1. fîlmeka derhênerê îngîlîz ridley scott e.. di sala 2005an de hatiye kişandin.. behsa sefera artêşa îslamê ya di pêşengiya selahaddîn eyyûbî de ya bi ser bajarê qudsê ve û berevaniya artêşa keyaniya qudsê ya bi alÎkariya artêşa xaçperestan ya li hemberî vê seferê dike.. |
|
2014.02.05-23:48 |
endazer
![]() |
2. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê, ji alîyê xendekî ve hat wergerandin. |
|
2020.02.15-22:59 ~2020.02.16 11:57]|
simurg56
![]() |
3. nîşe: lînka ji bo daxistina fîlmê (torrent): Here lînkê |
|
2020.02.16-11:57 |
simurg56
![]() |
4. fîlma xwestiye rewşa dîn û olperestan bi rengê mirovî û paqijiya dil bîne ber temaşevanan. ji gelek aliyan fîlmeke baş e. dîmen, şerr, peyvên di hundir fîlm ve. lê mijarek mîna veya ku ji fransayê dest pê dike û dîhere quds û derdora wê û dîsa vedigere fransayê bawerim li gorî wextê xwe encax ewqas çêbibûya. Tiştê baş baş xuyakirina seleheddîn e. niha gelek teorî hene ku filleyên ewropa di serî de îngilîstan ji ber seleheddîn quds stendiye nahêlin kurd bibin xwedî dewlet (jê bawer nakim lê gotegot hebin bawerîya hinekan jî heye). |
|
2020.02.18-23:35 |
berxweda
![]() |
5. jêrenivîsa fîlmê min wergerand Kurdî. heta ji min hat min go bila hêsan û zû bê fêmkirin, zimanê wê ne rijî be, tama Kurdî jî bê. ji ber wê min 3 caran kontrol kir. Hê jî belkî kêmasî hebin, lê ez dibêjim wê her baştir bibe. |
|
2020.02.23-00:09 ~00:13]|
xendekî
![]() |
6. Qraliyeta Bihûştê, weke ku em tevda dizanin fîlmekî zehf populer e. ji aliyê dîrokî û rastiyê ve jî em dikarin bêjin "bêalî" ye. ![]() |
|
2020.02.23-20:17 ~20:17]|
gumgumok
![]() |
7. fîlma ku min dema ku nû hatibû kişandin, lê temaşe kiribû lê di derbarê wê de tenê 3 tişt mabûn di bîra min de; yek jê beşdarbûna kardeş turkuler ya ji bo hinek mûzîkên fîlmê, ya duyemîn jî ew sahneya ku selahaddîn eyyûbî xaça ketî erdê, ji erdê radike û dîsa datîne ser maseyê û ya sêyemîn jî replîkas selahaddîn ku digot "ez selahaddîn im. salah-el-dîn" (silaheta dînan/aşîtîya olan) |
|
2020.03.01-11:30 |
simurg56
![]() |
![]() |
tirsik.net [1] |
![]() |
kurdên ku zarokên ermenan xwedî kirine [2] |
![]() |
pirtûkxaneya îskenderiyeyê ya kurdan [8] |
![]() |
2020 [3] |
![]() |
sylvia plath [1] |