1. berê dema diya min digot "filan tiştî neke wê perê me here" an jî "te îro klîma pir vekir, pêrê me zehf çûn" min digot qey pere dizîka ji cizdana diya min derdikevin û hêdîka ji mal derdikevin. min îtiraf kir, oxweyş ez rihet bûm. |
|
2013.07.01-11:21 |
simurg56
![]() |
2. (bnr: li xwe mikur hatin) |
|
2013.07.01-13:18 |
endazer
![]() |
5. carina fikrên nijadperest difikirim. |
|
2013.07.08-11:59 |
simurg56
![]() |
6. min hê mem û zîn'ê temaşe nekiriye/nexwendiye. zanim bekoyek bêîman heye û hew. * |
|
2013.07.13-17:31 |
simurg56
![]() |
7. ev tirşik bi kêrê min hat. |
|
2013.07.13-19:23 |
fizikzan
![]() |
8. ev heftakik e ez li tirşikê me lê nivisê min deha derbas nakin, ji ber kû ez baş nizanim bi kurdî binivîsim. |
|
2013.07.13-21:56 |
freedm4ever
![]() |
9. car caran dinêrim ka çend çepkirin u çend reşkirinên nin hene * |
|
2013.07.13-14:01 |
feqiyêteyran
![]() |
10. di twitterê de ji tirşikê peyam ji min re hat.got:tu endamê tirşikê yî min got, erê lê derew bû.rotira din ez bûm endam. |
|
2013.07.14-00:44 |
gulan
![]() |
11. pir caran bêriya nivîsandina tişteke li wîkîferhengê dinêrim, bo ku peyvên standard dikaribim bikarbînim. ji bo mînak min teze peyva "peşîman" tevlê hevokeke kir*, le belê ez bixwe li derwe û li mal dibêjim "poşman". |
|
2013.07.14-01:14 |
sîsîfos
![]() |
12. Te dît di brazzersê da zilamê keçel heye. Ew ez im. |
|
2013.07.14-01:39 |
dengêmintête
![]() |
13. carinan tirşik min ji malperê diavêje. heçko min pêl derkeve kirî ew bi xwe min ji malperê derdixîne . |
|
2013.07.18-00:55 |
brusk56
![]() |
14. Bi zaroktî min bi xwe de dimîst, lê min bera stuyê birê xwe dida... |
|
2013.07.18-10:31 |
keje bemal
![]() |
15. ez ne qut im, ne dirêj im, takrîhana şax diavêjim |
|
2013.07.21-13:35 |
quto
![]() |
16. gelek caran bi qestî û bizanebûn û li ser hemdê xwe telefona hinekan venakim.. û paşê jî dema li wan vedigerim -tabî eger lê vegerim- dibêjim ''qisûrê efû bike ez nûka sÎnyal an lêgerîna te dibînim, an dema tu li min geriyayî ez zêde ne mûsaît bûm..'' ji vî kar û ji vê kirina xwe carinan hezzekî ecêb werdigirm û carûbaran jî eger yê/ya li min geriyayî biçekî feqîrok û bêgueh be û ji bo kar an xizmet an qewîtiyekî li min geriyabe û ji ber venekirin Û bersivnedana min a telefonê ew kar û xizmeta wî/wê bicih nehatibe poşman an biqewlê wîkîferheng û bahdîniyan pêşîman dibim..* |
|
2013.07.21-13:49 |
endazer
![]() |
17. ji ber ku vaye 3-4 roj e min nedikarî bikevim înternetê, min gelek meraq kiribû tirşikê de çi qewimiye, çi hatiye nivîsadin . a rast min tiştên hêvî dikir nedît. lê hejmara nivîskaran zêde bûye pir kêfxweş bûm . ji xeynî wê bi dehan sernivîsên nizanim çiyê kurdistanê hatiye vekirin * |
|
2013.07.22-23:52 |
brusk56
![]() |
18. mehekî sax bi înterneta bi kotaya 1 gb êdare dikim û vê mehê hê nava mehê de înterneta min qediya. hema ez jî wek pênaberek bê welat, xwe diavêjim ber diya xwe û birayê xwe da telefonên xwe bidin min. giriyê kafiran li min tê . roja borî, li sûka mêrsînê, min destê xwe vekir û got "xwedê ji we rezî be 2-3 mb înternet bidin min". bi vî awayî min heta êvarê 179 mb înternet berhev kir û ez hatim malê . ez niha bi wê têdikevim. xwedê xêra wan jê bîne . |
|
2013.08.16-01:12 |
brusk56
![]() |
19. ji ber ku yên min nas dikin li ser tirşikê hene ez nikarim bi rihetî îtirafan bikim û vê yekê îtiraf dikim. ka herin lo, hema qet nebe online nebin heta saetekê. |
|
2013.08.18-00:41 |
azadixwaz
![]() |
20. welle mi rojek keçek rewndibû çi bikim ma mi hez dikir |
|
2013.08.18-16:42 |
rabo
![]() |
22. (bnr: www.nasname.com) |
|
2013.08.18-20:19 |
berav
|
23. dema ez deh salî bum yek mêvan kî hatibû mala me.ew û bavê min û birayên min di odekî de rûnîştin bun û qise dikirin.ez jî ketîm odê û ser mînderkî rûnişt.deme ez rûniştim min mêzekir dengkî hat, min xwe hînek da hêli kî yek berçavkkî şkesti.ew berçavkka mêvan bu.ez pirr tirsîm.dura ez fikirîm min got ezê çi bikim.birayê minê biçûk jî nîzikê min bu.min ev berçavk derxist holê û min ji bavê xwera got birayê min ew berçavk şkandî.bave min ji bawer kir û ev suc li ser milê birayê min ma.dura çi bu?tiştek jî ne bu. |
|
2013.08.20-13:54 |
bayesar
![]() |
24. ferhengên kurdî-tirki tûnebûna ez jî tûnebûm. |
|
2013.08.20-15:24 |
babayaro
![]() |
26. dema dikevim tirşikê ewil lê dinêrim ca çepik dane nedane. |
|
2013.10.20-23:01 |
bawero
![]() |
27. wext têra min nake . dixwazim rojekî bibe 40 saet. tiştek bikim a din kêm dimîne tiştekî din dikim yekî din kêm dimîne* mesela dixwazim guhdarÎ FILM BIKIM û DI HEMAN DEMÊ DE DIXWAZIM PIRTûK JÎ BIXWÎNIM.HEWCE YE DERS JÎ BIŞIXULIM Û HEVALÊ MIN, MIN VEXWENDIYE XWARINÊ. DIVÊ MALÊ PAQIJ BIKIM, XALIYAN RÊKIM BO PAQIJKIRINÊ, JI MIN RE 2-3 TIŞT HEWCE NE DIVÊ JI SÛKÊ BISTÎNIM HWD . DAWIYA DAWÎN HEMÛ DIMÎNE. NIKARIM YEKÎ JÎ BIKIM . TENÊ TÊRA XWE DERS DIŞIXILIM Û WEXTÊ MAYÎ JÎ LI INTERNETÊ ME . |
|
2013.11.01-00:57 |
brusk56
![]() |
28. hê jî temase barbie dikim. |
|
2013.11.01-16:18 |
gelawej
![]() |
29. beriya vêga bi çend salan, helbesteke min di rojnameya postayê de, di rûpelê yurdumun şairleri de weşiyaye, ku îro ez wê wek helbest nabînim û ji ber weşandina wê fedîkar û poşman im. Beşek ji helbesta bêqîmet: |
|
2013.11.02-01:20 |
seydayê_peyvan
![]() |
31. nexweş im. |
|
2013.11.28-02:06 |
brusk56
![]() |
32. (bnr: îtîrafên bêwijdanî) |
|
2013.11.28-13:29 |
ceso
![]() |
33. vaye 17 sal e dibistanê dixwînim lê heta niha carekê jî, dibistana min ji ber berfê neketibû betlaneyê. lê îro sala min a 17 emîn de, çûm dibistanê û piştî saetek din gotin zaningeh ji ber berfê 2 roj ketiye betlaneyê . çi qas kêfxweşbûm nikarim vebêjim . |
|
2013.12.12-21:50 |
brusk56
![]() |
35. min hê jî fêm nekiriye ku omer dilsoz û dilgeş dilsoz yek in an na? |
|
2013.12.14-01:39 |
ferhenga şikestî
![]() |
36. dilê min îşev li ser hespekî rewan e, dibeze ax dibeze.. |
|
2013.12.14-01:49 |
endazer
![]() |
37. dixwazim xwe hînî zimaneke nÛ bikim.. û dixwazim xwe bielimînin çend bernameyên nû yên endazyariyê.. |
|
2013.12.14-01:55 |
endazer
![]() |
38. dikim û nakim tênagihijim bê ka insan bi çi dijî?! |
|
2014.01.16-20:37 |
endazer
![]() |
39. şevên ku dimînim nobetê û hemû rojên din yên ku sibehan li kar im û ne pêkan e têkevim tirşikê; tiştên ku tên bîra min telefona xwe de lîste dikim û dema dû re têkevim tirşikê wan hemûyan yek bi yek dinivîsim * |
|
2014.01.17-20:02 |
simurg56
![]() |
40. min doh şev mamosteyekî xwe yî ku min wî qet nedîbû di xewna xwe de dît (bawer dikim çavê min tirsiyabû, lê îro dema dersa wî de mi dît ku rûyê wî kesî û ê xewna min ne yek in. |
|
2014.01.18-00:42 |
berxweda
![]() |
43. ez sîxurekî ku di tirşikê de kurdan fîş dike, me. |
|
2014.02.26-19:42 |
mergehez
![]() |
44. ez tirkî ji kurdî baştir dizanim. hêj ez nehatîm li vir min digot qey kurmanci zehf sanahiyê lê belê çen rojê ez li virim ez bi kutahî du hevoka diînim cem hev. |
|
2014.02.26-22:22 |
korahî bîbilkêt min girtin
![]() |
45. Ez naha hewl didim ku hijmara peyamên rojane yên tirşikê zêde bikiM.. Çi bikevê ber min ez dinivîsim.. |
|
2014.02.26-23:55 |
nan û av
![]() |
47. yek ji feqiyêteyran hat: http://i.hizliresim.com/xEBd2z.jpg |
|
2014.03.01-22:09 |
mergehez
![]() |
48. kampanyaya ku îro birê ket û baş an xirab çû serî, dilxwede min dabû destpêkirin û mîratê heta çend deqîqe mayîn ji kampanyayê re jî min nekarÎ ez tu amadekariyekî bikim, spontane hema çi hatibe ber dev û dest û dilê min, min li alema twitterê wer kir, hinekan jê girt û hinek jî kes nizanim bi kû ve wenda bûn.. |
|
2014.03.01-22:12 |
endazer
![]() |
50. JI BO KU HIJMARA PEYAMÊN DUH HATÎN NIVÎSANDIN BIGIHIJIN 300Ê MIN HETA DEQQEYA DAWIYÊ JÎ PEYAM NIVÎSANDIN.. mIN XWESt ÎRO (YANÎ DOH) EM REKOREK NÛ BIBÎNIN.. |
|
2014.03.04-01:00 |
nan û av
![]() |
51. ez ji bo tirşikê pirtûkên kurmancî dixwînim |
|
2014.03.04-01:04 |
mergehez
![]() |
53. ev sê heftî ne karê ku ez karim di sê rojan de bikim, ez nikarim xilas bikim.. |
|
2014.03.06-02:00 |
endazer
![]() |
55. dema ku ez li cihê dawîn hatîn reydan avatara xwe dibînim, ez dibişirim, pir kêfxweş dibim û ez tu rayan nadim peyaman da ku avatara min ji wê derê ranebe * |
|
2014.03.09-00:23 |
mergehez
![]() |
57. ji endazer hez nakim. |
|
2014.03.09-01:30 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
58. ez ji ezmûnan kerixîm. bes e yaw. îsal tenê îsal ez ketima ezmûna 11 stajan. |
|
2014.03.09-09:12 |
brusk56
![]() |
59. ezmÛna mina öss(ygs lys) tune buna. ezÊ dinav tirşikÊ bÊtir zehf aktÎf buma. |
|
2014.03.10-14:05 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
60. li qursa kurmancî ez hîn di asta yekemîn de me. |
|
2014.03.10-18:24 |
mergehez
![]() |
63. mijara ku ji alîyê admîn ve hatîye vekirin û ne li gorî formata tirşikê ye. |
|
2014.03.11-19:49 |
nazim tolhildan
![]() |
64. mijara ku yek ji mijarên taybet yên derî formatê ye (min vê jî niha ji ber xwe avêt *). ji bo mînakek din; |
|
2014.03.11-20:05 |
simurg56
![]() |
65. ez teknîkerê tendurîstiyê me û min kpss qezenç kir ez ê heta meheke paşê herim dest bi kar bikim lê min stenbol qezenç kir bi xwedê min hê di xewna xwe de jî stenbolê nedîtiye ez nizanim çi bikim ji ameda rengîn ber bi dojeha mirovan wê çawa bibe nizanim.. şeytan dibêje neçe lê bêrika min jî dibêje gûyê ji serê xwe mezintir nexwe û biteqize... |
|
2014.03.12-23:23 |
ferhenga şikestî
![]() |
66. min ti carî ji helbesta cegerxwîn hez nekiriye. full stop. |
|
2014.03.13-23:16 |
cercîs rewanî
![]() |
67. deh malên min hebin, ez odeyekê jî nadime kejê bêmal. |
|
2014.03.13-23:24 |
cercîs rewanî
![]() |
69. kîsikê mejiyê min ji xwendekarên qedexeparêz diçe! |
|
2014.03.16-02:21 |
zero
![]() |
70. dilê min ji kurdÎtiyê dixele.. |
|
2014.03.16-02:40 |
endazer
![]() |
72. ez xiyalperestekî me. heta wê rewşê min ew çendî pêşve çûye ku, carinan, qasê çend çirkan, ji bîr dikim ku tiştên ez difikirim û diaxifim, xiyal in. |
|
2014.03.16-13:03 |
ervah.azad
![]() |
73. di dilê min de çoleke virt û vala heye.. |
|
2014.03.16-22:05 |
endazer
![]() |
74. her car wek îtîraf tijji tiştan dinivîsim lê dû re reş dikim.. |
|
2014.03.16-22:27 |
gulgenim
![]() |
75. ez gava ji kurdiya xwe sar dibim, dikevim youtubê û stran û klîbên hozan serhad temaşe dikim. dengê wî hêzeke bêhempa dide min hetta dikarim bibêjim ku wek bandora afyonê li ser min pêk tê |
|
2014.03.16-23:37 |
ferhenga şikestî
![]() |
76. dema ku bi tena serê xwe dimînim bi dizî li strana dombrayê guhdar dikim. * |
|
2014.03.16-23:45 |
oxir
![]() |
77. ez dixwazim ku navê tirşik.netê biguhere!! |
|
2014.03.19-23:53 |
ferhenga şikestî
![]() |
78. ez çi dikim çi nakim dîsa jî nikarim fediyokbûna xwe li ser xwe biavêjim... mixabin ku min pirr hewl da dîsa jî bi ser neketim. ji zarotiyê min heta niha ez wisa me min 4 sal zanîngeh xwend di sê bajarên ku çanda wan ji hev cuda de jiyam, ketim gelek civatên cur bi cur, min bi sedan pirtûk xwendin lê feyde nekir hê jî fediyok im hê jî fediyok im... ji min re psîkolog û terapî divê. .. |
|
2014.03.22-21:38 |
ferhenga şikestî
![]() |
80. min di eksisozlukÊ de deh entry nivîsand û piştî wê hew du-sê caran tenê ketimê. rojekê hevalÊ min ji min pirsî, got "ka tu bû nivîskar?" min jî li eksisozlukê nerî û ez bÛbûm nivîskar. lê piştî demekê ez jî adiz bÛm û min nenivîsand. hevalê min got ka şîfreya xwe bide min, ezê binivîsim. min jî da wî. nêvî bêtir entry yÊn wî ne. piştî min şîfre guhert û neda wî, min dest bi jê birina entry'yên wî kirin lê naqedin mîratmayon. * * |
|
2014.03.25-01:30 |
mergehez
![]() |
81. xweşa min ji hun çawane heval))))))) re diçe. ji ber ku, wek zarokên şûm, di tirşikê de çirtikan diavêje* * |
|
2014.03.26-17:01 |
nazim tolhildan
![]() |
83. Helbestên ku ez herî zêde hez dikim bi tirkî ne. |
|
2014.03.28-01:51 |
nazim tolhildan
![]() |
84. ez kurdî nizan im |
|
2014.03.28-15:11 |
berf
![]() |
86. ji ber ku %70ê wextê xwe li cihê kar im, nikarim bi komputerê bikevim tirşikê û loma bi telefonê dişopînim û tiştên ku hatine bîra min li derekê qeyd dikim û dema têm malê ji komputerê van tiştan dinivîsim * |
|
2014.03.29-11:03 |
simurg56
![]() |
87. dema ku ez vê mijarê dibînim ez difikirim da tiştekî li bin vê mijarê binivîsim. * |
|
2014.03.29-21:31 |
mergehez
![]() |
88. ez hê nizanim bê ka butona kul û derd çi ye û kêr çi tê |
|
2014.03.29-21:54 |
kevçiyê dil
![]() |
89. rasteqîn, cinorek û dogania * xeyidîne, xatirê xwe xastine û çûne. êdi di tirşikê de nanivîsin. xuyaye ku ji ber rexneyên min revîn. eger vegerin, ez soz didim ku êdî ji wan re tiştekî nabêjim. li ser de wek mamosteyên xwe endazer heqeretan bikin jî ez dengê dernaxim. |
|
2014.04.06-12:21 |
nazim tolhildan
![]() |
90. carinan hin hevalên me yên ji tirşikê, hin tiştan bi îngîlîzî dinivîsin yaw bi xwedê gelek zora min diçe ji ber ku ji xeynî çend peyvên jiberkirî tiştekî din bi îngîlîzî nizanim lewma fêm jî nakim. divê hevalên me wisa li min neheqî nekin! ez ê heqê xwe helal nekim haa! mesela navê fîlman bi îngîlîzî dinivîsin ez jî dixwazim tevlî wan mijaran bibim lê fêm nakim behsa kîjan fîlm tên kirin. hay ji vê yekê hebin |
|
2014.04.08-01:48 |
ferhenga şikestî
![]() |
94. ez ew karakter û qehremanê di vê helbesta xwudênehiştiyê îsmet ozelî de me, ne kêm ne zêde; |
|
2014.04.12-23:35 |
endazer
![]() |
95. min çend wextan qedrê celladê xwe girt,min wî rind xwudan kir bi xeberên şîrîn,bi keniya ji dil,bi kilam û hikayetên bav û kalan,bi hingîva heqîqî,sêvelokên ser banê mala babê min hatîne hişk kirin..ne mirî me zindî me lê kulek mam.gava dimeşim piyê xwe ê çepê dûv xwe radikêşim.yek bi baldarî guh bidêre wê dengê xuşîna dengê piyê min bibihîse.. |
|
2014.04.12-23:45 |
gulgenim
![]() |
96. mêjiyê min sekiniye. dikim nakim tiştek bikim peyam an jî mijar û binivîsim nabînim. li hêviya xêrxwazekî me ku mijarên eletewş veke em jî bikevin navê. |
|
2014.04.13-02:05 |
ceso
![]() |
98. dema endazer siyasetÊ nake kÊfa min pir jê tÊ lÊ dema dest bi siyasetê dike haho Û haho... |
|
2014.04.13-19:33 |
mergehez
![]() |
99. ceynika serê min ji siyasetê diçe, heta ji min tê naxwazim tevil û têkil bibim, lê dema dibînim kesên ku ji siyasetê fêhm nakin tên di tirşikê de bi ser navê siyasetê sempartîzaniyê dikin û ji bo berjewendiyên xwe Û partiya xwe aliyên din di bin tohmetê de dihêlin, xwe ranagirim çi tê ber dev û destê min li wan wer dikim.. zû bi zÛ aciz nabim lê dema nanxwer û şûrkêşên rijd yên hêz Û hizbekî dibînim hiş di serê min de mamîne.. |
|
2014.04.13-21:09 |
endazer
![]() |
100. ez dizanim demekê dirêj e ku tiştên tewşo mewşo dinivîsim baş dizanim. lê çi bikim? dikim nakim ji dilê min nayê ev bajer êdî ji bo min wek dojeh tê ji ber ku westiyam. |
|
2014.04.14-01:20 |
ferhenga şikestî
![]() |
101. ji ber strana şemamê, carekê gelek rizîl bûm. |
|
2014.04.15-21:17 |
simurg56
![]() |
2014.04.19-19:19 |
xwelî li ser
![]() |
104. madem ceso û xwelî li ser mikur hatin û evîndariya xwe bi me re parve kirin divê ez jî li paş nemînim:-) |
|
2014.04.19-23:32 |
ferhenga şikestî
![]() |
105. Yê ku reşşikan dide mazlumozdogan ne ez im! Bê henek ceso/22480 |
|
2014.04.21-02:11 |
ceso
![]() |
106. min hesabekî vekir di twitterê de, beriya niha jî di facebookê de, ku bi wêneyekî keçikek xweşik e û bi navê keçan e. bi vî awayî min reklama tirşikê kir. lê bila xwedê we bide bawer kirin, metod û rêya herî baş ev derket. yanê ew çi hewes û eşq û kêf bû * her roj bi dehan kesan daxwaza hevaltiya dişaniya, bi sedan kesan peyamên teybet dişaniya. lê paşê ji ber ku di demek kurt de hejmara hevalên min zêde zêde zêde bû, facebookê hesaba min girt. niha jî ji min nasname dixweze * |
|
2014.04.22-01:00 |
brusk56
![]() |
107. min dinyayek tişt nivîsand û paşê bêyî ku li derekî qeyd bikim min jê bir.. |
|
2014.04.23-02:11 |
endazer
![]() |
108. xemgîn im, betilî me nizanim bê ka ezê çi bikim. jiyanek tevlihevbûyî dibihure û ez di nav wê jiyanê de mame nikarim xwe tev bidim. ne dikarim paş de herim ne jî dikarim pêş de.. di holê de mame û li benda destekî me ku wê xwe dirÊjî min bike û min ji vê quzilqirtê xelas bike. |
|
2014.04.23-02:14 |
mergehez
![]() |
109. duh sibehê ezmûna me hebî, mamosteya me jî qene kopye negihijin destê ti kesî em bi dedektorê qontrol kirin, dilxwede me nikarî em bi xwe re telefon tablet laptop netbook hwd bibin hundir, lê ez û telefona xwe em ji dedektörê reviyan û koma me jî dawiyê de ket ezmûnê*, axir yên ezmûna wan xelas bî min go wan alo |
|
2014.04.23-02:25 |
kevçiyê dil
![]() |
110. biskek berê di rawestgeha taxa gewranê ya ofîsê de rastê wê hatim bi qasî 3 deqe li wê nêriyam lê tirsayam ku herim bêjim merhaba... |
|
2014.04.23-19:59 |
ferhenga şikestî
![]() |
111. van rojan ji tirşikê bêhtir ekşî-yê dixwînim. gellek caran jî nizanim çi dixwînim, ji tiştê ku dixwînim ti gû fêm nakim. carinan jî dibînim ku google vekirî ye û weke gêjan lê dinêrim nayê bîra min ku min ji bo çi ew vekiriye. nizanim depresyona biharê hatiye serê min an ez hino hino dÎn dibim... |
|
2014.04.23-21:20 |
oxir
![]() |
112. ez nema bi xwe re dibînim bitirşikînim tirşika rengîn.. |
|
2014.04.24-00:28 |
mergehez
![]() |
114. her çiqas ez gundî bim jî, ez boxer'êr Calvin Klein li xwe dikim. lê kes nabîne/nizane, qas perê diçin. bijî derpeyên spî! |
|
2014.04.27-15:44 |
daskan
![]() |
115. her çi qas ku ez bajarÎ bim jî bê derpî digerim. kes ne dibîne ne jî dizane bê ji çi qas mesrefê difilitim. bijî timahîzm |
|
2014.04.27-15:49 |
oxir
![]() |
117. wextê min cara yekemîn li xezê filmê kurmancî seyr kiribû min digo qey hinek ketine pişta tvyê û bi kurmancî dişitexilin * |
|
2014.04.27-17:58 |
gêjê
![]() |
118. min hê jî guhdarî the godfather û the lord of the rings nekiriye. |
|
2014.04.28-19:44 |
brusk56
![]() |
119. ew qas westiyame ku, nikarim peyaman bi dawî bikim. tişta ku dixwazim bêjim di niviyê de dimîne. |
|
2014.05.08-02:41 |
brusk56
![]() |
122. min qet texmîn nedikir ku bûyerek bê serê tirkan û ez ev qas xemgîn bibim. min digot qey piştî ev qas êşan ku kurdan ji destê tirkan dîtine, êdî çi bê serê tirkan ew qas tesîr li min nake. |
|
2014.05.16-00:00 |
brusk56
![]() |
123. ez li xwe mikur têm.. |
|
2014.05.16-02:12 |
dijber
![]() |
124. gelek sal berê bû. |
|
2014.06.12-20:53 |
simurg56
![]() |
125. me îro tirşik û savar xwar pir xweş bu : P |
|
2014.06.14-02:42 |
nîgarvan
![]() |
126. min li ser tirşikê ji xwe re hesebeke nû vekir, min biryar dabû ku êdî bi heseba xwe ya nû binivîsim û min çend peyam jî nivîsand lê destê ji vê hesabê nabe loo/lêê destê min naçe ku diguherînim min ji 600 bêtir peyam nivîsiye heyfa min lê tê |
|
2014.06.15-13:41 |
ferhenga şikestî
![]() |
127. min li ser tirşikê ji xwe re hesebeke nû vekir, min biryar dabû ku êdî bi heseba xwe ya nû binivîsim û min çend peyam jî nivîsand lê destê min ji vê hesabê nabe loo/lêê destê min naçe ku biguherînim min ji 600 bêtir peyam nivîsiye heyfa min lê tê |
|
2014.06.15-13:42 |
ferhenga şikestî
![]() |
129. gava dî li ser youtubeê min stranek vekir, lê berî reklama cornettoyê derket û di reklamê de jî yalın straneka bi navê yeniden (ji nû ve) digot.. normalde ceynika serê min ji reklamên li ser vîdeoyên youtubeê û popbêjên tirk diçe, lê çawa min dengê yalın bihîst çar salên min ên lîseyê ketin bîra min de.. di serwîsê de her wextî radyoya powertürk vekirîbû û wextê nû derketî her gav û saet strana zalim ya yalin lê didan.. û dÎsa di serwîsê de cara ewil dema dilê min ji bo eşq û evînê wekê çûkekî serjêkirî diperpitî keşke (xwezîka) ya yalın lêdida.. ji ber wê hê jî kengî ji derinan dengê yalın bi ber guhê min bikeve bivê nevê dem ji bin piyê min dikişe û di bin barana bîranînên xwe yên xortaniyê de şil dibim.. |
|
2014.06.25-02:10 |
endazer
![]() |
130. Ez heyranê ajda pekkan im. Him mûzîka wê, him jî ew* |
|
2014.07.01-12:18 |
ceso
![]() |
131. her çi qas ez * li dijberê dengdanê ji bo serokkomariya tirkiye ji bim di balefirgeha ataturk a li stembolê de dema min ew sindoq dîtin min nekarî xwe û min reya xwe bikaranî û min muhra ku serdê tercih dinivîse bin wêneya selahattîn demirtaş xist. |
|
2014.08.04-09:17 |
karmatî
![]() |
133. li kÊfa xwe binêre :-) |
|
2014.08.26-14:11 |
ferhenga şikestî
![]() |
134. biskek berê xalê min ê mezin telefonî min kir, 52 sal emrê wî ye, ji min re got ez niha derbasî kobanê bûm êdî venagerim, ji min xatir xwast... |
|
2014.09.23-10:10 |
ferhenga şikestî
![]() |
135. birayên ezîz ez jî dixwazim derdekê xwe ji we ra parve bikim. min doh nuçeyek xwend derbarê şervanên ypg ê de. cîwanek di Êrîşeke daişÊ de destÊ xwe yÊ rastÊ winda dike Û heval jÎ jÊ ra dibÊjin " tu dikarÎ şerÎ nekÎ lewra destÊ te yÊ raste ÊdÎ tune" ew hevalÊ delal jÎ naxwaze ji şerÊ dÛr bikeve Û ji ber hindÊ guh nade hişyarÎyÊn hevalÊt xwe. |
|
2014.09.23-11:28 ~2016.04.20 18:22]|
azad30
![]() |
136. willahÎ ez hÊj hostetÎ nizanim ka ezÊ çawa tirşik Ê bikar bÎnim. lawo peyam kÛne, çeppÎk heye an nÎne. nizanim ezÊ çawa hÎn bibim. |
|
2014.09.23-11:37 |
azad30
![]() |
137. îroj du heb nûçe gihîştin min.. |
|
2014.10.03-01:36 |
ferhenga şikestî
![]() |
138. mijara 54 nivîskarên cuda li bin sernivîsa wê peyam rêkirîn. min li hemu mijaran nerêniye lê dibe ku rekorek be. |
|
2014.10.03-14:18 |
azadixwaz
![]() |
140. birÊz tırşık ez li wan Ê rabûm hatıme li van deran ji boy xwendinÊ lÊ qe kÊfa min tune ye . bÊ kes bÊ heval mame nizanim ezÊ çi gûyÎ bixwÊm. |
|
2014.10.30-22:26 |
sarpimoleni
![]() |
141. ez pir hez dikim di tirşikê de binivîsim lê ji ber kar û barên min gelek caran dem nabînin ku binivîsim. |
|
2014.10.31-16:08 |
nazim tolhildan
![]() |
142. carinan mirov xewnekê dibîne, 2-3 rojan nikare ji tesîra wê xelas bibe.. |
|
2014.11.02-02:02 |
brusk56
![]() |
143. Min hej keçikekê kir wê jî hej min.lê ji ber bêaqilî ya min em negehiştîne hevdu..jiber hindê ez herro bo xwe dijûna rêzdikem .. |
|
2014.11.02-04:14 |
vêca çiyeeee
![]() |
144. Ez qet dersê xo ra nêxebitêna. Her tim ser o gurreyê tewşan de vindena, şuxulêna. Hele ez biewnê dawîyê mi se beno. |
|
2014.11.02-13:30 |
endazyar
![]() |
145. loma bêkari ji sibehi ez runiştime li xêvjimare û disekînim maçe beşiktaş-fenerbahçe ku ê dest pê be sehet hefteda. |
|
2014.11.02-15:29 |
nivîskarê bêkes
![]() |
146. ma gelo ez ê kenge bibim endamê tirşike |
|
2014.11.26-01:58 |
bager elih
![]() |
147. hevalê min ê malê nizane torrent çi ye, car heye 10-12 fîlman bi hev re davêjim ser torrentê û tabî bivê nevê dikutim qûna leza înternetê de, hevalê min jî ku tîryakê înternetê ye çawa dbîne ku înternet giran bûye tê dibêje yaw hacî ev çi ji vê înternetê hatiye, heta bi ser googleê ve dibim nîvê emrê min diçe ez jî her heman bersivê diidim û jê re dibêjim ''ez jî nzanim belkî ji ber pirsgirêkeke teknîkî be carina li deverinan baximê li xeta înternetê dikin ji ber wê giran dibe'' ji xwe ji bo wî înternet facebook û lîstikên sanal ên online in ji ber wê dilê min pê naşewiye û li ber nakevim.. * |
|
2014.12.26-23:08 |
endazer
![]() |
148. li vî bajarî, yanê li stenbolê heft mehên min qediyan, bi gotineke din, heft meh e ku ji amedê dûr im, heft meh e ku di jiyanê de hilnayêm û nahewim, dê nehewin jî. |
|
2014.12.27-00:57 |
ferhenga şikestî
![]() |
149. nêzê sal û nîv e ku endamê tirşikê me lê min hê jî avatareke li gor dilê xwe nedît yaww, dil bi êşan im tirşikkkêê! |
|
2014.12.30-00:51 |
ferhenga şikestî
![]() |
150. va fînalêt min destpêkirin.lê ez û hevalên min şev û roj bataq û okêy dileyzîn.xebitîna dersan sifir e. |
|
2014.12.30-16:00 |
vêca çiyeeee
![]() |
151. îtîrafname: li tirşikê vegeriyam. min bêriya tirşikê kiribû. :( |
|
2014.12.30-16:22 |
terkexem
![]() |
152. min heta niha digot qey di stêra tirşikê de bi tenê ken li vir bû nivîsandî ye |
|
2015.01.19-01:01 |
ferhenga şikestî
![]() |
153. min carêk li beqal benîşt dizîbû..gava min benîşt dizî ,ez zarokek 6 salî bûm. |
|
2015.01.19-18:05 |
hesen bira
![]() |
154. ji sala 2006'a, heta sala 2012'a ez li ser wîkîpediyayê gelek xebitiyabûm. min gelek gotar çêkirin û gelek tevlêkirin kirin. lê motîvasyona min a ewilîn a di vî karî de pêşdebirin û baştirkirina kurdî ya min bû. herçiqas min bi vê motîvasyonê dest pê kiribe jî, dû re niyeta min her ku çû xalistir û jidiltir bû, ji ber ku, wek tê zanîn, rêya çêtirîn a elimîna tiştekî nivîsandin e. niha zûve ye ku ez têde kar nakime, lê ne ji ber ku meqseda min hasil bûye, ji ber ku wexta min nabe. |
|
2015.01.25-21:51 |
fethî ronî
![]() |
155. ji bo ku çomeziya min ji holê rabe û li ber vê eyba mezin fediyê giran nejîm, min vê peyamê nivîsand..* |
|
2015.01.25-21:59 |
şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê
![]() |
156. heya wextekî min stranaa koma wetan ya bi navê sîne weke navê bajarê rojhilatê kurdistanê dizanîbû * |
|
2015.01.25-22:10 |
berxweda
![]() |
159. ihi ihi, beriya ku bipeyivim divê qirika xwe ya tehl paqij bikim |
|
2015.02.16-00:06 |
şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê
![]() |
161. Dergîsek min ê turk hebu.ji min pirskir hayatım bi kurdi çiye min got jînamin.pişt wi gelek dem şunda ji minre got jînamin. Min jêre got ev peyv ji jinanre tê gotin Em gelek kenîyan. |
|
2015.02.26-13:50 |
sedrik
|
162. îroj ji rojan şemiyê ye, ango dawiya hefteyê ye, wek şemiyên din dereng ji xewê şiyar bûm tavilê çûm li ber şibakê û pê hesiyam ku hê jî li ber dîmenên stenbolê şiyar dibim, mala min li pendîkê ye û behreke mezin û xaniyên bêserûber li pêşiya min in, tenê me dîsa, na ne tenê me dîmenek ligel min e û qaqlîbazên stenbolê ligel eciziya min didin perwazan, perên wan xweşik in û dibêjim bena ne |
|
2015.02.28-13:52 |
ferhenga şikestî
![]() |
163. |
|
2015.02.28-13:55 |
ferhenga şikestî
![]() |
165. min di 2012'an de hemû ferheng û peyvên turkcekurtcesozluk.com'êHere lînkê'ê bi bernameya ku min çêkiribû, di çend şevan de daxistine ser kompîtûra xwe û min ji simurg56 re name şand ku ez jê destûrê bixwazim ku wan têxima wîkîferhengê, lê ji wî bersiv nehat û ez zêde bi şopê neketim û min ew têxistine wîkîferhengê. |
|
2015.03.01-13:42 |
fethî ronî
![]() |
166. ez qedera çend hefteyan e bûme tirşikvan lê tirsa nezanbûnê xwê şaşo paşo kirinê min nedivîsî.qasi çend dekka bêrê jî ketime tirşik ê ez çi bibînim hevalekî hêja dibêje kes nay nanivîse loma ez jî diçim .min jî li ji xwe ra got gere tu tirsa xwe bicuyî û derkevî holê ji mêjîyê te çi were bi xulamtîya tiliyên xwe derbasê li tirşik ê kî. |
|
2015.03.01-22:40 |
xeteraqirêj
![]() |
167. Min jî hêviya xwe ji pêvajoya çareseriyê birî .. |
|
2015.03.02-21:35 |
brusk56
![]() |
168. min bi berxwedana xwe 4 kîlo girtin* |
|
2015.03.03-21:21 |
ferhenga şikestî
![]() |
169. belkî haya te ji vir hebe, îroj nebe dê sibe hebe teqez! ma dinya ne piçûk e? ma xwudê jî ne senarîstekî ecêb e? ma rêyên te wê nekevin li pêşiya min? helbet. |
|
2015.03.25-22:14 |
ferhenga şikestî
![]() |
170. (bnr: ev çi bû law) |
|
2015.03.25-22:16 |
ceso
![]() |
171. (bnr: ferhenga şikestî îtîraf dike) |
|
2015.03.25-22:18 |
xendekî
![]() |
172. îro ezmunekê min hebu û ez neçûm, raketim. |
|
2015.03.25-22:38 ~22:39]|
barca63
![]() |
173. Di Wextê xwe yê vale de radikevim. |
|
2015.03.26-00:38 |
brusk56
![]() |
174. ji bo dilê xwe xweş bikim îtiraf3en tirşikvanan dixwînim, lê ya ferhenga şikestî dilê min xweş nekir. jixwe min bi temamî fêhm nekir. |
|
2015.03.26-00:45 |
azadixwaz
![]() |
175. erê roja newrozê bû tirşik ê xweşî û şahî bû ... deng hat dengê dîlan ê.herkesî destavête govenda delîlo yê belê em hekarîyî ji deverên dî cuda ne,divê cihêrengiya me hebe.û me destavête şêxaniya geveriyan..serçopî ez bûm destê min de jî hevalê min yê sinifa min hebû..piştî du deqayan dest ê min û hevalê min jêkvebûn û destek nerm û germ hate destê min.ew bû..wekî rojê bû..ji pirça wê ya sor ku dirêj û mişe bû min serûçavên wê nedidît.carekê pirça xwe avête pişta xwe û ew rûyê wek heyva çardeşevî bi çavê min ketin..hey yarebî te ev rûye ji ber peqlavê çêkiriye çi ? |
|
2015.03.26-02:36 |
vêca çiyeeee
![]() |
176. ji bo vêca çiyeeee |
|
2015.03.26-08:57 |
xendekî
![]() |
177. bnr: tevgerên şîzofrenîk/20633 |
|
2015.03.26-20:50 ~20:50]|
ceso
![]() |
178. Ev du heyv bûn min tirşik jibîr kiribû, doh ceso anî bîra min, sax be* |
|
2015.03.26-21:05 ~21:43]|
kevçiyê dil
![]() |
179. kengî bibînim ku li derekê dibêjin çima kes di tirşikê de nanivîse wek ku hemû kom bûne û li benda bersiva min sekinîne ..belkî tenê ji ber vê dinivîsim niha |
|
2015.03.27-01:47 |
diranfîq
![]() |
180. dema li xwaringeha nexweşxaneyê xwarinê bixwim, her car dirankolkek(kurdan) distînim lê hema bêje qet bi kar naynim û divêjim sergoyê. |
|
2015.03.27-19:17 |
simurg56
![]() |
181. Bi rasti ez pir Kurdi nizanim binifsînim. Hevîyamın ewe ku ez hîne nivisandina kurdî bibim. |
|
2015.03.27-21:02 |
tîrejên rojê
![]() |
182. ji sê tiştan pirr hez dikim; |
|
2015.03.27-21:14 |
ceso
![]() |
183. Dema min bihîst tirsik hatiye avakirin, ez bûm endamê tirsikê .Di serî de min derbarê qasî 15 an 20 mijaran de şîrove û tişt nivîsandin. Lê niha îtiraf dikim ku ev bûye salek min tu tişt nenivîsandiye. Eyba reşê, şerma giranê ji bo min ne wisa? |
|
2015.03.28-00:28 |
nuçevan
![]() |
185. di tirşikê de nû me nizanim ku peyamên taybet mirov ji hev re dişînin admîn dikarin wan bixwînin an na. jvê mereq dikim. ji ber ku tişta taybet taybet e. * |
|
2015.03.28-12:32 |
bijêrvan
![]() |
186. Çend roj ewil hindik mabû ez zewicîbûm û xebera malbata min jî tinebû. |
|
2015.03.28-14:49 |
quşxaneli
![]() |
187. min do şevê di sernava rasteqînê de bi qasî barê karekî tiştina nivîsandin, ji bela ku ji telefonê ketim û ji bela ku piçeke dirêj dem jê derbas bûn, bêî ku copy bikim min şiyand û min dît ku ne onlîne im:( |
|
2015.03.31-12:53 |
ferhenga şikestî
![]() |
188. ez îtîraf dikim ku tişta ku dê min ê bigota wê nebûna îtîrafek. lewma min negot. |
|
2015.04.01-01:05 |
serhednişîn
![]() |
189. min gellek tiştên nivisandina zimanê kurdî bi alikariyê tirşikê hû kir û êdî hû dikim. min berê kurmancî û zazakî tenê bila qeide zanibû. |
|
2015.04.04-18:32 |
cinorek
![]() |
190. yekşemê ezmûnê min destpêdikê le ez ne dikarim dev ji tirşikê berdim ne jî dikarim pênûsa xwe biavejim.ketim ê E'rafe ki mezin. |
|
2015.04.04-20:28 |
quşxaneli
![]() |
192. We qet diziya Xwedê kiriye? |
|
2015.04.05-00:47 |
arifo
![]() |
193. di rojê de 9999999... car pêl li reklamokên beredayîdikim.. |
|
2015.04.06-00:38 ~00:39]|
ferhenga şikestî
![]() |
194. ez itiraf dikem min şifreye xwe hındakırıbu,ewe cara duyemine ez dibim endam,hej wexte nu webi ,tirşik net ,andame we e awil ez bum.. |
|
2015.04.06-01:43 |
baynu
![]() |
195. heftiya vîzeyan e.ez dindik jî naxebitim.niza bo çi nakem xem.divêt ez bixebitim.jixwe min du ders hene ku dê salek din dîsa hilgirim.lê naaaaa...fayde naket. |
|
2015.04.07-21:35 |
vêca çiyeeee
![]() |
197. çend sal berê me dukkaneke emlakê vekiribû.me tabelayek ji bo wê dabû çêkirin.jixwe hertişt bi vê yekê destpê kir.me mêze kir ku gava hinek erebe derbas dibin ji me re tîtikê lê dixin,silav didin,nîşana zaferê dikin.carek erebeya partiyê jî silav da me.em pêşî lê şaş man lê dûre me fêhm kir ku tabeleya me kesk û sor û zer e lewma ew silav didin me. |
|
2015.04.12-21:40 |
bayesar
![]() |
198. Nêzika deh salan e jiyan ji min re giran tê. Ne ku bêhêvî me lê ji ber ku mirov bêyî kategorîzekirinê nikarin bifikirin ez pir diêşim. Gava bi yekê tirk re diaxivim ji ber ku mafê kurdan diparêzim bi yek carek dibim terorîst. Gava ku bi hdpîyan re diaxivim ji ber wan rexne dikim bi yek carî dibim barzanicî an jî hîzbullahçî gava ku barzaniciyan rexne dikim bi yek carî dibim murîd an jî evdoperest, gava bi ateîstan re diaxivim bi yek carî dibim erebekî hov ê biegal û şaşik, gava bi misilmanên serhişk re diaxivim bi yekcarî dibim har û jirêderketî... Pêşî dipirsin tu ji kîjan komê yî? çiqas bibêjim ez ceso me jî dîsa dipirsin tu ji kîjan komê yî... Dîsa dîsa dîsa... ![]() |
|
2015.04.12-23:46 ~23:49]|
ceso
![]() |
199. binavê "nemrud" û "chaco" li uludağ sözlükê dinivîsînim û min format hin nekir çû. |
|
2015.04.13-10:40 |
shorbevan
![]() |
200. sibê ezmûna minê fîzîkê heye û heta niha nexebitîm :'(( |
|
2015.04.13-22:54 |
rûbar payîz
![]() |
202. dema ku bêhna min teng dibe, bo dermanî û bo bêhnvedanê entryên shorbevanî dixwînim, hama xwudê jê razî* |
|
2015.04.14-21:15 |
ferhenga şikestî
![]() |
203. wextekî pîla mişka kombersa min xilas bibû, ez çûm min pîla bangesaeta hevale xwe yê malê jê derxist û li mişka xwe da û pîla xwe ya xilas bûyî jî li saeta wî da, min ji bîr kir ez ji hevalê xwe re bêjim.. hevalê min ê malê mamoste ye, sibehê zû radibe diçe mektebeka gund, axirê sibehê ez rabûm de ji xwe re taştê hazir bikim, min dît ku hevalê min jî li malê ye, min go te xêr e, tu çima neçûyî mektebê, go saeta min a bangê xirab bûye, vê sibê lê neda ez jî di xew de mam û min nekarî bigihim servîsa mektebê.. |
|
2015.04.14-22:26 |
endazer
![]() |
204. digel ku dengdanek hdpê me jî ji ber ku xwîntehliya sosyalîzma hov tîne hişê min dikim nakim dilê min li alên pkk nakele dikim nakim nakele. li ber dilê min ala min, ya kurdistana başûr e. çiqas xweş û rengîn e. |
|
2015.04.14-23:59 |
ceso
![]() |
205. Min pir bérîya tirşikvanan kir ya hu ma ev imtihanén zanîngeyé kenge biqedin bo xwedé ? Min pîr bu li zanîngeyé |
|
2015.04.17-00:08 |
tîrejên rojê
![]() |
206. ez itiraf dikim lê yê bawerke ne wunin |
|
2015.04.23-12:51 |
shorbevan
![]() |
209. mın hêjî format ne xwendiye. hima min di serda lê nihart û derbas bûm. |
|
2015.04.25-12:50 |
shorbevan
![]() |
210. gava dî min dît simurg56 li jêr mijara pêkenokê pêkenokek nivîsiye, pêkenoka nivîsî ew qas fiş û eletewş bû, min xwe negirt û reşşika xwe ya ewil di tirşikê de da simurg56, bila qisûrê efû bike.. |
|
2015.04.25-22:24 |
endazer
![]() |
211. Ez hêjî nizanim bakûr ku der e başûr ku der e. Gava di cihekî de rastê van peyvan têm pêşî çend saniye difikirim û pey re têdigihîjim... Peyre dîsa heman quzzilqurt. |
|
2015.04.28-22:24 |
ceso
![]() |
212. 1-bi rasti klavya min a kurmaci tunneye ,ew yek ji bo min itirafe. |
|
2015.04.28-23:45 |
baynu
![]() |
213. îroj liqayî kesekê hatim, bawer bike pirr dişibiya te, min dirûvê te lê anî û heyfa şeş salan ji rûyê wê yê lihevhatî anî û min di bîr anî ku ew serborî gorekî veşartî ye di dilê min de, ji bo ku ji axê rabe jê re bayekî sivik jî bahane ye, bi xwexapandinên xwe yên sêwî, dikim ku destên xwe ji te bişom lê nabe... dibihîzî? |
|
2015.04.29-20:42 |
ferhenga şikestî
![]() |
214. Min di rojêkê de telefûnên 4 keçikan xwest.Min ji bo xwe ev serkeftinêk hesiband.Le ya xirab yekê tenê telefûna xwe da min û wê jî peşniyara min ya evindariyê qebûl nekir. |
|
2015.04.30-00:11 ~00:12]|
hûteheftserî
![]() |
215. min bêriya wan şerên navxweyî yên tijî heqaret ên tirşikcanan (ne tirşikvan) kiriye. * yaw ez çi zexel im.* bila soz û bext be ku vê carê pevçûnek derbikeve ez ê nebêjim bes e bila heta û hetayê şer bikin. |
|
2015.05.02-21:42 |
ceso
![]() |
216. wûn bi çi bawerin ez ji wera bi wî sond bixwum min bêriya tirşikê kirîye. ev internet bûye nexweşînek limin lê min hinek kêmkir niha ez tedawî dibim lê mixabin eşâ bê dermane. ti başbûna min tine bi qurana kû we xwendîye |
|
2015.05.02-23:06 |
shorbevan
![]() |
217. ez îtirafka din jî dikim min dît hisa şikestî nayê min dev ji nivîsa entry berda carek mindî hayloo vaye şikestî jî dev jê berdaye yanjî ewji tedawî dibê kêm dike o hima min ji nava serê xwe kir hewar û min got ez di şanşê xwe nim û min got gere ez disa herim tirşikê û ez hatim |
|
2015.05.02-23:24 |
shorbevan
![]() |
218. ez fetîşîstê memikan im.neku cihek din,hema ew cotik aqlê min ji serê min diben. |
|
2015.05.04-01:14 |
vêca çiyeeee
![]() |
219. ez pir kêm dinivîsim. mixabin wextê min zêde nîne. |
|
2015.05.04-11:06 |
mîrêhekarya
![]() |
220. ez îtiraf dikim min reşşik nedaye kesî heta niha ewê rekor di destê minda be kesê ne li gorî formatê jî ne nivîsandibe û troll be jî hurmeta min ji wanre heye |
|
2015.05.07-21:50 |
shorbevan
![]() |
221. ez îtiraf dikim gava entry min tên jê birin dilê min ji tirşikê sar dibe û ez bi vî awayê hetanî niha min nivîsandîye ez ne nivîsînim ez nikarim binivîsinim. û ez li malparek din digerim bira tirşikvan bibin alîkarî ji minre karek bibînin lotikxane be nasname be anf... be hima bira ji minre qelemekî û defterekî bistînin bese ji serê min zêdeye. niha di rûdawêde dinivîsînim. lê rûdaw jî wekî tirşikêye hetanî entrykî meriv dikevê meriv qansêrî dibe. |
|
2015.05.08-21:22 |
shorbevan
![]() |
222. Ez ê niha rûpelekî ser leyla güven nivîsand xwedê bela xwe Daye ez têketîbûm tirsik ê ema derketîye mi got Mijar bişîne go Qet mafê te tune ez ê dîn bûm |
|
2015.05.08-23:48 |
zergahemzaerdaldilbirîn
![]() |
223. ez îtiraf dikim gava ji minre reşşik didin kêfa mintê ez tînim bi firim... û ez bi reşşikê xwe serbilindim çiqas pirvin dide nîşan ev tev serkeftina mine û qehirandina hinek kesaye. |
|
2015.05.09-21:35 |
shorbevan
![]() |
224. ez îtiraf dikim malla ferhenga şikestî hezar car ava be yê reşşika dide min wan ji minre aşkere kir. |
|
2015.05.10-19:20 ~19:35]|
shorbevan
![]() |
225. Car caran wexta şeveqê şiyar dibim xwe pir xerîb hîs dikim. |
|
2015.05.10-19:26 |
mircembeli
![]() |
227. di heqîba min de tiştek nema, min divê li ser dîroka siyasî ya başûr û rojhilatê kurdistanê û dîroka siyaseta tirk tiştinan bixwînim, tişta di heqîba min de ketî ser hev min belav kir piştÎ vê saetê her tişteka ez bêjim wê xwe dubarekirin be.. wekê goleke genî hest bi xwe dikim.. |
|
2015.05.11-15:40 |
endazer
![]() |
228. yekem fîlma ku ez li ber giriya bûm berîtan bû. |
|
2015.05.11-16:11 |
berxweda
![]() |
229. ez îtiraf dikim hingî min wêneyê simurg56 endazer7/22 û berxwedayê ci war ne kifşkirî dibînim dilê min ji ala rengîn û ji kek nêçirvan sar dibe erê welle |
|
2015.05.26-20:16 |
shorbevan
![]() |
230. carina ez ji yekî hez nekim, radibim û rûdinim planên kuştin an jî lêxistina wî/wê dikim. planên min çiqas xweş bi hewqas kêfa min jê tê, dûre dibêm "amaaan hele dev jê berdi lo!" Xêra va xeyalperestiya xwe pir caran ji şer dûr dikevim. |
|
2015.05.27-00:24 |
arya jîyanda
![]() |
231. ev salek e min bîr nebir ku ez vegerim Kurdistan a xwe. Qizeke tirk hişê min ji min biri bû. Xwedê hez bike em ê vegerin Kurdistan ê.. |
|
2015.05.27-10:53 ~10:53]|
ciwanqoser
![]() |
232. Carna xeletîyêt mazin yên rastnivîsa kurdî dikim. |
|
2015.05.27-12:22 ~2016.03.28 20:00]|
azad30
![]() |
234. ez gava dikevim tirşikê ewil li çepik û reşika dinêrim gava ku reşşik hebin dest bi çêra/dijûna dikim lê gava çepik hebin ez dibêm hima xwedê ji wî kesî razî ku li çepika dixe. |
|
2015.06.16-21:07 |
shorbevan
![]() |
235. we xwe kuşt law bes serî li hev mezin bikin. |
|
2015.06.17-10:52 |
ciwanqoser
![]() |
236. welehi ev hilbijartina giştî de ez wisa westiyam ku tu yê bêjî qey kamyoneke bibar li ser min re derbas bû. êdî ne ji bo kar û barên min taqeta min maye, ne jî ji bo ku di tirşikê de binivîsim taqeta min maye. |
|
2015.06.17-14:04 |
nazim tolhildan
![]() |
237. yek ji tiştê herî zêde ez dibehecim xwendina sirûda tirko ye. di mezûniyetê de jî dê ev marş were xwendin.. ne ji malbatê bûya ez ê neçûma mezûniyetê jî.. |
|
2015.06.17-14:40 |
berxweda
![]() |
238. ez rojî nagrim. (bnr: ez ne atêîstim) (bnr: sedemên rojî negirtinê) |
|
2015.06.21-18:42 |
hûteheftserî
![]() |
239. Ez jî nagrim. Min îro (bnr: goştê xinzîr) xwariye. Parsûyên biraştî. Ê ma qey lezetek wê hebû. |
|
2015.06.21-18:45 |
hola êzîda
![]() |
240. Dixwazim hinek mijaran da binivîsim lê ji ber bandora rojê hal min de naminê.nivîs ji min re gelek dijwar tê.piştî fitarî jî wext namînê. |
|
2015.06.23-19:36 |
ronahî
![]() |
241. dema li iraqê an jî sûrî, tirkmen tên kuştin kêfa min tê. tişten ne rast e û ji xwe fedî dikim lê sedema kêfxweşiya min ew e ku tirkên famkor hinek tiştan fêhm bikin. |
|
2015.06.26-17:57 |
simurg56
![]() |
242. li ser înternetê di muneqeşeyêde tirkê nijadperest bimin nikarin ez dev li wan di qelêşim wan diqehirînim cîyê ez li wir bim ew nikarin serbest xeberdin. |
|
2015.06.26-20:20 ~20:39]|
shorbevan
![]() |
243. Min biguman ne tekes dizanîya recep dildar nivîskareke kurd e.li ser feysbukê jî re daxwazî şand.paşîre min dît ku ew wênê min aciband û şîroveyekê asahî kir.min xwera got bawerke ev ne nivîskare min xeletî kir ji wî re daxwazî şand.piştre min ew ji hevaletî derxist.paşîre min hinek pirtûkê wî dît ku ew nivîskarek e.piştre pişman bum lê dem ji demê borî bu |
|
2015.07.03-01:13 |
ronahî
![]() |
244. ez dixwazim navê xwe yê tirşikê biguherînim lê ji tirsa simurg56 newêrim jê re bêjim:( |
|
2015.07.14-02:50 ~02:53]|
ferhenga şikestî
![]() |
245. nexweşîna tirka nijadperestî digihîje min jî ez dinav wanda hingî diçe nijadperest dibim mixabin. |
|
2015.08.03-12:17 |
shorbevan
![]() |
246. birêz yoda heta niha 5484759.. heb soundtrackên bijarte parve kiriye lê seb xatirê xwudê be jî min yek jî gohdarî nekiriye* |
|
2015.08.05-23:54 |
ferhenga şikestî
![]() |
247. tirşik, |
|
2015.08.13-21:28 |
kurêpîrê
![]() |
248. ez îtiraf dikim endazer û rasteqîn yek kesekîne. çima-çewa? dema tên tirşikê herdû ilamê didin hev bi hevra tên dema diçin jî bi hevra diçin |
|
2015.09.03-00:18 |
shorbevan
![]() |
249. naxwazim razêm û wextê wê ye ji ber karên min ên sibe. |
|
2015.09.03-00:21 |
azadixwaz
![]() |
250. ez ji bo pirtûkan dinivîsim yana nivîsên tirşikê û nivîskarên wê yekcar nayên xwendin. |
|
2015.09.03-23:23 |
dijber
![]() |
251. tê du meh he ne ku neketibûm tirşikê, ji vir meheke berê nazim tolhildan peyam şandiye û gotiye ezê werim stenbolê emê hev bibînin lê min peyam hê nû dîte, aniha min bêriya tirşikê kiribû û mi go ca vekim, xwezî min meheke berê bêriya tirşikê bikira:( |
|
2015.10.24-20:52 |
ferhenga şikestî
![]() |
252. hema bêje tu roj tune ye li tirşikê nenêrim. ew roja min bi roj li tirşikê nenêrî, şev beriya raetinê tê bîra min lê dinêrim bê ka çi hatiye nivîsandin. lê nanivîsim * ji ber ku di ferhengê de kelecana berê tune ye, ji dilê mirov nayê binivîse. lê çi bû di ferhengê de kê çi nivîsand dizanim * |
|
2015.10.30-00:59 |
paşê min got what the fuck
![]() |
254. ji hemû jinan hez dikim, çimkî tev şekir in. |
|
2015.10.30-01:27 |
ferhenga şikestî
![]() |
255. (bnr: bila nefes bistîne bes e) * |
|
2015.10.30-01:28 |
obamayê qunreş
![]() |
256. ez ji hemû jinên ku ji mêran nefret dikin û ji zilamên ku ji hemû jinan hez dikin nefret dikim. |
|
2015.10.30-01:37 |
dijber
![]() |
257. îmana min ji dijber diçe* |
|
2015.10.30-01:40 |
ferhenga şikestî
![]() |
258. (vbnr:pozê min diherike ) û ji min nayê ez gû bikim. |
|
2015.10.30-14:50 |
dijber
![]() |
259. keçên kurdan gelemper ne xweşikin |
|
2015.10.30-15:07 |
nievba
![]() |
260. ez îtirafdikim elegez ji min hezdike. ê yê ku di qehire dikare sîparîşê dîwara bide dibe ku ji bû serê wan lazim bike. |
|
2015.10.30-15:18 ~15:19]|
shorbevan
![]() |
261. min digo qey kanûn meha "kasımê" ye. di çend peyamên xwe de jî min bi vî awayî bikaranî. mirovek tenê derneket û negot keko te li vir xeletî kiriye rastke. de bila wisa be, dostek tune ye li vir ji min re.. |
|
2015.11.03-11:50 |
brusk56
![]() |
262. min biskek berê straneke siya şevê ya sitêyê vekir û guh da wê, û bawer dikim ku ezê heta şefeqê li ser hêv guhdarî bikim.. |
|
2015.11.04-00:43 ~00:44]|
ferhenga şikestî
![]() |
263. min çendek berê çewtiyeke gelek mezin kir, lê ditirsim ji simurg56 re bêjim, belkî ew jî nikaribe rast bike lewma nizanibe baş e |
|
2015.11.09-13:13 |
ferhenga şikestî
![]() |
264. min çeppikek da peyama jor îtîrafên tirşikvanan/79305 da ku li şuna peyamên ku herî dawî hatine dengdanê heya çavê simurg56 pêkeve daleqandî bimîne û simurg56 dehwa xetaya ferhenga şikestî bike * |
|
2015.11.09-20:20 |
ceso
![]() |
265. Min jî çewtiya Ferhenga şikesti zehf mereq kir û got ev peyam îtîrafên tirşikvanan/79305 zehf ecêb e, pakêtek dendik min ji xwe re amade kir belkî sîmurg56 bi pistûka ferhenga şikesti bigire û em jî temaşe bikin* |
|
2015.11.10-02:39 |
kevçiyê dil
![]() |
266. îtîraf dikim di tirşikê de bêhemdê xwe kirina xeletiyek mezin, zêde ne pêkan e. ji ber ku vegera piraniya xeletiyan (carina zehmet be jî) heye. |
|
2015.11.10-22:07 |
simurg56
![]() |
267. îroj ev bû salek e ku bi tenê dijîm, mala min ji navenda bajêr dûr e, mîsal ji bo ku karibim bigihîjim kadikoyê kêmtir saetek û nîv bidim ber çavan.. |
|
2015.11.11-20:24 ~20:31]|
ferhenga şikestî
![]() |
268. ez li xwe mikur têm ku ez nikarim tiştê niha dikim ji we re bibêjim.îca hûn fêm bikin |
|
2015.11.12-21:12 |
dijber
![]() |
269. erê herê da bo we bêjim.. |
|
2015.11.12-22:29 |
vêca çiyeeee
![]() |
270. demeke dirêj e, peyamên li ser rastnivîsê û redaksîyonê hema bêje qet naxwînim. |
|
2015.11.22-20:38 |
simurg56
![]() |
271. Em ber bi ku ve diçin nizanim. Her roj bi dehan mirov tên kuştin li kurdistanê. Vaye îro jî tahir elçi kuştin. Di heman bûyerê de 2 sîvîl jî hat kûştin. Li nisêbînê, dêrikê, farqînê, cizîrê, amedê.. Mirina sîvîlan bûye tiştek normal. Ne tu kes hesab dipirse ne jî tu kes berpirsyariyê distîne. Êdî em bi xwe jî zêde li ser naaxivin. Ji me re jî bûye tiştek normal. Jinên zaro, zarokên 3-4 mehî hatin kuştin. Heçko tu tişt nebûyî em jiyana xwe didomînin. |
|
2015.11.29-00:48 ~00:49]|
brusk56
![]() |
272. ji ber ku tenduristiya min a derûnî xera nebe, heya ji destê min tê, peyamên shorbevan naxwînim. |
|
2015.12.11-16:26 |
nazim tolhildan
![]() |
274. Diya xwe ji welêt zehftir hez dikim. |
|
2015.12.27-02:48 |
deynê doqizincî ayê
![]() |
275. dema mal de tenê dimînim tiştê pîs dikim. xemgînim lê rastî ewe. |
|
2015.12.27-11:25 |
bêhna_piştî_baranê
![]() |
276. dema min her sê îtîrafên li jor vê entrya xwe xwendin, dilê min ji jiyanê sar bû.. |
|
2015.12.27-11:47 |
ferhenga şikestî
![]() |
277. ez îtiraf dikim min bêrîya nivîsandina endazer, ceso, elegez, xendekî, hêja huner berxweda, rasteqîn, mele ahmedê nalbend û ferhenga şikestî kirîyê. |
|
2015.12.27-16:50 ~2016.01.03 02:23]|
shorbevan
![]() |
278. ez dixwazim îtirafek din jî bikim, ez herî hatime tirşikê ti xêr û bereket nemaye.. |
|
2015.12.27-16:54 |
shorbevan
![]() |
279. îtîraf; ez hê jî nizanim tirşikê bikar bînim. heval behsa ferhengê dikin, behsa entrya dikim. haya min ji tiştekî tune. heta doh min nedizanibû mijarek jî vekira. |
|
2015.12.27-18:16 |
bêhna_piştî_baranê
![]() |
280. belkî hûn tiştekî wek ecêb binêrin û ji aliyekî din ve trajediyekî ye û gelek jî ev hal mixabin nav miletê me de tê dîtin jî... |
|
2016.01.01-01:52 |
mîr
![]() |
284. Ez heta nîvê şevê li benda barana berfê bûm. Xêra xwedê sisêyê şevê berfê lê kir lê niha jî li bendê me qene erdê bigire. Kengî dinya rehnî bî ezê derkevim der ve û guh bidim dengê sipîya berfê. Min bêriya bêhna sermaya berfê kiriye.. |
|
2016.01.03-06:52 |
kevçiyê dil
![]() |
286. ez îtîraf dikim dema reşşik an çepik distînim wêneyê xwe li cîhê dengdanên dawîn dibînim wer kêf xweş dibim.. zilma li kurda dibe jibîr dikim.. û jiber peyamên min ji hinekare dibin kul û derd bêhtir kêfa min tê werhasil bi xwe serbilind dibim.. |
|
2016.01.10-14:11 ~14:14]|
shorbevan
![]() |
287. îmana min ji sihûda min û ji min diçe! îmana min û hew! |
|
2016.01.10-21:52 |
ceso
![]() |
289. Ez îtîraf dikim ku berê em û rasteqîn bi hemû awayan em dijberê hevbûn lê êdî ez jî hima bêje li ser her tiştî weke wî difikirim. |
|
2016.01.11-20:50 |
ceso
![]() |
290. ez bi coş li benda eşqê ceso û rasteqînî me. |
|
2016.01.12-16:56 |
wiha wilo wisa
![]() |
292. îroj nivîskarek ji min re gacinceke xwe ragihand, got di derheqê min de tiştên nebaş hatine nivîsin, min jî bi wateya erê yav tu mafdar î, refleskekê nîşan da, piştre hatim min li mijara wê/î vekir û min dît ku yê ku herî zêde rexne kiriye meger ez im :/ |
|
2016.04.05-21:52 ~21:56]|
ferhenga şikestî
![]() |
293. tirşikê de heft heb hesabê min henin. |
|
2016.04.05-22:52 |
bêhna_piştî_baranê
![]() |
295. Karekî minî girîng heye. Herì kêm 6 mehan divê. . Lê mixabin ji telefon, tirşik, film û rêzefilmê house md ez nikarim karê xwe bikim. Rojeke min û qutbûna telefûn, tirşik û filman heye . Ka bixêr. Bêka kengî ye. |
|
2016.04.07-00:35 |
gumgumok
![]() |
296. Car caran Mala formata tirşîkê xirab dikem. Haya min jê heye*. Ką hela binêre dirêjîya sermijarê teqez moderator dîn bûne (bnr: xeyalên wek ezê rojekê bo tirşîkê têra ansîklopedîyekê tiştên bi kêr binîvîsim) |
|
2016.04.26-00:05 ~00:07]|
azad30
![]() |
297. Newêrim îtîraf bikim. Wilqasî ziravê min nîne. |
|
2016.04.26-00:29 |
gumgumok
![]() |
298. Ez van rojan li ser ewran radizêm. |
|
2016.12.07-22:20 |
endazer
![]() |
299. Heta demek nêz jî min nizanîbû her du guhên mirov dibihîze;)) |
|
2016.12.08-14:50 |
porkurîşk
![]() |
301. merheba, li amedê Hiqûqê dixwînim û gihame pola 4ê. li vir ders li ser salê hesab dbin, yanî dewra ewil vîze (ezmûna ewil) dewra duyê fînal in. ev du hefte ye, ez dikevim ezmûnên vîzeyê, ji 11 ezmûna 9 qedîyan; mane 2 heb. ceza ozel û cmk. herdu sibî li pişt hev inm ceza ozel dersa sala borî ye, min hêj derbas nekirîye. xwedê bela xwe bide wî yê ev bername çêkirî; ev herdu ders kirine eynî rojê. û ez li vir îtiraf dikim hê jî li herdu dersa nexebitîme; ku ev herdu ders ji hev zortir in, dersên herî zor in. êdî îşev ez ê not mota bixwînim. ez zanim ev ne dersên nota ne, lê çi bikim wext nema. |
|
2016.12.29-18:19 |
xendekî
![]() |
302. Ji bo xew ve herim her şev bizina dijmêrim. Çiqas xeyalî be jî bawer nakim şivanek emrê xwe de qansî min bizin jimartibi. |
|
2017.01.20-02:56 |
biaqila malê
![]() |
303. Ev îtîrafeke yan îtîrafêk niye nizanim lê belê ez hê jî nikarim bi kurdî wek serî biaxivim. Ji bilî hevokên hêsan yên guftûgoyan, wisa hêdîkâ dipeyivim. Digel vê ez kesekî kurdîzanim yan kurdînezanim nizanim. Ji ber ku ez ji biçûkatî(dema ku ez dusalî bûm) heta niha dûrî welatim, derveyî kurdistanê dijîm û kes nîne em bi hev re bi kurdî biaxivin wilo bûye li gorî ramanê min. |
|
2017.01.30-04:47 |
rûbar
![]() |
304. Tirşikvanek heye ez kîngê navê w di bêşa nivîskarên girêdayî de dibînim hizûra min direve. |
|
2017.03.18-01:21 ~01:21]|
bûtîmar
![]() |
305. nikarime xwe. |
|
2017.03.18-01:45 |
gumgumok
![]() |
306. û ew kes xwe baş dizane ku reşşikan dide min * |
|
2017.03.19-04:01 ~04:08]|
bûtîmar
![]() |
307. îro min bi ecele ji înternetê bilêta Îzmîrê birî. ji ber ku ecele bû min li detay metayan nenerî. paşê hevalên ba min pirsîn kîjan balafirgeh e. wê gavê min got ulaaaaan!! min lê nêrî sabiha gökçena jehr û ziqqûm e. hefteyek berê min gotibû ez êdî min bikujin jî ez bilêtê ji bo wir nabirim lê va ye min birî :( |
|
2017.03.19-07:51 |
mergehez
![]() |
308. îtîraf dikim ez nîzanîm tirşik bikarbeynim |
|
2017.03.20-00:17 |
kanî27
![]() |
310. Hê min ji binî destê xwe ne daye kûçikan. |
|
2017.04.26-15:19 |
gumgumok
![]() |
312. Ez van rojan li ser cihnivînan radizêm. ;) |
|
2017.04.26-21:24 |
endazer
![]() |
313. hewl didim ku peyama 100.000ê ya tirşikê binivîsim lê hîn gelek peyam mane. min nizanibû li ser hev nivîsandina gelek peyaman evqas zor e. tu peyamekê dinivîsî paşê mijar nayê bîra te, dema te mijar dît îcar mijareke din lazim e... |
|
2017.06.09-07:16 |
mergehez
![]() |
315. Carna ez navê tirsik.netê antîsempatîk dibînim. |
|
2017.06.23-01:45 |
bûtîmar
![]() |
316. pirr hej jÊ dikem ku li ser etimolojiya peyvan lÊkolînan bixwînim. |
|
2017.06.28-13:17 |
ferhenga şikestî
![]() |
317. min îro gregor samsayek kuşt * |
|
2017.06.28-18:49 |
bûtîmar
![]() |
318. berî 2-3 saetan, min bi xeletî hemû dengdanên di tirşikê de, kirin dengê ecêb. |
|
2017.07.08-21:59 |
simurg56
![]() |
319. idî ez jî ji wan kesan im ew kesên ku dewa zewacê dikin * |
|
2017.07.31-15:13 ~15:16]|
bûtîmar
![]() |
320. endazer li ser ewran ranazê êdî. bi qewlê ciwan wî jî êdî "text û xatûn"ek heye * |
|
2017.11.05-02:17 ~02:20]|
sergijik
![]() |
321. Îtiraf dikim! |
|
2017.11.05-18:01 |
xelefêserhedî
![]() |
322. Yek-du Tirşikvan hene, ez peyamên wana qet naxûnim, dîrekt derbas dibim * |
|
2017.12.01-02:56 ~02:58]|
bûtîmar
![]() |
323. Peyama tirşikvanan herî kêm sê an jî çar cara dixwînim. Yên xwe jî tê de. Heta hinek peyam hene belkî bîst car zêdetir xwendime. Ya ji ber fêm nakim kurdiya min kêm e(birastî jî kêm e) ya ji ber nivîskarên din nikarin ravebikin kurdiya wana kêm e. Lê ji xwendina wan aciz nabim ew baş e. |
|
2017.12.01-04:31 |
rûbar
![]() |
325. Vaye demeke dirêj e ji ber tiralî, xerabiya derunî, rewșa welat û siyasetê min tu tiștî du tirșikêde parve nekiriye. û îtîrafeke din; min dest bi lîstikeke mobîl jir û ji rewșa welêt pir bêhêvî me. |
|
2017.12.23-15:17 |
azadixwaz
![]() |
326. îtîrafe an îtîraf nîne , ez ji hîjdeh salî me , lê hertim xwe heftê salî hest dikim. |
|
2017.12.30-00:23 |
kurdokercewsî
![]() |
327. li gor min her kes xirab e. heta bavê min û diya min jî. |
|
2017.12.30-03:38 |
sloujouc
![]() |
328. di vê heftê de min xwe pir betiland û min îro ji karê xwe ya nîvro reviya û min got mêvanên min ên qedirbilind hatine, nabe ku ez nerim malê. derew e. ji xêynî min rûh û cin û afirîndeyên din kesekî li malê tune ye. |
|
2017.12.30-15:21 ~15:35]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
329. Îro min tê anî der, nivîskareke go j'min wê ye mêr e , jin derket. Peyre min peyamên jinikê dûbare kir, dîse xwend. Û ez şaş man. J'bo go wateya berî ez bielimim û piştî ez elimîm zayendê wê zehf guherî. Îda Çêtir watedar xwuya dikirin. |
|
2018.01.03-22:27 |
gumgumok
![]() |
332. hebûna tirşikê ji bîra min diçe. bo mînak ev demekî gelek dirêj bû, ji bîra min çûbû. lê niza^m ji dil derbas bû û hestekî got ka bikevê. |
|
2018.02.21-02:36 |
wiha wilo wisa
![]() |
333. îşev di dilê min de tengasiyek heye lê sedema wê nizanim.. |
|
2018.08.26-01:04 |
bûtîmar
![]() |
334. Ez telebê hz mehdî me, xocê xizirê vî zemanî me, shorbevan'im û şûrê hz mehdî me, xwedê nûra xwe bi destê min, hz mehdî û telebeyên wî temam dike. tevgerên min aqilê kesî têrnake ku fehmbikin mesela ez bibibêjim min araqê xwariye dilê ne rihet têde rihet kiriye, û min xwedê nenasiyê jî kiriye bê ehlaqiyê kiriye û diserde di dinyayêde ti kes bîna min îmanxurt tune. Ez tiştek wisame bi serê merivde naçe tiştek ecêbe newsa? |
|
2018.08.26-17:11 ~17:15]|
telebê hz mêdî
![]() |
335. Ji ber ku karên min van rojan pir zehv in nikarim bitirşikînim. Hêviya betlaneya somestirê me. |
|
2018.12.28-11:23 |
xelîl
![]() |
336. her yekî bo min hevalekê/î virtual bibin jî ez pir ji hevalên min ên li tirşikê hez dikim. |
|
2018.12.28-19:20 |
mirovekirind
![]() |
337. Nivîsa min ji axaftina min baştir e. Ez kêm bi kurdî diaxivim. :( |
|
2019.03.30-19:25 ~19:26]|
hesinkar
![]() |
338. ez ji agirîyê me û min her tim perwerde bi zimanê t*rkan dît.Wê demê da min tu carî ne ji zimanê t*rkî û ne jî rêzimana wî ne jî dersa wêjeyê hez kir. |
|
2019.03.30-20:02 |
brzn
![]() |
339. ez narsîst im. |
|
2019.03.31-00:14 |
gulêê
![]() |
340. ez ji t*rkî xeberdanê pirr acizim yaw , dema ku zêde xeberdim diwestim yaw |
|
2019.04.01-00:20 |
brzn
![]() |
341. Min îro raya xwe da Chp û ji qehra serê min diêşe. Hesteke ecêb e. |
|
2019.04.01-00:43 |
biaqila malê
![]() |
342. ji ber ku ne li mal bûm min raya xwe neda chpyê loma rehet im. lê bawer im li mal bûma jî min ê raya xwe nedana. lê merivê min, malbata min ku li izmirê rudinên li ser daxwaza silhedîn raya xwe dan chp. hêvî dikim chp wan poşman neke. |
|
2019.04.01-01:16 |
hêvî
![]() |
343. Berê bi navekî din jî li vir bûm lê bi nivîsandina navekî cudatir mirov xwe azadtir hîs dike, her çend mirov nikaribe bi temamî otosansûrê ji ser xwe biavêje jî. |
|
2019.04.01-11:44 |
henûn
![]() |
345. Min jî dixwast wekî berê her roj bêm li Tirşikê lê mixabin ew kêfa berê nîn e. min sêrî de got qey dema min nîn e lê niha fêm dikim ku ji tirşikê sar bûme. yanê sorun bende değil sende canısı :/// |
|
2019.04.25-01:14 |
jifêzagorda
![]() |
346. Bila dilê kesekî neşike |
|
2019.04.25-04:44 |
bilbilê dilkul
![]() |
347. Min xwest ez hemû peyamên xwe yên li vira jê bibim. Hetta min dest pê kir lê dawiyê ez poşman bûm û min nîvî de hîşt. |
|
2019.08.04-02:10 |
biaqila malê
![]() |
348. Li xwe mukir bêm ez di jiyana xwe de bi gelemperî bi Tirkî qise dikim mixabin. Ev yek e jî dibe sedema paşveçûn a kurdî. Mirov dikare bi zimanekî binivîse lê divê mirov bi wî zimanî gotinên pêşiyan û biwêjên di nav hevokên xwe de bîne ziman. Ji bo vê yekê jî divê zêdetir bê axiftin. |
|
2019.11.12-19:29 ~19:32]|
hesinkar
![]() |
349. heke em ragihandinên telefonî yên tikûtenê û xwendina pirtûkan nehesibînin ji xêndî twitterê ez tu carî bi jînde kurdî bi kar nayînim. li der û dora min dilbikurdî kesek tune ye. ji xwe hevala min a kurd a tenê jî kurdî nizane. kerba ez ê di xwe'n-nim. * |
|
2019.11.13-18:19 ~18:19]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
350. Bavê min di sala 1942an de ji dayik bûye ez di sala 1990an de ji dayîk bûm. Yanî bavê min tam 48 sal ji min mezintir bû. Bavê min ji ber çend pirsgirêkan du car zewicîye. Ez naxwazim têkevim hûrgilîyên malbatê. Bavê min gelek ji nezerê ditirsiya çi ku gelek bobelatan hatibûn serê wî û ew her gav digot çavêd xelkê pîs e zû nezer dikin min hemî tiştên xwe ji ber wana wenda kirin. Neyse hevalno bavê min ji ber têkçûnên xwe gelek ji min û ji birê min hez dikir gelek ditirsiya tiştinan bihatana serê me loma gelek caran dema li derûdorê yekî jê re bigota çend kurên te hene? Bavê min digot kurên min tune ne ewê ku li gel min e lawê cîranê me ye. Paşê dema zilam ji dikan biçûya dîsa qala çîroka xwe ya pêncî salan dikir û digot nezer heye nezer. Bavê min însanekî baş bû lê hinekî feodal bû nikaribû di roja îroyîn de tiştinan ji hev derîne loma gelek caran em bi hev diketin. |
|
2019.11.24-23:51 ~23:56]|
ferhenga şikestî
![]() |
351. Gelek caran dixwazim werim li ser tirşik netê tiştinan binivîsim lê tirşik ne wek twîtterê ye loma ez zêde guh didim tiştên li vir dinivîsim lê hingî dişixulim û dibetilim halê min namîne ez li ser entryan bifikirim lê her roj têm û mijaran dixwînim. Ez gelekî li ber vê ferhengê dikevim ku em xatirê wê nizanin destpekê de ez :( |
|
2019.11.25-00:40 |
biaqila malê
![]() |
352. Cêwiyê mi zazakî yew şîîr nuştibî. Hema ma key kîyeyê tazîye di kom bibînî, ma henekê xwu ci û şîîra êy kerdinî. Seba ke şîîra ey de qal û vatişê bawkalê mi bî. (Carna bawkalê mi qalî keyeyê xwuno newe bikerdinî vatinî “keyeyê mi ra gere dewa qasa biaso”). |
|
2019.12.08-23:22 ~2019.12.09 11:13]|
kajav
![]() |
355. min waneyê îngilîsî bi zaravayê soranî bi tîpên erebî gûhdar dikir |
|
2020.02.07-19:55 |
tîrêj zana 21
![]() |
356. Ez nizanim ezê çi îtîraf bikim. |
|
2020.02.07-21:32 |
xabûrî
![]() |
357. Keçika hevala min tir, li min dikir fis.. |
|
2020.02.07-22:17 |
zîzo
![]() |
358. Bi hebûna nivîskarê me yê nû, tîrêj zana 21, tahm û quality ya tirşikê pir hat xwarê. Dilêm ji tirşikê sar bû. kêf ji xwendina tirşikê nagirim. Çend hefte ye dilêm nîn e ez tiştan di tirşikê da binivîsim biweşînim. pir xemgîn im. xwe ecêb dibihîsim wekî ku tiştekî hêja ji destê min çûye. (te got tirşik?) |
|
2020.02.09-11:55 ~2021.12.20 11:05]|
mirovekirind
![]() |
359. li ser imdb 1 puan didim filmên tirkan ên nîjadperest ku min seyr nekirye. |
|
2020.02.25-02:04 |
hespêsor
![]() |
360. Nivîsên dirêj yên tirşikê , xwe de nabînim ku bixwînim lê dema peyamek wiha jî bibînim Here lînkê , dixwînim û dû re dibêjim belê nivîs çiqas dirêjbe ewqas bi tehm e. Belê min ev nivîs xwend Here lînkê |
|
2020.04.08-04:48 ~04:49]|
brzn
![]() |
361. wek hûn jî zanin ; |
|
2020.04.08-13:15 ~17:49]|
shwinsherm
![]() |
362. diho şeva din, saet 4ê sibeyê min sîparîşa pîzzayek mezin da û tenê serê xwar. û ser de jî tasek şîrbirinc wek şîrînahî xwar. |
|
2020.04.08-16:45 ~16:52]|
xelîl
![]() |
363. Îtîraf dikim! Adonîsê min hene!! |
|
2020.04.09-09:47 |
xwelî li ser
![]() |
364. Di jiyana xwe yî rojane de nikarim bi kurdiya resen baxivim. Ne ji ber nikarim, ji ber ku kesekî min fêm bike tune ji mecbûrî tirkmancî daxivim. Mixabin, sed mixabin, hezar mixabin...... |
|
2020.04.09-11:08 |
tîrêj zana 21
![]() |
365. Wexta ez zarok bûm rewşa me a aborî ne baş bû weke gelek kesan. Me, rebenên Xwedê, têr xwarin jî nedixwar. Rojekê bacanên sor(firingî) li malê hebûn, nizanim bê bavê min ji bajêr kirrî bûn yan dayika min ji ettar kirrî bûn nayê bîra min. Hema tiştê ku baş di bîra min da maye min bi dizî bacanekê girt û veşart dûre jî derketim derve. Piştî ji malê hinekî dûr ketim min ew derxist û weke guran xwar. Tiştê ecêb piştî vê bûyerê Demeke dirêj min digot qey min guneh kiriye û min xwe nebaş hîs dikir * |
|
2020.04.09-17:24 ~17:24]|
xabûrî
![]() |
366. Wextê ez biçûk bûm, kekê min di derbarê zemanê berê de fîlman (helbet qorsan bûn) dianî. Bi şûr û tîr û kevan şer dikirin. Min jî digot qey wan tiştên ku em sêr dikin jidil jî çêbûye, û ez aniha wan tiştên rasterast hîn dibim, dîrokê bi çavê xwe dixweynim. Lê tevê xeyalên min wextê kekê min fîlmekê pêşerojê anî xera bûn. Ji ber ku hê pêşeroj çênebûbû. :((( |
|
2020.04.09-20:27 |
saqîsiwarîyo
![]() |
367. Wexta ez zarok bum, her havin mêşan di kuştim. Min paskê van diqetan carna jî lingê van deqetandan.min Kulîyan jî cukatî van dilebixand.ez û hevalan. Em zarok bûn nizanibun gunahe. |
|
2020.04.09-23:02 |
dilreş
![]() |
368. Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me jî hebû. Herkes fîlmê temaşe dikir. Dema ku zîn mir. Min çû tuveletê û dizî dizî girîya. |
|
2020.04.09-23:12 ~23:13]|
dilreş
![]() |
370. 23 nîsanê ti car qasî niha bandor li min nekiribû. |
|
2020.04.23-23:29 |
brzn
![]() |
371. Dema îroj min li storya nêrte ku kurdên ala dagirkera avêtinê û cejna 23 avrêlê ya ew atetirkê xwîna kurda vedixwar, ewê ku kurda kir bindest, ewê ku li dersîmê qira kurda anî, ewê ku li amedê şêx seîdê pîran dardekir, , ewê ku zimanê kurda qedexe kir, diyarî zarokê tirka kiribû pîroz dikirin. min fêm kir ku kurd ne hêja ne seriyek pîvaz jî, heyfa ewqas ciwana li serê çiyayan di wê sermê de di wê birçîbûyînê de , wî şerê giran dikin. Heyfa ewqas ciwana laşê wan di zindana de riziya. Heyfa ewqas dayika bi hêsirê çavan û ji kula zarokên xwe perîşan û jar bûn. Heyfa ew qas gundê şewitî. Heyfa ew qas nivîskarê kurd ji bo xwendin û nivîsandina kurdî çavê xwe kor kirin. Heyfa ewqas ciwana ku hama her derfetek dikeve destê wan ji bo kurda dixwazin tiştekê bikin. Lê mixabin Ew kurdên ku Ji bo çend qirûşa an jî bo bikevin karekî dewletê namûs û şerefa xwe yî tune difroşin. Ew kurdên ku zarokê xwe bi qastî asîmîle dikin û bi tirkî mezin dikin. Ew kurdên ku îroj tev serê me bûne chp hez. Ne layiqî ew qas fedakariya ne. Min ji ber kurdayetiya xwe fedî kir û min xwest ez ne kurd bû ma. Heyf û çi heyf. Pere her tiştê kurda ye. Pere pere pere..... |
|
2020.04.24-00:08 |
tîrêj zana 21
![]() |
372. - 26.04.2020- |
|
2020.04.26-00:10 ~00:11]|
brzn
![]() |
373. min qet bawer nedikir ku endamê hespêsor ji peyama min ya hespêsor/121099 aciz bibe. |
|
2020.04.26-03:58 ~05:09]|
mirovekirind
![]() |
374. Ez nizanim ezê ji ku destpê bikim, lê îroj min fêm kir ku heya ji dest mirov hat divê asta perwerda xwe bilind bike. Yanê mebesta min ji asta perwerdê nav û paşnavên pîşeyî an statû ye. Heya li ber navê mirov daçekên dr, prof, doç, mv filan û bêvan tune be gotina mirov pere nake. Min fêm kir an ez gihaştim wê qenaetê ku şîreta gel ya bo bikar anîna zimên kêrî tu tiştî nayê. Divê mirov hin tişta bike ku gel mecbûr bibe zimên bikar bîne. |
|
2020.04.30-04:26 |
tîrêj zana 21
![]() |
375. Ev 3 4 roj e hema dikevime twitterê û çav lê digerînim dû re difetisim xwe davêjime tirşikê. |
|
2020.05.02-18:05 |
brzn
![]() |
376. piştî şewba koronayê derket, karê min sist bû. hê dişixûlim lê êdî her roj naçim kar û şevên ez li kar dimînim hindiktir bûn. |
|
2020.05.03-21:27 |
brusk56
![]() |
377. min dixwest anonîm bim û behsa tiştên ''dirty'' bikim lê mixabin |
|
2020.05.04-01:39 ~01:49]|
gulêê
![]() |
378. ma yek u do u sêne ezbeni? |
|
2020.05.04-22:25 |
hak buddy
![]() |
379. Mim îro seet nêzî deha ji diya xwe re go ez ê razêm lê hêj şîyar im hhh |
|
2020.05.05-03:30 |
sarya
![]() |
380. Ne bi xwe re dibînim fikrên mirovan guhdar bikim ne jî bi xwe re dibînim fikrên xwe bêjim. Wek ku madê min ji dinyayê bixele , wek ku têkçûyînek mezin hatibe serê min , bi bêhevitî li tiştên derdora xwe temaşe dikim û ji her tiştî re serê xwe kil dikim. |
|
2020.05.05-17:49 |
biaqila malê
![]() |
381. Ez ne gokim |
|
2020.05.05-18:51 |
hûteheftserî
![]() |
382. Ji hevalên xwe ra teqlîda Îbrahîm Tatlises dikim. |
|
2020.05.06-01:54 ~01:57]|
ezxeyic
![]() |
383. çendek e ez rojê 25 saetan li telefonê dinhêrim :( |
|
2020.05.07-00:23 |
bûtîmar
![]() |
384. Di berê de mirovekê çêpgirî bûm û li tevgeran çepgirî de he bûm. Kurdî yan Kurdatê li şûns dûyemin yan seyemin de bû û min baverîya Biratîya Gelan kiribû. Lê paşê de min fehm kir biratîya gelan tiştekê dereve û çepkirî jî tiştekê pir valaye û ji bo kurdatî gellek xeternake. |
|
2020.05.07-07:15 |
tekoser
![]() |
386. do şev ji xew rabûm. beşa 8a ya bê henek hat bîra min a ku jina xwarik tê de mîna tespîtvanek mezin dipeyive û pirqînî bi min ket. ji xewa nikarîbûm çavên xwe vekim lê kenên min odê dihejandin. |
|
2020.05.08-01:42 ~01:44]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
387. Dema peyamekî lê dikim û dişînim. Lê dinêrim ka peyam çawa tê xuya, estetîk e an na û rêzika dawîn li gorî rêzika ser xwe re dirêjtir e an na eger ne bi dilê min be tenê ji bo ji aliyê estetîkê xweştir xuya bike ji nû ve revîze dikim tiştinan lê zêde dikim an jê dikujim. Ji loma ye hema bêje hemû peyamên min wekî vê sererastkirî ne. |
|
2020.05.08-05:43 ~05:44]|
endazer
![]() |
388. gelek caran ku zarokên Kurd bi min ra bi Tirkî diaxivin ez bi qestî dibêjim bi Tirkî nizanim û bi wan ra bi kurdî diaxivim. Ew jî gelek caran bi kurdî dizanin lê ji ber dayik û bavên wan yên bêxiyret mejîyê wan ê teze bi tirkî dişixule mixabin. Gavek berê jî çend zarokên gundî hatin, çend heb ji wan ji Stenbol'ê hatibûn lê bavê wan gundîyê me ye, ji min ra bi tirkî gotin em dixwazin gulan ji bo dayikên xwe berhev bikin. Min jî weke berê got hûn çi dibêjin ez fahm nakim, bi Tirkî nizanim. Wan jî weke zarokên din hinekî bi -mîş kirinê be jî daxwaza xwe bi Kurdî gotin. Kêfa min hat û min her yekê gulek da wan û min wan şand. |
|
2020.05.10-13:13 ~13:35]|
xabûrî
![]() |
389. mirovên tev dixevitim tirkin, waxtê vês(mola) didin em tev rudinin û de ew dest pê tiştên politic dikin. ji bo şixulê xwe (kar-job) wenda nekim dengê xwe vanara nakim. çi dibêjin dêjim erê wisane. mîna gotina îngîlizî 'looser' an jî gotina tirka yavşak hisdikim. |
|
2020.05.10-22:47 |
doesntmatter
![]() |
390. mîjar wek mikurên tirşikvanan bihata vekirîn wê baştir bûya. |
|
2020.05.11-23:05 |
brzn
![]() |
391. Westa me êdî tirşik. Nizanim çi bikim. Di nav zûçûyîn û derengmayînên xwe de û di nav deryaya derdên xwe de bûme dîlemayekî, ne dixeniqim ne jî avjeniyê dikim. Mame hêviya destekê ku min bigire û ji avê derixe. |
|
2020.05.14-23:20 |
xelîl
![]() |
392. Min saetek ewil xwe nav nivîna da dirêj kir got ez ê deh deqeyan li tirşikê binhêrim paşê razêm lê hê jî li vir im û rabûme li ser sandalîyê rûniştime ditirşikînim. |
|
2020.05.23-00:24 ~00:26]|
bûtîmar
![]() |
393. Di YouTubeyê de heta ji min tê şiroveyên kurdî(hemû zarava) diecibînim, di Instagramê de deng didim storyên Kurdî (bi taybetî ji bo ku yên nû kurdî dinivîsin), di WhatsAppê de her wiha bi vî şiklî tevdigerim. Li gorî min dê ev yek ji bo wan bibe wek xurt kirinê, bi tirkî pekiştirmeyê. |
|