Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
izmir - tirşik
izmir
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bajarekî jı kûrdîstanê gelleki dure lê kûrdîstani dı nawdê pırre, heta merdînî pırre 1990 dâ nêzî 50 gûnde merdinê jı âlî leşkerê tırk hate şevıtândın û mirov hatın izmirê kêdere ku lı merdinê behr tûnnebu hema xêlkê merdinê bı saya meriyê xweyî bêrê hatıbun izmirê gellımîn karê midya u vê gavê midyeci hêmu merdini ne,dı naw 13 zanîngehê izmire de kûrmanç ne kêmın nemaze zanîngeha egeye da gellekın.



04.02.2014 03:54 | hogırekoseri

2. Îzmîr an îzmîr'a gawÛr, her çiqas behra wê hebe Û bajarek pirî mezinbe jî ne qasî dêrika çiyayÊ mazÎ xweş e. ji bo kurdîstanîyekÊ/î wek girtîgehê ye. hemû kemalîst in û dîsa hemû rojnameya sözcü dixwînin. de îja wer û halê me bifikirî.



04.02.2014 10:55 | mergehez

3. bajarê tirkîyê ye ku apê Musa jî mealekî wisa gotî ye; çıma ez bedewên îzmirê jî ranemîsim..



04.02.2014 16:10 | baskziv

4. bajarê tirkên spî ye. 2-3 caran çûme wir. lê min qet jê hez nekir. ji ber ku li sûka wê û li cihên navendî ya bajêr, berevajî stenbol û enqerê mirov hema bêje qet kurdî nabihîse.

bajarek wisa ye ku;

- ne misilman e

- ne demokrat e

- ne azadîxwaz e.

- ne kurd e



temam bajereke xweş e. lê ji bo min tu sedem tune ne ku ji atmosfera wê hez bikim. belkî jî, ji ber ku demeke kurt lê mame, min baş nas nekiribe.



bajarê ku hilbijartinan de, genç partiyê nêzikî %20 deng standiye.



04.02.2014 19:45 | simurg56

5. 4 heb yên dewletê, 6 heb jî yên taybet tevlihev 10 zaningeh lê heye û ji bo xwendina zaningehé li tirkîyê ji vê bajarê baştir tune ye.

(bnr: ege üniversitesi)

(bnr: dokuz eylül üniversitesi)

(bnr: izmir yüksek teknoloji enstitüsü)

(bnr: izmir katip çelebi üniversitesi)

(bnr: izmir ekonomi üniversitesi)

(bnr: izmir üniversitesi)

(bnr: yaşar üniversitesi)

(bnr: gediz üniversitesi)

(bnr: şifa üniversitesi)

(bnr: karşıyaka bilgi üniversitesi)



05.02.2014 19:36 | rûbar payîz

6. (bnr: kafiristanî) *



05.02.2014 20:39 | endazer

7. bajarê ku nêzîkî salek berê bûyereke wisa lê pêk hatiye: http://youtu.be/xqw5Q3uDU68



08.11.2014 17:48 | mergehez

8. Bajarê ku niha ez li wir, di fûara pirtûkan de pirtûk difrosim.

Tirşikvanên li izmirê hebin dikarim werin qada fuarê, ezê pirtûk diyariyê wan bikim.

Û keçên wan qasê tê behsê xwesik nînin.



16.04.2016 15:10 | xewnname

9. Bajarê ku her sal di van rojan de fuara pirtûkan li semta basmaneyê tê lidarxistin. Niha li basmaneyê me û bîskeke din ez û rûbar payîz em ê seriyekê bidin cihê fuarê. Ku em xewnname bibînin em ê kêfxweş bibin. Lê em nizanim bê li ber pirtûkên kîjan weşanxaneyê ye..



16.04.2016 17:39 | mergehez

10. Bo hevdîtinê divê mergehezo nançû li peyamdanka xwe binêre.



16.04.2016 17:59 | xewnname

11. Dêlîk pir hene



16.04.2016 19:20 | helik orimiyo

12. Bajarê ku mîdyefiroşên wê hemû Mêrdînî ne. Ku merivek te yê midyêfiroş tunebe xelk henekê xwe bi te dike. Bo nimûne : biaqila malê



19.08.2016 03:21 | biaqila malê

13. Bajarê ku ez jê hez nakim û bala min qet nekişandiye. Birastî ger dibihîzim ji navê vî jî aciz dibim. seba mirovayetîyên bajarvanan e her hal. Dûrî min bê ez tiştek ji vî naxwazim.



19.08.2016 04:04 | rûbar

14. êdî weke berê jê nabehecim. bûye bajarê min, li wir bêtir sebra min tê li wir bêtir dikarim kar marên xwe bikim. nizanim çima lê êdî li amedê weke berê sebra min nayê. ev sê meh in ku li amedê me lê her tim aciz dibim. carinan dibêjim qey serê min dê biteqe. li dora xwe dinerim û hey li dora xwe dinerim. tu tişt tune. tu tişt ne wek berê ye. ne dikarim derkevim derve ne nî dikarim li malê li ber kombersê rûnêm. nabe çi bikim jî nabe. hema dixwazim zû herim izmirê. vê carê baş dizanim ku ne ji ber aciziyê mayîna wexteke dirêj a li derekê ye. vê carê cuda ye. ji ber wê jî planên min ên pêşerojê jî diguherin. êdî min niyet e heta ku ji bêrîkirinê hişê xwe winda bikim, li dûrî kurdistanê van deran bijîm..



22.09.2016 01:23 | mergehez

15. bajarê ku ez ê li wir têkevim ezmûna tusê.



hemêza xwe veke îzmîr ez dîsa têm *



22.09.2016 01:36 | berxweda

16. Bajarê ku ji xeynî min kêfa her kesî jê tê. Ya star *



22.09.2016 01:43 | biaqila malê

17. bajarê ku ez dixazim li wir lîsansa bilind bikim.



hemêza xwe veneke izmir * ez têra hemêza te nakim ;)



(bnr: filankes naçe hemêza bavê kesî)



22.09.2016 01:49 | bûtîmar

18. di nav bajarên tirkiyêde yê herî xweyn tehl, dûre Trabzon Çanakkale... tê



22.09.2016 22:02 | shorbevan

19. (bnr: smyrna)



15.10.2016 13:27 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» izmira reş

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî