Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
hüseyin nihal atsız - tirşik
hüseyin nihal atsız
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nivîskar, helbestvan û dîrokzanek di nava 1905-1975'an de jiyaye ye. ew bi nijadperestiya xwe tê nas kirin. temîya atsız a ji lawê wî re pir navdar e. Ew temî:



Kurê min Yağmur!

Îro tu gihîşte sal û nîva xwe. Min temînameya xwe qedand, vaye radigirim. Ji te re wekî bîraniyê wêneyeka xwe dihêlim. Temiyên min bicihbîne, bibe Tirkekî baş.

Komûnîzm kargeriyeke dijmin e ji me re. Viya baş têbigihîje. Cihû dijminên dizî yên hemî neteweyan e. Rûs, Çînî, Faris, Grek dijminên me yên dîrokî ne.

Bûlxar, Alman, Îtalî, Brîtanî, Fransî, Ereb. Sirb, Xirwat, Spanyolî, Portûgalî, Romen dijminên me yên nû ne.

Japon, Efganî, Amerîkayî dijminên me yên dahatûyê (paşerojê) ne.

Ermenî, Kurd, Çerkez, Abxaz, Boşnak (Bosniyak), Alban, Pomak, Laz, Lezgî, Gurcî, Çeçen dijminên me yên hundirîn in.

Ji bo têkoşîn bi ewçend dijminan re, amadebûn divê.

Xwedê alîkarê te be!

Nihal Atsız - 4'ê gulanê 1941



03.02.2014 12:54 | mergehez

2. ew temÎya wÊ min keyfxweş dike. ji ber ku ez xwe tenÊ hÊs nakim. di nav lÎsteya wÊ de gellek gel hene. Î car kurd tenÊ ninÛn *



03.02.2014 14:59 | cinorek

3. heke yek kemal û kemalistan ewil (inönü, fevzi çakmak hwd.) bide alîyekî û nihal atsiz û mûrîdên wî bide dere hanê, yê bibîne ku fikrên kemalistan ewil yên li ser neteweperwerî nîspeten nermtir e.



di lûgata ilmê siyasî de neteweperwerî ya kemalîstan wek "inclusionary" tê binavkirin. yanî, erê asimilasyonîst e, lê pêşnîyar dike ku heke tu wek me xwe tirk bihesibîni dê tu mîna me dikari bijî li ser wê axê. (rasyonalîze kirinê wî ji teorîyan türk tarih tezi tê. bêguman ew nayê wê wateyê ku politîkayên kemalistan bên meşru dîtinê) ji alîye din, mesela, neteweperwerîya hitler wek "exclusionary" tê binavkirin. zîra, yekser qetl kirina cihû, mirtip û hwd. sedema wê binavkirinê hanê ye; çendî tu xwe wek almaneke bihesibînî jî ji ber ku xwîna te ne alman a tu nabî alman û nikari li ser axê wan de bijî.



îcar, fikrên nîhal atsız jî yên hitlerê ve bi aheng bû. bi gotineke din, hebûna kurd û miletên din ji bo wan ne meşrû bû. bi wê manê, gelekî rexneyên wî li ser kemal û mûrîdên wî hene. wekî nimûne, li gor wî (1) ji bilî bi zatî tirkan tu fêyde ji miletên din negîhiştîye tirkan. kemalist elît bi xwe ne sade/arî tirk in lewma ji fêde bêtir yê zerer didin mileta tirkan. ya dudo, (2) hewce bû ku kemalist elît pey tirkên sovyetê biçûne. lê ji ber ku neçûne, yê xayîntî li tirkan kirine.



wekî din, di romanê xwe ya bi navê "dalkavuklar gecesi"yê gelek tenkît û heqeretên giran dibarîne li ser kemal û mûridên wî. di vê romanê de kemal dikeve tekîlîye cinsî bi keçikê xwe yê afet inan ve...



ya rastî her du jî ji hevûdu xerabtir in lê ji ber ku atsız û mûridên wî pey siyaseta xwînê bûn yê birayê tehlo bûn.



10.04.2015 21:36 | ervah.azad

4. li mêrsînê nêzîkê nexweşxaneyê dewletê meyxanekî hebû navê wê "atsiz bar" bû, hê heye yan rabûye nizanim, ez kîngê li ber wê bi otobûsê derbas dibûm fîlmên tarxan ê dianî bîra min, hê ciwan bûm min ji xwe re xeyal dikir, tirk li xanekî de vedixwin, tarxan û gurê wî jî tê de ye û planên şerê çêdikin li hemberê çînî re felan û bevan...



10.04.2015 22:42 ~22:43 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hüseyin nihal atsız
» nihal

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî