Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
helbestên ku tirşikvan jê hez dikin - tirşik
helbestên ku tirşikvan jê hez dikin
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ''û

nanê min î tu

bê ti, tisî!

destên min destên mindalekî:

vala

vegertî

lavekar...

min carekê j'esmeriya te xwar

minêkar im, minêkar

tu min nedî bi tu kesî!''



arjen arî - eroûtîka



03.07.2013 22:22 | endazer

2. îro helbesta çiya mazî ye ezbenî.







05.07.2013 14:40 | borazboz

3. min pala xwe da kîjan dîwarî hilweşîya.

ava tehle hemû kanîyê je wedixwim

û bextewarî tû carî nebû mêvanê walatê min.

xewnên min giş rêş û spî bedena min warê wêran.

Ax xwedayo!

ka ew bihara ez li bendê bûm?

ka ew karxezala te pesnê wê dida?

her bijî Berken Bereh.



06.07.2013 13:41 | gulê

4. bêguman ev 4 rêzikên bêhempa yên aîdê baba tahirê uryan e ;



delal, herdu çavê min qesrên te ne

nav du çavên min cîhê piyên te ne

ditirsim tu xafîl gav bavêjî û

bi bijangên min biêşin piyên te







Di heman demê de ji aliyê jan axîn hatiye beste kirin û bûye stranek bi navê delal .



06.07.2013 19:16 | brusk56

5. Ehmedê Xanî (1651-1707) 'Ger dê hebûya me ittifaqek' ( http://www.kurdistan-post.eu/tr/ger-de-hebuya-me-ittifaqek )



necatê zivingî dixwenê saqi ( http://www.youtube.com/watch?v=R4QJaO6lrOc ) jî destpêka mem û zînê ye



06.07.2013 20:50 | gêjê

6. helbesta rênas jiyan bi navê janya ye.



hem guhdar bikin hem bixwînin :



08.07.2013 11:44 | serburiyek


8. mixabin bi tirkî ne:

(bnr: bir intihar mektubu teşebbüsü 1)

(bnr: bir intihar mektubu teşebbüsü 2)



13.11.2015 12:23 | nazim tolhildan

9. van roja (bnr: şergele) ya nemir arjen arî



14.11.2015 03:28 | diclefirat

10. gelek in, lewma çênabe ku yeko yeko binivîsim, ezê her şairek mînakekê bidim..

(bnr: qetran)

(bnr: di ser şevê re têm)

(bnr: janya)

(bnr: taa ferwerdînek din)

(bnr: rojbaş roza)

(bnr: şevname)

(bnr: anatomiya demsalên zer)



14.11.2015 10:37 | ferhenga şikestî

11. (bnr: rênas jiyan) - sirûda kurdistanê



14.11.2015 20:06 | xendekî

12. dilê min da helbesta herî xweş ya celadet elî bedîrxanbilûramin e. bi dengê cîwan haco jî gelek balkêş bûye. keremkin





30.03.2016 01:00 | quşxaneli

13. Yên qlasîk

Melayê Cizîrî - Dil Ji Min Bir

Melayê Cizîrî - Muhbetêda mihnet di zor in

Feqîyê teyran - av û av



Yên din

Cegerxwîn - şêr û rov

Arjen arî - şêrgele



30.03.2016 01:19 | bûtîmar

14. Bajar

Ax ew bajar!

Savarek rijiye êdî

Xewneke kêm xwê

Dengê evîndaran jê vederbûyî.



Mizgeftek bê sofî

Xorteke bê evîn

Asîmanek bê stêrk im

û dikim û nakim

Ew bajar ji bîr nakim.



Ax ew bajar

Nizanim ne

Tu ez î

An ez tu ///// Berken bereh //ew bajar...



07.06.2016 14:52 ~15:33 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên baba tahirê uryan
» tirşikvanên di dawiya şevê de aciz dibin
» jêkuştin
» hezkirina zarokan a avê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî