Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 41 peyam
helly luv - tirşik
helly luv
(15) (2) (5)
di mijarê de bigere

1. stranbêJa kurd li usa & EMRÎKA



04.02.2014 12:44 | dımlagi


3. stranbêjê ku klîba strana xwe de tilîlî diavêje, dansa oryantalê dike, cilên pêşmergeyan li xwe dike, alaya kurdistanê dihejîne û hwd... ecêb.



04.02.2014 20:03 | simurg56

4. hevpeyvîn





13.02.2014 00:53 | diljan

5. stranbêja ku ji aliyê kesinên nenas ve bi riya mesaj û smsan gefa kuştinê lê hatiye xwarin.. bi egera ku di klîba xwe de sembolên masoniyetê bikar aniye.. hêlan xanim jî -erê navê wê yê rastî ev e- dibêje piştî îdîayên xelkê min zanî bê masoniyet çi ye.. neyse muhtemelen ehmeqên ekstra msilman bi vê kerîtiyê ve rabûne û gefa kuştinê lê xwarine, ji ber hindê ez rasterast berê xwe bidime wan.. ê oxlim bi qewlê teyyîbê sergolik welew kî, sembolên masoniyetê bikar aniye, çi ji te re derd e, te çi jê ye, çi îşê te pê heye, çi kula dilê te ye?!



bi eslê xwe ji dihokê ye, hêj heft salî bi malbata xwe re bar kiriye îranê, ji wir jî bi riya tirkiyeyê çûne fînlandê, û ji wir bi tena serê xwe hêj 18 salî dil daye american dreamê û lêdaye çûye amerîkayê..



ji bo stran û vîdeoklîba wê ya pêşiyê ya bi navê risk it all yanî her tiştî bide ber çavê xwe, anku her tiştî bide ber bayê rÎskê, nikarim bêjim xweş û serkeftî ye, û di vîdeoklîba xwe de bi sehneya ku ligel lêvên xwe yên soravkirî û rûyê xwe yê boyaxkirî di nav cilên pêşmergetiyê de direqise anku biser navê reqs û dansê tevgerên spastîk dike, dilê min ji dinyayê xelandiye..



13.02.2014 01:06 | endazer

7. rûpela wê ya li ser facebookê ji aliyê 500 hezar kesî ve hatiye ecibandin..



21.02.2014 00:29 | endazer

9. muzîkjena anglo-kurd. jineke bedew û zayoke.



21.02.2014 02:04 | seydayê_peyvan


11. meraq dikim gelo ji bi klibê çend dolar xerc kiriye? ji ber ku bi pereyê tirkan pênç qirûş nake



22.02.2014 00:05 | ferhenga şikestî

12. kurmancê rojhilatê, xelet nebim li amerîkayê dijî, lê belê ji fînlandê çuye wir. bi stranê xweyê "risk it all" hate nasîn. molotof davêje û govend digire, ay mamaçîta, qurbana bejn û bala teme.









stranê wî li navber janra pop û club diçe tê.



27.02.2014 21:00 | xurufi

13. le tîlîvîzyonê rûdeaew hevpeyvîn daye;



27.02.2014 21:03 | xurufi

14. Bi ya min, divê hin sosyolog, antropolog, psîkolog û kurdolog hebin em bi hev re li ser klîba wê a rasterast facîat, felaket û melanet bikevin di nav nîqaşan. ew klîb klîbekî scandal e, klîbekî kurdîniyê carek din mecbûrî şirovekirinekî din dike. eger di nav tirşikê de sosyolog hebin bila di dersên xwe de bikin mijarê aqademîk û perspektîfolojîk. belê, originaliteyekî û albeniyekî ecêb heye, lê a rast li tezekî masterê heq dike. dê kerem bikin.. Hene dildar?



27.02.2014 22:12 | wiha wilo wisa

15. ew çı klib bu loo *



28.02.2014 00:20 | hema wılo

16. stranbêja ku pêşiya nîv seatan mın guhdari strana wê ya risk it all kıriye ye.ev hermet maşallah gelek taze ye strana wê ji ne jı wê kêmtiır e =) gava mın navê li ser tirsikê dît ez hem ecêbmayî mam hem jî keyfa min pê hat =)



28.02.2014 00:25 | feqiyêteyran

17. ez jî nizam çi eleqe lê dema vî navî dibînim strana gelêrî ya cihuyên sefardîm bi navê eliyahu hanavi ber zimanê min dikeve, xaltîka françoise atlan jî pir xweş dibeje..

helî luv kî ye, keça pêşmergeka, jineşêreka kurd e,

çi kiriye, hunera popîler û qaşokurdewariya xwe bi vidyoklîbekî nîşanî me daye. di vîdyoyê de ma çi tunne;

oriental govend alarengîn peşmerge cemedanî keleş tilîlî şêr zêr jin jiyan azadî..heta bi şûşa vîskiyê molotof..û ser de dibeje ay wana rissk et oll.*

helî can xweşik e lê hunera wê bi pênc qurişa ne hÊja ye.*



28.02.2014 04:54 | kevçiyê dil

18. min pir eciband..xwezî stranên dîn jî bêje, dê klîbên nû çebike.. wek xuşka delal sarît haddad a ku stranbêja îsraîlî stranên wek (bnr: do you love me) jî bêjê..



01.03.2014 22:02 | havka

19. objeya zayendî ye.



15.03.2014 16:08 | simurg56

21. stranbêja ku îro min hay çêbû. klîba wê li youtube-ê ji aliyê 1.28 milyon kesan ve hatiye temaşekirin. piştî serkeftina darin zanyar û vê ciwanîkê dibêjim qey dê li derveyî welêt lobiya kurdan bi hêztir bibe. wekî din heta niha gellek jin derketine ku wek shakiraya kurd hatine binavkirin bi rast ew hemû nabin neynûka vê xanimê jî..



06.06.2014 03:14 | oxir

22. diyar kiriye ku ji daîşê natirse...



28.07.2014 17:50 | simurg56

23. min îro guhdarî covera wê ya şemamê û canê canê kir.. dengê xanimê bi rastî jî xweş e.. û ev jî heye xwudê bejn û balek bêqisur û bêkêmasî dayiyê, mirov ji temaşa û guhdarkirinê têr nabe..

helly luv - şemamê&canê canê :



edît: niha li ser youtubeê liqayî performansa zindî ya hêlîn xanimê ya covera şemamê û canê canê hatim, ya ji hemûyan ecêbtir navê vîdeoyê 'helly luv di partiya rojbûna kralîçeya brîtanyayê, elîzabethê de distirê' ye û ya ji wê jî ecêbtir hema bêje hemû serok û serkirdeyên hikûmeta herêma kurdistanê di rêza pêşîn ya salona konsertê de cihê xwe girtiye.. qubad talabanî kenekî welê ji dil dike tu dibêjî qey ji derinan sozin standine.. *

ew vîdeo;



09.09.2014 23:19 | endazer

24. nespehî ye lê qettt nespehî ye !

tu bi xwedê kî tîp û sûreta wê binêre. (di videoya jêrîn de)

deng ? ew jî kêr tu tiştî nayê.. tenê taybetiyekî wê heye ew jî baş zanîna îngîlîzî ye.





10.09.2014 00:03 | brusk56

25. hesabê wê yê înstagramê; http://instagram.com/hellyluv

malpera wê; http://www.hellyluv.com/index



ya spehîtayê ez nikarim tiştekî zêde bêjim, lê bejn û bala wê lihevhatî ye, tam di qeydeya form û norm û pîvanên wan jinan de ye ku di folklora kurdan debi hezaran stran li ser hatine gotin..



(bnr: di folklora kurdî de wesf û teşbîhên ji bo bedewiya jinan)



10.09.2014 01:24 | endazer

26. (bnr: xezalê helly helly delalê helly can)



10.09.2014 10:26 | simurg56

27. li emrîkê gelek navdare.gelek kesên navdar wê dişopînin.serokê emrîkê obama jî wê dişopîne.çand a kurda dide nasîn.spehîtîya wê jî îdareye.(bnr: çavên wê reşin)



10.09.2014 22:04 | dildar geverî

28. di fîlmeka bi navê merdan ku ji aliyê derhêner betin qhobadi ve hatiye çêkirin de wek serlehengê fîlmê rol standiye û ligel ekîba fîlmê beşdarî festîvala fîlman ya torontoyê ku li kanadayê ye bûye.. di roja ewil ya festîvalê bi cilûbergên pêşmergeyan û bi alaya kurdistanê çûye hola festîvalê, di roja didoyan ya festîvalê jî bi kiraseke sor çûye festîvalê û bala hemû beşdar û mêvanên festîvalê kêşaye ser xwe..

http://rudaw.net/turkish/culture/130920141



13.09.2014 21:20 | endazer

30. di rapirsîna rûdawê ya kesayetî gencî salî 2014an de heta niha ji 1.617.883 dengan kariye 97.046 dengan wergire. bi vê rêjeya dengan piştî qubad talabî û ferhad etroşî di rêza sêyê cih girtiye.

http://rudaw.net/PollResults.aspx?pageid=366&PollID=63



30.12.2014 00:05 | endazer

31. Jinek berradayî ku stranên îngilizî dibêje. Ger têkoşîna azadiya kurdan mabe vê jinikê divê em dev ji têkoşînê berdin. Serdestiya ereb û tirkan ji ya amerîkayê çêtir e!



30.12.2014 11:51 | rûbar payîz

33. bi klîb a xweyî dawiyê de hêzên kurd cudahi̇ xistiye nava van. ma di şerê hember daîş ê de tenê pêşmerge hene? na!..Here lînkê



30.05.2015 10:06 | ciwanqoser

34. Ji bo pêşmergeyan klip derdixistî ye.jinkekê xweşik e.bi zimanê ingilîzî distirî.



17.06.2015 23:45 | ronahî

35. stranbêjeka kurde kar, xebat û jîyana xwe pirahî li emerîkayê kirîye û derbas kirîye. dev ji kurdîya xwe bernedaye diha bûye welatparêz niha hingî welatparêze di lîsteya kuştinê ya daişêdaye.



18.06.2015 00:50 | shorbevan

36. çawa ku min sedema navdarbûna kim kardashianê fêm nekiriye, a wê jî fêm nekir, bê ka çima?



29.06.2017 19:36 | tizbîkêş

37. piştÎ stran û sîngila xwe ya ewil ya bi navê risk it all pêşiyê straneke bi navê revolution -şoreş- ku tê de behsa şerê kurdan li dijî daişê û pê re jî bi navê finally -dawiyê- li ser referandûma serxwebûna kurdistanê li başûr du stran çêkir. revolution na lê finally kêfa min jê re hat. par bi stranbêjeke albanî re stranek bi navê guns and roses -gul û çek- çêkir bi ya min cara ewil di vê stranê de dengê wê li stranekî rûnişt, ez bi hêvî bûm ku bi vê stranê li lîstên mûzÎka dinyayê cih bigire û deng vede lê zêde deng veneda.
çend roj berê jî bi navê boy bye stran û vîdeoklÎba wê ya nû belav bû. kêfa min zêde jê re nehat tenê dawiya stranê remÎksa lorke detayek baş û di cihê xwe de bû. klîb li gorî normên kurdan biçekî sansasyonel e ji loma gelek kesan li ser youtubeê dislike danê.
xanimê bi kompaniya sony re peymanek daniye wê êdî her du mehan carekî stranekî çêke û li seranserê dinyayê konsêrtan bide, yanî wê hîn gelek navê wê bê bihîstin.

boy bye




guns and roses





25.12.2019 00:33 | endazer

38. stranbêjê ku strana wê a bi navê boy bye gelek serkeftî ye.
ev jinik xûya ye gelek jêhatî ye. belkî gelek baştir û navdartir jî bibe.
jinek spehî ye jî lê bi ev qas estetîk û makyajê û bi van cilên tewşomewşo gelek nespehî xûya dike.



25.12.2019 21:00 | brusk56

39. kim kardashiana kurdan e. an jî dixwaze wilo be.
bawer nakim ku wek daxwaza xwe navda bibe. stranên wê yên vê talîyê dikarin di radyoyên mûzîka pop de werin lêdan û kes nabêje ev çi ye?
lê ji bo me kurdan zêde wateya wê tune. ji ber ku eleqeya karên wê û çanda kurdan tune.

ne tenê ji bo vê xanimê dibêjim, jinên ku laşê xwe evqasî derdixin pêş, ne hêjayî rêzgirtinê ne. lê ji bo xatirê strana wê ya bo piştgirîya referandûma serxwebûnê, dîsa jî rêya wê vekirî be.



25.12.2019 23:03 | simurg56

40. bextê min ne tu bext e. do ji bona gerr û geştê hatim stenbolê lê tam li ser kupriya galatayê min helly luvkê dît. bi hinekan re îngilîzî xeber dida, lê ji aksanê wan diyar bû tirk in.

- îca min go, silaw, çonit?
- go, zor supas ezîzim. nawî to çîye?
- min go, ez tizbîkêş.
- şûna ku bêje, xoşhalim be nasînit. go demêke tom nebînîwe. helbet ez şaş mam. û min fêhm kir ne hewceye zêde dirêj bikim çimkî xanim henekê xwe bi min dike, ez jî paşpaşkî veqetiyam ji wan.

kêliyeke zirecêb bû.



13.02.2020 23:45 ~23:49 | tizbîkêş

41. qaşo dixwest bibe kim kardashiana kurdan lê bûye banu alkana kurdan.*



02.11.2020 05:16 | ezcan

42. heya niha tenê kêfa min ji vê strana wê hatiye
(bnr: boy bye)




gotinên stranê:

Call me queen
Cause I run this place
Got the badest bitches wearing all my chains


I’m a boss
Make all the moves
Making money money
Let me show you proof


Ram pam pam pam pam
You see my gun
Dont play with me hun
Pam pam pam pam
You try to run
You’ll be man down down


Boy bye boy bye
Boy bye bye
Bye bye


They run when we come
‘cause they don’t wanna fight
Afraid *of all the* ladies making party
Am I right


Boy bye boy bye
Boy bye bye
Bye bye


Got a crown on my head
Make Boys bow down
Are you ready for the Queen
We shout out loud


Oh I’m making money and you cry
I don’t need you, baby
Boy bye bye


I don’t wanna hate you
Oh i try
This is for my bitches
Ride and die


We don’t need no diamonds
Cash or wine
Cause we’re making money boy bye bye


You can ask your mommy
I don’t lie
Don’t f**k with my bitches
Boy bye bye


I don’t lose
Sit on my throne
Sip on champagne
Gotta pick up my phone


You lose
Cold to the bone
Look at me man
Cause i pay your next loan


Ram pam pam pam pam
You see my gun
Don’t play with me hun
Pam pam pam pam
You try to run
You’ll be man down down


Boy bye boy bye
Boy bye bye
Bye bye


They run when we come
‘cause they don’t wanna fight
Afraid *of all the* ladies making party
Am I right


Boy bye boy bye
Boy bye bye
Bye bye


Got a crown on my head
Make Boys bow down
Are you ready for the Queen
We shout out loud


Oh I’m making money and you cry
I don’t need you, baby
Boy bye bye


I don’t wanna hate you
Oh i try
This is for my bitches
Ride and die


We don’t need no diamonds
Cash or wine
Cause we’re making money boy bye bye


You can ask your mommy
I don’t lie
Don’t f**k with my bitches
Boy bye bye


Oh I’m making money and you cry
I don’t need you, baby
Boy bye bye


I don’t wanna hate you
Oh i try
This is for my bitches
Ride and die


We don’t need no diamonds
Cash or wine
Cause we’re making money boy bye bye


You can ask your mommy
I don’t lie
Don’t f**k with my bitches
Boy bye bye
Boy bye bye



02.11.2020 11:57 | merwano

43. Stan û klîpa ku daîş ra nîşanê "☮" didin .(sembola aştîyê).

(bnr: lol)



08.03.2021 18:17 | heval.js

44. bi stranbêjê ereb ê iraqî mohamed alsalim re duetek kiriye. carê ji bo bikenim vedikim. lîstikvaniyên her du jî sifir sifir sifir e. qûna wê bûye mîna beroşên dawetan. lêv jî di heman kulvarê de tevlî pêşbaziyê bûye ligel pêsîr... * bawer im hemû qezenca xwe ji operasyonên estetîkê xerc dike.





05.05.2021 00:15 ~00:15 | biruya hayao miyazaki

45. hevalên colemêrgî baş dizanin* ligel mirovî du poz hene: yê nêr li jora piştê û ya mê li jêra piştê.

yên helly luv dijberî hevdu diguherin, ya jêrê çiqas mezin dibe yê Jorê jî ewqas biçûk dibe. ya star û ya estetîk!



15.01.2022 07:57 ~2022.01.16 18:56 | asîmanê sêwî

46. (bnr: xwerû makyaj)



22.07.2022 04:47 | evcebarê pirê

47. ev jinkok û necanik ligel du mêrkok û necamêran (ibrahim tatlıses û berdan mardini) sûreta xwe daye girtin û li ser instagramê jî bi kêfxweşî belav kiriye. Here lînkê

têbînî: parveya instagramê ji ber reaksiyonan jê biriye, lêbelê ji bo neyê jibîrkirin min tomar kir: Here lînkê



17.04.2023 21:56 ~2023.04.18 21:56 | asîmanê sêwî

48. îro bi xayînan re wêne kişand. ma ne şerm e ku mirov, bi xayinan re be? serm e heval, şerm e.



17.04.2023 22:43 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» helly luv

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî