Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
xilmaş - tirşik
xilmaş
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. teqrîben nivistî, hewceyî nivistinê, teqrîben di xew de, xewto, xewar, xewokî, xewarî, nûh ji xewê hişyar bûyî lê hîn sersem û tam nehatiye ser hişê xwe..



08.02.2014 08:13 | endazer

2. (bnr: awirên xilmaş)



09.08.2017 17:53 | bûtîmar

3. peyva ku her tim dayika min tîne bîra min. tê bêje qey buka 20 salî ye, ew ê paqijiya malê xelas bike, xwarinên xwe amade bike û piştre quranka xwe veke û dest bi xwendinê bike. carê ew ê bangî min bike bo hinin peyvan. ya ew ê xwendinên wan yan jî maneyên wan bipirse. carinan wê qedehekê avê bixwaze. carinan sebra wê neyê, ew ê bixwaze ez li cem wê rûnim û wê guhdarî bikim. kêm zêde piştî nîv saetê ew ê xilmaş bibe. ez ê bibêjim "keçê ka rabe j'xwe'r hinekî rakeve". ew ê dengê xwe dernexe û xwendina xwe bidomîne. piştî demekê wê dîsa xilmaş bibe. "keçê, j'te'r dibêjim rabe, te di xwe de destmêj nehişt!". ew ê yekcarî bibêje "ez raneketim lo" û ji ya xwe neyê xwarê. hata ku ez wê bişînim ser cihê wê, ev dîyalog dewam dike. ez qurban bim.

roja te ya dayikan pîroz be mîlyaketa min a delal.



09.05.2021 11:37 ~11:39 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xilmaş

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî