Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
mem ararat - tirşik
mem ararat
(10) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Salên davî digel koma hivron stranbêjê herî serkeftî ye. (Ji bo kurdî)
mem ararat - vara domam




08.02.2014 16:27 ~2017.12.13 18:25 | cinorek

2. stranbêj û rewanbêj e. stranbêjiya xwe bi kurdiyeke she'rî û shirîn û rewanbêjiya xwe bi tirkî û bi tirkiyeke felsefî îcra dike.. ji shêl û halê wî diyar e ku takemêrek e li meydanê.. ji xasan e..



09.02.2014 19:39 | gordereş

3. stranbêjekî bi hêjaye deng bidin dengê wî..



09.02.2014 21:46 | hemokrates

5. li gor min divê navê kuran nebe mem. berx-berxik, dev-devik, mem-memik.

çi eleqa. xweş eleqa...



10.02.2014 14:02 | cemedî

6. min guhdar kir û gelek hez kir.

dengê wî, stranên wî, gotinên wî... hemû pir xweş in.

wek minak 'zana û andok' http://www.youtube.com/watch?v=Ma_6jeNlHCY



04.10.2014 16:12 | silan

7. stranbêjê ku xwediyê gelek stranên xweş e. heta beriya çend heftiyan min qet nedizanî û nas nedikir.

min strannê wî ên navdar ji derdoran bihîstibû. çend roj in guhdrî stranên wî dikin mêrik diçirîne yaw.

mehmet atliyek nû ye êdî di çavê min de.

stranên wî ên bi navê dil disoje, bûka baranê, zana û andok gelek xweşa min çû ..



04.11.2014 00:28 | brusk56

8. stiraneke xweş li ser kobanê gotiye: https://www.facebook.com/video.php?v=1571933286375585&set=vb.1500406663528248&type=3&video_source=pages_video_set



23.12.2014 13:14 | kurê xelkê

9. hunermendê ku vê kêliyê mêvanê bernameya lênûskê ye



01.03.2015 17:10 | ferhenga şikestî

10. strana wî ya bi navê dil disoje mirov dike serxweş.



ji min re wisa tê ez nizanim, lê dengê wî û şemala wî weke kû li hev nayên. wexta kû piştî li dil disoje guhdar kir min rewşa wî dît, ez weke kû ji kerêde ketim.



02.03.2015 13:24 | parêzerê nîvçe

11. Roja înê (06.03.15) li amedê konsera wî heye haya we jê hebe.



04.03.2015 00:30 | xendekî

12. Stranbêje ko Hozan Serhat têne bîra yekî.Le alaya ekola Hozan Serhat he jî bilind kiriye.Mirov di nav tîrbûniya hestan de dihele.Kesên usa nayenê jiyanê zûbizû.



23.03.2015 22:23 | hûteheftserî

13. Min cara ewil di bernaneya lênûskê lê temaşe kir pir mulaim xuya bû. Kêfa min jê re hat



27.03.2015 22:09 | cîncoqo

14. Dengê wî dişibe ferhat tunç



27.03.2015 22:18 | bijêrvan

15. ew hunermende ku bi strana zana û andok navê wî li her derê belav bû.gavê li cafeyên kurdistanê hunermendê ku herî pir tê gohdar kirin ew e.li kolaneke amede dema dengê stranek wî dihat min dît ku dû kesên biyan turîst digotin me vî dengî bihîstiye, bi vê ecêbê *



27.03.2015 22:34 | diranfîq

16. eger tu tişt neyê serê min û tu kes dilê xwe jê negire, dixwazim bêjim ku kêfa min ji dengê wî û ji mûzîka wî re nayê. xwezî min dîtî mûzîka kurdî ji vokalên giriyok û ji dengê baxlemeyê xwe xilas kirî.



27.03.2015 22:42 | xwînhingivîn

17. "ti çuyî ez kêmim"



26.05.2015 21:06 | jeng

18. strangêjekî hêjaye ez çewa zanim? ez di xwede zanim niha hunermendî eve kesê ku sitirî pêre li temburê jî xist ew hunermende û rohnkayîkî têde heye dengê wî çiqas ne xweşbe jî bi rîtma muzikê dikare xweş bike wekî min nebe jî ku hilbijartin çêbibe ewê ji 10/ 7 bistîne lê em wî nakin serokwezîr



26.05.2015 21:26 ~21:27 | shorbevan

19. albûma wî a duyem ne wek a yekem e. li gor albûma yekem em dikarin bêjin piçek ji rêzê bûye. lê dîsa jî nikarim bêjim ku qet nayê gohdarî kirin * jixwe niha gohdarî dikim lewma min vê peyamê nivîsand.



19.04.2016 01:00 | kurê xelkê

20. stranbêjê ku wê rojê li îdirê çûm konsera wî. bi rastî her çiqas dengê wî zêde zêde xweş nîbe jî bi rûyê xwe yê ken û xwîngermiya xwe ve dilê guhdarvanan xweş kir. li ser xatirê çend lib azeriyên ku hatin konserê stranek jî bi azerîkî got. lê dengê wî ji bo stranên azeriyan baş nîne.



16.05.2016 12:16 | nazim tolhildan

21. albûma wî a dumahîkê gelek xweş e.

hin stranên wî referansê dide bûyer, çîrok û tiştên dîrokî.

dengek delal û dilovane.



12.08.2018 03:00 | wiha wilo wisa

22. Ne ew tenê seyda perinçek, xecê herdem û halit bilgiç bi stranê xweyî kevn bi taybetî * diya xweyê pkkê û kurda kutane stranên wan yê nûn muheqeq gohdarbikin



12.08.2018 14:43 | telebê hz mêdî

23. hem dinivîse hem distre. Di wan salên dawî de bi xatrê wî û seyda perînçek muzîka Kurdî li ser piya ne.



29.11.2019 21:05 | kajav

24. Stranbêjekî kurd yê xwedî dengekî pirr bi bandor e. Ez bêjim bi xêra wî min ji muzîka kurdî hezkir ne derew e * spas birêz Mem



29.11.2019 21:47 ~2019.12.01 21:07 | xabûrî

25. eger mûzîka kurdî bi xatirê seyda perînçek li ser pîyan mabe hama koka mûzîka kurdî biqele.
mem ararat baş e qenc e lê ji bo seyda nikarim van tiştan bêjim. her çi be jî angaşta li ser mem ararat jî hinekî fîşalkirî ye. çi ku şivan û ciwan jî têde mûzîka kurdî tu car li ser navê ferdekî tenê nahyê nirxandin û ew kes nabe pîvana mayîn û nemayînê.



30.11.2019 00:10 | ferhenga şikestî

26. Stranbêjekî xwedî dengekê zelal û nerm e. Guhdarkirina wî aramîyê dide merivan.

Strana wî ya dilşikestî, jiber wateya wê ji bo min û hezkiriya min a ewil (erê edî bû ewil) heye, favoriya min e. Hertim guhdarî dikim.



30.11.2019 15:32 | xelîl

27. ev çend salen dawî û dijwar da stranbêjen stranên xwe en biwate û dengê xwe ye xweşik ve dile gele xwe gêş kirîye û dike. strana wî ye herî watedar ji bo min Lorika Cemîla ye.çiwext guhdardikim kezep li min dişewite.



30.11.2019 16:11 | golikvan

28. Li ser çiyayên Amedê de dengê te vedikim bilbilan dixapînim mem..



01.12.2019 01:13 ~01:23 | kajav

29. stranbêjek zehf hatîye mezinkirin e. Ji xeynî Lorîka Cemîlayê û Strana Bêdengîyê xebatek ya wî ya ewqas serkeftî tuneye li gorî min. Bêhtir nanê paşerojê dixwe ew jî.



01.12.2019 06:49 | lîfikê firaxê

30. Dengê wî dişibe ya ayfer düzdaş. Kêfa min ji Dengê eyferê re nayê. Ji ber wê ji mem re jî nayê. Gotin muzîk filan bêvan xweş e wekî din.



01.12.2019 09:35 | xwelî li ser

31. Dengê wî pir xweşe henûn e merm e . Ji her tiştê xweştir strana dinîvîse ne tenê ji yên hatîyê nîvîsandinê distrê.



01.12.2019 11:24 | azad30

32. muzîka strana wî ya bîranîn zehv dişibe muzîka Mihemed Şêxo ya mixabina vê jînê


Mihemed Şêxo - Mixabin vê jînê




Mem Ararat - (bnr: bîranîn)




01.12.2019 12:07 ~12:14 | bûtîmar

33. Bi awayekî ecêb ji aliyê her kesî tê hez kirin. Ez notr im zêde guhdar jî nakim.



01.12.2019 12:11 | biaqila malê

34. Ji dêrîka Mêrdînê ye.



22.12.2019 19:31 | azad30

35. Bi karê cotkarîyê re mijûl e. Miroveke nefsbiçûk e. Xwedî dengeke efsûnî ye. Lê ez dibêjim divê heta 2 an 3 salan albûm felan dernexe. Ji ber ku her ku dihere dubare çêdibe.



22.12.2019 20:38 | darînê daryo

36. stranbêjekî jêhatî ye û vê taliyê di mûzîka kurdî de pirr bi nav û deng e. çi kurdên gewre çi yên apolîtîk gellek kes guhê xwe didinê û hejê dikin. mûzîka wî ji gellek mirovên ku dewa stranbêjiyê dikin çêtir e lê ecêb e dikim nakim kêfa min ji dengê wî re nayê, nikarim guhê xwe bidimê.



23.12.2019 18:47 ~18:51 | xeyda

37. Xwûdawendê strana ye
Di stranê wî de peyvên kurdî yê resen pir in
Li ser hesabê xwe ji bo ziman awha gotibu
" ji bo ziman heya ku li ser malpêran hûn dijûnê xelkê didin bi zimanê xwe stranên nemir bibêjin ev yek dê ziman mayînde bike"



04.02.2020 21:48 | tîrêj zana 21

38. dikare bi birûyên xwe li sazê bixe.

îro vîdyoyek weşandîye ji bo pîrozkirina newrozê.

bi taybetî piştî sanîyeya 1:00ê, birûyên wî (nexasim ya rastê) radibe govendê.



21.03.2020 12:20 ~12:20 | simurg56

39. Albuma xwe ya nû amade kiriye piştî mehekê wê bê parvekirin. Hem dengê wî xweş e, hem dinivîse hem distre.. hunermendî ev e.



24.09.2020 21:53 | kajav

40. Gotûbêj li gel Mem Ararat:




02.12.2020 18:45 | merwano

41. Helbestvaniya xwe jî pir xweş e. Minakek ji helbestên mem ararat: (bnr: ji êvareke amedê)

Ji êvarekî Amedê gazî dikim nekesekî
Di devê min de gotinên stranekî dişibe ewran
Ji bîra min çûyî lê li ser zimanê min e
Çi bû navê min?
Birînek çavtirsandî me nikarim xwîn bibim
Diteve rasteqînê li kulmika demê
Hêdî hêdî kevirek im li ber vê êvarê
Hemû al ji jor de li min dinêrin
Û li vê neqebê kesên ne kurd hemû tirk in.
Şerm dikim behsa kenê xatûneke bikim
Di bêrîka min de nasnameyek dişibe çêreke negotî
Aş nabe kelajin û hezkirinê
Û li ser kevirê mezelan piste piste pêşerojekî
Gelo dibe ku yê mirî ez bim?
Li êvareke dişibe esrî diponijim
Heyv bi bejnekî bilindtir e ji tavikê
Li deriyê mêrdîn qîzên bisqirhan gûzan belav dikin
Li jêr hişê min fîke fîka bayê
Hemû neqebê şîreta terikandina wî warî dikim
Dema qismet belav bû di xew de bûm
Min çend zivistan qedand bi cilên zarokên xelkê
Û di bêrîka min de nasnameyek xerîbiyê tîne bîra mirov
Ez ne darek kizwanê bim gelo çi me?
Tenêtî sosret e li ber hêt
Li qiraxan ba xwe bi erdê re kaş dike, li ber serê xew herimiyan teqe reqa alavên şikestî
Nizanim kîjan lampe man li ber wê çîrokek nexwilikî
Li kîjan kuncikê toz li ser serê min neket
Ev demek dirêj e xwe ji stranek nas dikim
Navê min ê rastî di şikeftekê de weşartî
Û tehma devê min dişibe hilmek cixareya xwirîniyê parijî
Li êvareke Amedê ez ê ji xwe bikim cilên zarokên xelkê
Aniha li hember xwîşîna şepên
dîyarbekir
Li ber qefika bircan şarekê didurim
Ji kils û hecerê , di bêrîka wê şarê de nasnameyek suretê li ser, bi min re dikene
Axx! Ew ken çiqas dişibe min..






28.12.2021 15:04 | cinorek

42. ez kesekî wek ji kesên dengê tembûrê hez nakim. Ez kesekî ji stranên melankolîyê hez nakim. ji çend stranên mem hez dikim. şadî di hin stranên wî de hene. Min îsal bilêta konsera wî kirî lê ji ber gêjbûna xwe min roj tevî hev kirin û neçûmê.

Mem ARARAT - Can Canê



Mem Ararat - Eve Eve



28.12.2021 21:44 | berxweda

43. gava konserên wî dibînim kêfa min tê. tişteke pir xweş e ku mûzîkjenek kurd li wan cihên mezin, konserên gewre dide.



05.10.2023 14:55 | kurê xelkê

44. roj 1440 deqîqe ye, ez di yek rojê de de 2880 caran dibêjim şûkir ku me hunermendek wisa heye.

stranên wî yên li ser takekes, li ser nefer, li ser evîn, li ser tenêtî, li ser biyanîtî, li ser dilşadî, li ser kêmbûna însan, li ser ruh halî, li ser derûn, li ser ax evqas bihêz in ku her carî ku meriv jê guhdar dike, emanallahî dimîne.

her bijît, têr bijît.



13.02.2024 01:28 | wiha wilo wisa

45. Hunermendekî burjiwazî ku kurd e. Dengê wî xweş e. Her dem bi kurdî diaxive û li ser înternetê kurdî dinivîse. Stranên wî ne li gorî min in Lê şiroveyeke wî heye ku zêde xweş e.




13.02.2024 08:05 | horhorik

46. Strana wî ya herî xweş dil disoje ye gorî min



13.02.2024 13:44 | cezmîkurd

47. Ger danasina wî be kirin, dikare li hemû cîhanê navdar bibe. Dengên muzîkên xwe pir baş in. Ez carna li hevalên xwe yên biyanî re muzîkên kurdî le dixim. Herî zêde ji Mem Ararat û Aynur Dogan hez dikin. Stranên mem ger meriv fehm neke jî baş ten gûhdar kirin.



13.02.2024 14:07 | cinorek

Hemûyan Bixwîne