz cemÎl bayik destÊ xwe xistîye berÎka xweye. divÊ ku pkk rî nede bÊhurmetÊ wiha u bi wan re hevpeyvînÊ pÊk neyne



02.02.2014 01:40 | por gijik

2. li gor min xistina destê xwe di berîka xwe de an jî avêtina piyekî li ser piyê dî an jî awa û cureyên runiştin û seknê di warê dîplomasiyê de nîşanên serdestî an jî bindestiyê ne..Ruşen çakir her çiqasî xwe wek insanekê mafperwer û azadîxwaz dihesibênê jî ez bawerim weke her tirkekî di rih û mejiyê wî serdestiya kolonyal heye.. Yanî li gor wî ew serdet e û kurd jî bindest in. Lazim bûya rêveberên kckê rê nedaban vê yekê.. dema serokwezîrê tirkiye bulent ecewît çûyî cem clînton, clînton li tenişta kiltoxekî runiştî bû ecevît jî li hemberî wî destê xwe bada bû. Ev wêne (http://www.taraf.com.tr/haber/akp-nin-ecevit-li-secim-afisine-suc-duyurusu.htm) bûbû sedema gellek nîqaşan..Lazim e mirov adet û usûlên dîplomasiyê bizanê. Lê ez bawerim ne heddê ruşen çakir e ku li hemberê serokwezîrê xwe bikaribê destê xwe bikê berîka xwe de an jî lingekê xwe biavêjê ser lingê dî..



02.02.2014 02:25 | nan û av

3. êdî di nav zimanên malpera wî ya şexsî de zimanê kurdî jî cihê xwe girtiye. hemû gotiarên wî yên ku tên weşandin li kurdî jî tên wergerandin ji vir bîbîne http://rusencakir.com/Kurden-Binxete-cima-be-xwedi-ne/2883



23.09.2014 23:48 | ceso

4. Carna tesbîtên baş dike. Yek ji wan ;



Dema daîşê êrîşên xwe li ser tevgera kurd zêde kir dewletê jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurda berê xwe ji mizakere kirinê da konsepta şer.



29.12.2016 00:41 ~01:01 | nestêle

5. ji hopaya artvînê ye. bi eslê xwe laz e. rojnamevanek girîng e. ji lîseya galatasarayê mezûn e. zanîngeha bogaziçiyê nîvço hiştiye, ango ez bawer im tu beşa zankoyê neqedandiye. di sala 1981an de, piştî darbeya leşkerî bi qasê salek û nîv, di girtîgehê de maye. di kovar û rojnameyên wek nokta, tempo, cumhuriyet, milliyet û vatanê de nivîskariyê kiriye. di tvyên weke haberturk, ntv û cnn turk de xebitiye. bi taybetî sîyaseta oldaran ji nêz ve şopandiye û li ser vê rêça sîyasetê, gelek xebatan kiriye û pirtûkan nivîsandiye.

di sala 2016an de ji habertukê hat derxistin. piştî wê, platforma bi navê medyascope ava kir ku. wê demê spana perîscope navdar bû ku bi wê mirov dikarî weşana zindî bike. Medyascopeê jî navê xwe ji wir standibû. ev 3 sal in ev platform dixebite. her wiha ji qenala xwe ya şexsî ya youtubê jî weşanê dike. hêjayî şopandinê ye.

di Medyascopeê de jî di malpera wî ya şexsî de jî, nûçeyên bi kurdî jî derdikevin. ya rastî, werger an jî binnivîsa bi kurdî ya nivîsan.

di sala 2011an de di protestoyekî dijî erdogan de mamosteyel teqawît yê bi navê metin lokumcu, ji ber bombeyên bîberê yên polîsan, emrê xwedê kiribû. ev camêr mirovê ruşen çakir bû. di weşanekî zindî de ji erdogan re behsa vê yekê kiribû û erdogan bûyerê parastibû. çakir jî gotibû "ama oldu efendim (lê belê mir, ezbenî)". li ser vê yekê erdogan bi dilekî hişk gotibû "ez nizanim! ez nizanim!" ev bûyer bû yek ji sembolên serdema akpê.




Medyascope: Here lînkê
malpera fermî: Here lînkê
youtubea medyascope: Here lînkê
Qenala wî: Here lînkê



26.04.2019 23:51 | simurg56

6. Nûçeyên kurtehefte ji alîyê Bedirhan Mûhsîn Aybar ve tê dayîn û bi zimanek zelal, nerm e û bê alî ye.

Min nûçedayîna Bedirhan gelek eciband û destê wî saxbe.



27.04.2019 00:20 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» ruşen alkar

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî