18. stranbêja ku îro min hay çêbû. klîba wê li youtube-ê ji aliyê 1.28 milyon kesan ve hatiye temaşekirin. piştî serkeftina darin zanyar û vê ciwanîkê dibêjim qey dê li derveyî welêt lobiya kurdan bi hêztir bibe. wekî din heta niha gellek jin derketine ku wek shakiraya kurd hatine binavkirin bi rast ew hemû nabin neynûka vê xanimê jî.. |
|
06.06.2014 03:14 |
oxir
|
20. min îro guhdarî covera wê ya şemamê û canê canê kir.. dengê xanimê bi rastî jî xweş e.. û ev jî heye xwudê bejn û balek bêqisur û bêkêmasî dayiyê, mirov ji temaşa û guhdarkirinê têr nabe.. edît: niha li ser youtubeê liqayî performansa zindî ya hêlîn xanimê ya covera şemamê û canê canê hatim, ya ji hemûyan ecêbtir navê vîdeoyê 'helly luv di partiya rojbûna kralîçeya brîtanyayê, elîzabethê de distirê' ye û ya ji wê jî ecêbtir hema bêje hemû serok û serkirdeyên hikûmeta herêma kurdistanê di rêza pêşîn ya salona konsertê de cihê xwe girtiye.. qubad talabanî kenekî welê ji dil dike tu dibêjî qey ji derinan sozin standine.. * ew vîdeo; vîdyoyê veke |
|
09.09.2014 23:19 |
endazer
|
21. nespehî ye lê qettt nespehî ye ! |
|
10.09.2014 00:03 |
brusk56
|
22. hesabê wê yê înstagramê; http://instagram.com/hellyluv |
|
10.09.2014 01:24 |
endazer
|
23. (bnr: xezalê helly helly delalê helly can) |
|
10.09.2014 10:26 |
simurg56
|
24. li emrîkê gelek navdare.gelek kesên navdar wê dişopînin.serokê emrîkê obama jî wê dişopîne.çand a kurda dide nasîn.spehîtîya wê jî îdareye.(bnr: çavên wê reşin) |
|
10.09.2014 22:04 |
dildar geverî
|
25. di fîlmeka bi navê merdan ku ji aliyê derhêner betin qhobadi ve hatiye çêkirin de wek serlehengê fîlmê rol standiye û ligel ekîba fîlmê beşdarî festîvala fîlman ya torontoyê ku li kanadayê ye bûye.. di roja ewil ya festîvalê bi cilûbergên pêşmergeyan û bi alaya kurdistanê çûye hola festîvalê, di roja didoyan ya festîvalê jî bi kiraseke sor çûye festîvalê û bala hemû beşdar û mêvanên festîvalê kêşaye ser xwe.. |
|
13.09.2014 21:20 |
endazer
|
26. di rapirsîna rûdawê ya kesayetî gencî salî 2014an de heta niha ji 1.617.883 dengan kariye 97.046 dengan wergire. bi vê rêjeya dengan piştî qubad talabî û ferhad etroşî di rêza sêyê cih girtiye. |
|
30.12.2014 00:05 |
endazer
|
27. Jinek berradayî ku stranên îngilizî dibêje. Ger têkoşîna azadiya kurdan mabe vê jinikê divê em dev ji têkoşînê berdin. Serdestiya ereb û tirkan ji ya amerîkayê çêtir e! |
|
30.12.2014 11:51 |
rûbar payîz
|
28. bi klîb a xweyî dawiyê de hêzên kurd cudahi̇ xistiye nava van. ma di şerê hember daîş ê de tenê pêşmerge hene? na!..Here lînkê |
|
30.05.2015 10:06 |
ciwanqoser
|
29. Ji bo pêşmergeyan klip derdixistî ye.jinkekê xweşik e.bi zimanê ingilîzî distirî. |
|
17.06.2015 23:45 |
ronahî
|
30. stranbêjeka kurde kar, xebat û jîyana xwe pirahî li emerîkayê kirîye û derbas kirîye. dev ji kurdîya xwe bernedaye diha bûye welatparêz niha hingî welatparêze di lîsteya kuştinê ya daişêdaye. |
|
18.06.2015 00:50 |
shorbevan
|
31. çawa ku min sedema navdarbûna kim kardashianê fêm nekiriye, a wê jî fêm nekir, bê ka çima? |
|
29.06.2017 19:36 |
tizbîkêş
|
32. piştÎ stran û sîngila xwe ya ewil ya bi navê risk it all pêşiyê straneke bi navê revolution -şoreş- ku tê de behsa şerê kurdan li dijî daişê û pê re jî bi navê finally -dawiyê- li ser referandûma serxwebûna kurdistanê li başûr du stran çêkir. revolution na lê finally kêfa min jê re hat. par bi stranbêjeke albanî re stranek bi navê guns and roses -gul û çek- çêkir bi ya min cara ewil di vê stranê de dengê wê li stranekî rûnişt, ez bi hêvî bûm ku bi vê stranê li lîstên mûzÎka dinyayê cih bigire û deng vede lê zêde deng veneda. guns and roses vîdyoyê veke |
|
25.12.2019 00:33 |
endazer
|
33. stranbêjê ku strana wê a bi navê boy bye gelek serkeftî ye. |
|
25.12.2019 21:00 |
brusk56
|
34. kim kardashiana kurdan e. an jî dixwaze wilo be. |
|
25.12.2019 23:03 |
simurg56
|
35. bextê min ne tu bext e. do ji bona gerr û geştê hatim stenbolê lê tam li ser kupriya galatayê min helly luvkê dît. bi hinekan re îngilîzî xeber dida, lê ji aksanê wan diyar bû tirk in. |
|
13.02.2020 23:45 ~23:49 |
tizbîkêş
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |