Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; xilmaş
peyamên çepikkirî

133190. peyva ku her tim dayika min tîne bîra min. tê bêje qey buka 20 salî ye, ew ê paqijiya malê xelas bike, xwarinên xwe amade bike û piştre quranka xwe veke û dest bi xwendinê bike. carê ew ê bangî min bike bo hinin peyvan. ya ew ê xwendinên wan yan jî maneyên wan bipirse. carinan wê qedehekê avê bixwaze. carinan sebra wê neyê, ew ê bixwaze ez li cem wê rûnim û wê guhdarî bikim. kêm zêde piştî nîv saetê ew ê xilmaş bibe. ez ê bibêjim "keçê ka rabe j'xwe'r hinekî rakeve". ew ê dengê xwe dernexe û xwendina xwe bidomîne. piştî demekê wê dîsa xilmaş bibe. "keçê, j'te'r dibêjim rabe, te di xwe de destmêj nehişt!". ew ê yekcarî bibêje "ez raneketim lo" û ji ya xwe neyê xwarê. hata ku ez wê bişînim ser cihê wê, ev dîyalog dewam dike. ez qurban bim.

roja te ya dayikan pîroz be mîlyaketa min a delal.



06.06.2013 16:08 | endazer