Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 24 peyam
    mem ararat - tirşik
    mem ararat
    (5) (2) (34)
    di mijarê de bigere

    1. Salên davî digel koma hivron stranbêjê herî serkeftî ye. (Ji bo kurdî)
    mem ararat - vara domam











    2014.02.08-16:27 ~2017.12.13 18:25]| cinorek

    2. stranbêj û rewanbêj e. stranbêjiya xwe bi kurdiyeke she'rî û shirîn û rewanbêjiya xwe bi tirkî û bi tirkiyeke felsefî îcra dike.. ji shêl û halê wî diyar e ku takemêrek e li meydanê.. ji xasan e..



    2014.02.09-19:39 | gordereş

    3. stranbêjekî bi hêjaye deng bidin dengê wî..



    2014.02.09-21:46 | hemokrates

    4. li gor min divê navê kuran nebe mem. berx-berxik, dev-devik, mem-memik.

    çi eleqa. xweş eleqa...



    2014.02.10-14:02 | cemedî

    5. min guhdar kir û gelek hez kir.

    dengê wî, stranên wî, gotinên wî... hemû pir xweş in.

    wek minak 'zana û andok' http://www.youtube.com/watch?v=Ma_6jeNlHCY



    2014.10.04-16:12 | silan

    6. stranbêjê ku xwediyê gelek stranên xweş e. heta beriya çend heftiyan min qet nedizanî û nas nedikir.

    min strannê wî ên navdar ji derdoran bihîstibû. çend roj in guhdrî stranên wî dikin mêrik diçirîne yaw.

    mehmet atliyek nû ye êdî di çavê min de.

    stranên wî ên bi navê dil disoje, bûka baranê, zana û andok gelek xweşa min çû ..



    2014.11.04-00:28 | brusk56

    7. stiraneke xweş li ser kobanê gotiye: https://www.facebook.com/video.php?v=1571933286375585&set=vb.1500406663528248&type=3&video_source=pages_video_set



    2014.12.23-13:14 | kurê xelkê

    8. hunermendê ku vê kêliyê mêvanê bernameya lênûskê ye



    2015.03.01-17:10 | ferhenga şikestî

    9. strana wî ya bi navê dil disoje mirov dike serxweş.



    ji min re wisa tê ez nizanim, lê dengê wî û şemala wî weke kû li hev nayên. wexta kû piştî li dil disoje guhdar kir min rewşa wî dît, ez weke kû ji kerêde ketim.



    2015.03.02-13:24 | parêzerê nîvçe

    10. Roja înê (06.03.15) li amedê konsera wî heye haya we jê hebe.



    2015.03.04-00:30 | xendekî

    11. Stranbêje ko Hozan Serhat têne bîra yekî.Le alaya ekola Hozan Serhat he jî bilind kiriye.Mirov di nav tîrbûniya hestan de dihele.Kesên usa nayenê jiyanê zûbizû.



    2015.03.23-22:23 | hûteheftserî

    12. Min cara ewil di bernaneya lênûskê lê temaşe kir pir mulaim xuya bû. Kêfa min jê re hat



    2015.03.27-22:09 | cîncoqo

    13. Dengê wî dişibe ferhat tunç



    2015.03.27-22:18 | bijêrvan

    14. ew hunermende ku bi strana zana û andok navê wî li her derê belav bû.gavê li cafeyên kurdistanê hunermendê ku herî pir tê gohdar kirin ew e.li kolaneke amede dema dengê stranek wî dihat min dît ku dû kesên biyan turîst digotin me vî dengî bihîstiye, bi vê ecêbê *



    2015.03.27-22:34 | diranfîq

    15. eger tu tişt neyê serê min û tu kes dilê xwe jê negire, dixwazim bêjim ku kêfa min ji dengê wî û ji mûzîka wî re nayê. xwezî min dîtî mûzîka kurdî ji vokalên giriyok û ji dengê baxlemeyê xwe xilas kirî.



    2015.03.27-22:42 | xwînhingivîn

    16. "ti çuyî ez kêmim"



    2015.05.26-21:06 | jeng

    17. strangêjekî hêjaye ez çewa zanim? ez di xwede zanim niha hunermendî eve kesê ku sitirî pêre li temburê jî xist ew hunermende û rohnkayîkî têde heye dengê wî çiqas ne xweşbe jî bi rîtma muzikê dikare xweş bike wekî min nebe jî ku hilbijartin çêbibe ewê ji 10/ 7 bistîne lê em wî nakin serokwezîr



    2015.05.26-21:26 ~21:27]| shorbevan

    18. albûma wî a duyem ne wek a yekem e. li gor albûma yekem em dikarin bêjin piçek ji rêzê bûye. lê dîsa jî nikarim bêjim ku qet nayê gohdarî kirin * jixwe niha gohdarî dikim lewma min vê peyamê nivîsand.



    2016.04.19-01:00 | kurê xelkê

    19. stranbêjê ku wê rojê li îdirê çûm konsera wî. bi rastî her çiqas dengê wî zêde zêde xweş nîbe jî bi rûyê xwe yê ken û xwîngermiya xwe ve dilê guhdarvanan xweş kir. li ser xatirê çend lib azeriyên ku hatin konserê stranek jî bi azerîkî got. lê dengê wî ji bo stranên azeriyan baş nîne.



    2016.05.16-12:16 | nazim tolhildan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Bi şermînî û bêdermanî dinivîsim. Cara ewil li mala dengbêja min dîtib...
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Dema mirina wî bihîstim, wekî ku pirtûkxaneyek hatibe şewitandin hesiy...
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Îro xatirê xwe ji gerdûnê xwestiye û koça dawî kiriye. Piştî ewqas sal...
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Li gorî nûçeyên lezgîn îro koça dawî kiriye Rehma Xwedê lê be, cihê w...
    knock knock [1]
    (bnr: teq teq)...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » memik
    » ararat

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî