Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(286) (24) (15)
di mijarê de bigere

315. Îtîraf dikim! Adonîsê min hene!!



09.04.2020 09:47 | xwelî li ser

316. Di jiyana xwe yî rojane de nikarim bi kurdiya resen baxivim. Ne ji ber nikarim, ji ber ku kesekî min fêm bike tune ji mecbûrî tirkmancî daxivim. Mixabin, sed mixabin, hezar mixabin......



09.04.2020 11:08 | tîrêj zana 21

317. Wexta ez zarok bûm rewşa me a aborî ne baş bû weke gelek kesan. Me, rebenên Xwedê, têr xwarin jî nedixwar. Rojekê bacanên sor(firingî) li malê hebûn, nizanim bê bavê min ji bajêr kirrî bûn yan dayika min ji ettar kirrî bûn nayê bîra min. Hema tiştê ku baş di bîra min da maye min bi dizî bacanekê girt û veşart dûre jî derketim derve. Piştî ji malê hinekî dûr ketim min ew derxist û weke guran xwar. Tiştê ecêb piştî vê bûyerê Demeke dirêj min digot qey min guneh kiriye û min xwe nebaş hîs dikir *



09.04.2020 17:24 ~17:24 | xabûrî

318. Wextê ez biçûk bûm, kekê min di derbarê zemanê berê de fîlman (helbet qorsan bûn) dianî. Bi şûr û tîr û kevan şer dikirin. Min jî digot qey wan tiştên ku em sêr dikin jidil jî çêbûye, û ez aniha wan tiştên rasterast hîn dibim, dîrokê bi çavê xwe dixweynim. Lê tevê xeyalên min wextê kekê min fîlmekê pêşerojê anî xera bûn. Ji ber ku hê pêşeroj çênebûbû. :(((



09.04.2020 20:27 | saqîsiwarîyo

319. Wexta ez zarok bum, her havin mêşan di kuştim. Min paskê van diqetan carna jî lingê van deqetandan.min Kulîyan jî cukatî van dilebixand.ez û hevalan. Em zarok bûn nizanibun gunahe.



09.04.2020 23:02 | dilreş

320. Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me jî hebû. Herkes fîlmê temaşe dikir. Dema ku zîn mir. Min çû tuveletê û dizî dizî girîya.



09.04.2020 23:12 ~23:13 | dilreş

321. (bnr: îtiraf)



09.04.2020 23:13 | giyanstêr

322. 23 nîsanê ti car qasî niha bandor li min nekiribû.
Whatsapp story ,instagram story... filan bêvan.Yaw dîsa ku ew bûna belê lê kesên zêdetirîn nîzikên mirov ku storyan çêbike û wan storyan de ala dagirkeran bidin destên zarokên xwe da ku bihejînin.Teqez vî bandorekî li min kir.
Tiştek ji destê mirov nayê.



23.04.2020 23:29 | brzn

323. Dema îroj min li storya nêrte ku kurdên ala dagirkera avêtinê û cejna 23 avrêlê ya ew atetirkê xwîna kurda vedixwar, ewê ku kurda kir bindest, ewê ku li dersîmê qira kurda anî, ewê ku li amedê şêx seîdê pîran dardekir, , ewê ku zimanê kurda qedexe kir, diyarî zarokê tirka kiribû pîroz dikirin. min fêm kir ku kurd ne hêja ne seriyek pîvaz jî, heyfa ewqas ciwana li serê çiyayan di wê sermê de di wê birçîbûyînê de , wî şerê giran dikin. Heyfa ewqas ciwana laşê wan di zindana de riziya. Heyfa ewqas dayika bi hêsirê çavan û ji kula zarokên xwe perîşan û jar bûn. Heyfa ew qas gundê şewitî. Heyfa ew qas nivîskarê kurd ji bo xwendin û nivîsandina kurdî çavê xwe kor kirin. Heyfa ewqas ciwana ku hama her derfetek dikeve destê wan ji bo kurda dixwazin tiştekê bikin. Lê mixabin Ew kurdên ku Ji bo çend qirûşa an jî bo bikevin karekî dewletê namûs û şerefa xwe yî tune difroşin. Ew kurdên ku zarokê xwe bi qastî asîmîle dikin û bi tirkî mezin dikin. Ew kurdên ku îroj tev serê me bûne chp hez. Ne layiqî ew qas fedakariya ne. Min ji ber kurdayetiya xwe fedî kir û min xwest ez ne kurd bû ma. Heyf û çi heyf. Pere her tiştê kurda ye. Pere pere pere.....



Nişe: min vê nivîsê bi halê hêrsbûyî nivîsandiye.



24.04.2020 00:08 | tîrêj zana 21

324. - 26.04.2020-
Hewl didim û peyaman dinvîsim ji bo ku tirşik ji rojeva dîndar û nedîndaran derkeve.Tirsa min ew e ku çêrr çêbibin.
Ji bo ku ev mîjar zirarê dide yekitiyê.Çima? Kesên dikevine nav van nîqaşan dibe ku bibêjin "Ma kurd e her tişt jê tê" qiseta dayika min dîsa hemû kurdan tawanbar bike û jê mîjarê dûr bikeve.Ev çi bin jî her tim mîjarên navbeyna kurdan de nin.



26.04.2020 00:10 ~00:11 | brzn

325. min qet bawer nedikir ku endamê hespêsor ji peyama min ya hespêsor/121099 aciz bibe.

di derbarê meleyan û pêxemberê da bi têra dilê xwe gotibû dengê meleyan/119106 mihemed pêxember/119997. min jî bi kurtasî gotibû "ev peyam çênabe" tirşik forûm/120103 vê çaxê deng ji tu kesan nehat. te dê bigota qey xema kesê nebû.

dibe ku nedîtîbûna. ji bo ku şaşîya vê peyamê bidim ber çavan, dû re min dîsa hewl da piçek rave bikim, berfireh binivîsim tirsik.net/120935. moderator dibêm qey dîsa di xeweke kûr da bûn, dîsa deng ji wan nehat. tenê simurg56 dengê'xw kir tirsik.net/120956 got, ne tenê ez im, moderatorên din jî hene û di vê peyamê da heqeret ez nabînim û li gorî formatê ye.

îcar min vê peyamê nivîsand ("bê heqeret" û "li gorî formatê") hespêsor/121099 pişt re endamê hespêsor ewqas aciz bû, peyam li ser peyaman nivîsand, benzîn li xwe kir, hindik ma xwe bişewitîne. ne tenê ew, moderator jî aramî pê ra nema, çend nivîskar ketin hev, û wer dixuye ku xwîner jî dît ku wekî platformek em çawa kêrî tiştekî nahên. mixabin. werhasil, "bê heqeret" û "li gorî formatê" ne bes e. hêvîya min, hem endamê hespêsor hem jî moderator, li serê wan ketîbin, ji wan ra bibe tecrube.

qayîdeyên tirşikê ji çend rê û rêbazên giştî pêk tê. kêm fikirîn û zêde nivîsandin, kêm xwendin û zêde nivîsandin, ne lazim in. tije qayîdeyên nivîsandinê heye lê mirov nikare hemûyan li vir binivîse. bi ya min çend ji wan,

– tiştên tu naxwazî li te bê, li xelkê neke!
– tiştên tu di jiyana xwe ya rastîn da ji cîran û mirovên nas ra rû bi rû nabêjî, li vir bidizîka nebêje!
– li gorî nefsa xwe tev negere! li vir ne cihê forsavêtinê ye (endazer vê yekê gotibû, min nedît li kêrê ye ku parve bikim)
– tiştên ku kêrî tu tiştî nahê, ne bibêje ne jî binivîse!
– tiştan dubare nenivîse!
– sernivîsên ku xizmeta zerara kurdan dike, jê dûr here, di binê wan da qet nenivîse!
– kesên/tiştên ne hêjayî qisekirinê ye, mijarên wan peyda neke!
– nivîsandin zehmet e, têr li ser bixebite, pişt ra biweşîne!
– yekîtî, bi hev ra jiyîn zor û zehmet e. ked divê.
– xwe sînordarkirin ji bo kesên din yek ji pênaseyên herî ronak yên demokrasîyê/bi hev ra jiyînê ye (etyen mahçupyan gotibû di bernameyekê da). li gorî vê yekê tev bigere/binivîse!
...



26.04.2020 03:58 ~05:09 | mirovekirind

326. Ez nizanim ezê ji ku destpê bikim, lê îroj min fêm kir ku heya ji dest mirov hat divê asta perwerda xwe bilind bike. Yanê mebesta min ji asta perwerdê nav û paşnavên pîşeyî an statû ye. Heya li ber navê mirov daçekên dr, prof, doç, mv filan û bêvan tune be gotina mirov pere nake. Min fêm kir an ez gihaştim wê qenaetê ku şîreta gel ya bo bikar anîna zimên kêrî tu tiştî nayê. Divê mirov hin tişta bike ku gel mecbûr bibe zimên bikar bîne.
Mînak: stranên xweş biafirîne go bila li te guhdarkin, maqaleyên zanyarî yên girîng binivîse bila ji mecbûrî bi zimanê te bixwînin. Fîlmên xweş çê bike an jî wergerîne, dûblaj bike bila temaşe bikin. Malper û sepanên kêrhatî yê pêdiviya mirov pê heye çê bike bila zimanê te bikar bînin. Pirtûkên di asta wêjeya gerdûnî de binivîse bila zimanê te bê nasîn. Di jiyana xwe ya rojane de ji kurdî pêve tu zimanî naxive, heçiyê bi te re axivî bila mecbûrî kurdî baxive.

Yanê mebest û armanca min ji van mînaka eve ku banga zûha, bê îcraet mixabin kêrî tiştekî nayê. Heçiyê derfetê wî hebe bi xwendinê xwe têbigihîjîne ji van banga an jî ji dijûn û sixêf kirina xelkê dê çêtir be. Yan na em li vêderê bi xwe lêdixin û bi xwe dilîzin. Wiha bidome emê tu carî negihêjin meqsed û mirazê xwe, pir pir piştî salàn rojekî emê van nivîsên xwe yê kevn bixwînin û gelekî hestiyar bibin û hew.....



30.04.2020 04:26 | tîrêj zana 21

327. Ev 3 4 roj e hema dikevime twitterê û çav lê digerînim dû re difetisim xwe davêjime tirşikê.
tirsik in , twitter out!



02.05.2020 18:05 | brzn

328. piştî şewba koronayê derket, karê min sist bû. hê dişixûlim lê êdî her roj naçim kar û şevên ez li kar dimînim hindiktir bûn.
saxiya vê yekê zêdetir li malê wext derbas dikim, zêdetir wextê vala dibînim ji xwe re.

ev yek bû sedema tê derxistina hinek tiştan. yaw em mîna kole û dîlan dixebitin. te dî, ji bo mirovên nûjen dibêjin modern kole an jî koleyên nûjen. bi rastî jî wisa ye.
yaw em ji bo tu tiştî wext nabînin. dema me ji telefonên xwe 2-3 vîdyoyên komîk temaşe kir, em dibêjin qey em civakibûn û me wextê baş derbas kir.

bi xebatek wisa giran, mirov nikare ji bo xwe tu tiştî bike, ji xeynî wext derbas kirina li tora civakî.
weke mînak mirov nikare bi malbata xwe, têra xwe wext derbas bike, mirov nikare ji bo bipêşxistina xwe tiştekî bike, pirtûk bixwîne, derkeve xwezayê, mirov nikare birêkûpêk werzîşa xwe bike û hwd.
yanê tu bêjî ez ê bi malbata xwe têra xwe wext derbas bikim, tu nikarî tiştek din bikî. tu bêjî ez ê werzîşê bikim, divê tu ji gelek tiştan destê xwe bikşînî.

welhasil ev ne tu hal e. saxiya serê coronayê, bi min gelek kes vê yekê ferq kiriye.



03.05.2020 21:27 | brusk56

329. min dixwest anonîm bim û behsa tiştên ''dirty'' bikim lê mixabin
ez tîpekê binivîsîm têm nas kirin :/



04.05.2020 01:39 ~01:49 | gulêê

330. ma yek u do u sêne ezbeni?
ez carna dixwazim topek agir li cihanê bikeve.



04.05.2020 22:25 | hak buddy

331. Mim îro seet nêzî deha ji diya xwe re go ez ê razêm lê hêj şîyar im hhh



05.05.2020 03:30 | sarya

332. Ne bi xwe re dibînim fikrên mirovan guhdar bikim ne jî bi xwe re dibînim fikrên xwe bêjim. Wek ku madê min ji dinyayê bixele , wek ku têkçûyînek mezin hatibe serê min , bi bêhevitî li tiştên derdora xwe temaşe dikim û ji her tiştî re serê xwe kil dikim.



05.05.2020 17:49 | biaqila malê

333. Ez ne gokim



05.05.2020 18:51 | hûteheftserî

334. Ji hevalên xwe ra teqlîda Îbrahîm Tatlises dikim.



06.05.2020 01:54 ~01:57 | ezxeyic