Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 28 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(286) (24) (15)
di mijarê de bigere

371. wexta mijarê divekim hê jî nizanim peyva bi lînk bikim.



08.02.2021 23:04 | hueyn

372. Ji Dêngê Dengbêjan hez nakim



20.02.2021 16:06 | heval.js

373. xêncî kesên kurdewar kesîra bi samîmî nakevim tekilîyê



22.02.2021 23:33 | doesntmatter

374. Berî her tiştî îtîraf bi Kûrdî "mikur hatin" e.
Heta niha havaltîyek min jî berdewam nekir. :(



23.02.2021 23:19 ~23:19 | pîroz

375. Bi wergera google translate’ê keçikên biyanî razî dikim.



24.02.2021 22:08 | rodem

376. îtîrafên tirşikvanan/131918 Ez jî carnan li ser vê difikirim lê dûra pêl şêytanê xwe dikim. ;)))



23.03.2021 18:53 ~18:53 | pîroz

377. 7-8 salî bûm. Xalê min î piçûk, 3 xwişkên min û ez, em bi hev re diçûn mizgeftê ji bo em fêrî xwendina Qûr'anê bibin. Melayê ko me fêrî Qûr'anê dikir zilamek Tirk bû û ji binî ve Kurmancî nizanîbû. Û me, ne bi tenê li ser xwendina Qûr'anê li ser ola Islamê jî xûrt dikir. Rojkê, babeta îtîqadan vebû û ji me re got : hûn Şafî ne, ez jî Henefî me."
Îca em û şagirtên din matmayî man. Belê em dizanîbûn "Şafî" çi ye û em jî li ser wê bawerîyê ne. Lê Henefî ! li ba me em ji "kanî( musluk)" re dibêjin "henefî".
Îca aqlê me jê nedibir û em dipirsîyan, me digot" Çi tiştekî ecêb! ka mamostê me li kû henefîyê li ber zaboqê li kû?"
"Meriv çawa dikari bibe henefî? ew henefîya ko av jê diheriki!"
Îca gava ev serborîya me tê bîra min, dibi tîqtîqê kenê min. (:



26.03.2021 00:33 | pîroz

378. Ji kurdî qise kirina osman baydemîr hez nakim.



19.04.2021 17:59 | navîgiranmezelîwêran

379. Ew peyama ya sedî ye lê nizam wek berê dilê min xweş nake. Dibe ku ez jî ji tirşikê bar kim mala xwe.

Ezê bar kimmmm
Ezê bar kimmmm
Ezê mala xwe ji tirşikê bar kimmm
Agir berdim warê simurg56
Ji bona te tarûmar kimm

(bnr: nivîskarên ku mejiye xwe di firatê de xwarine)



26.04.2021 22:56 ~23:00 | navîgiranmezelîwêran

380. havînî dema ez li kulîçexane dixebitîm, ji ber korona xebatkarê me kêm bûn, ez jî ji bo kar nekevê ser hev, di seata antrê de min xwest ez çend şiraniya çê bikim... min hewl da ku yeke bi şîr çê bikim, min şîr berda beroşê, min dît ku şekir nemaye lê şekirê pûdra heye. min jî çavên xwe kor kir, min çû jî wî berdayê...ma min ji ku zanîbû şekirê pûdra wê xwe berdê binê beroşê û pêve girê. ew şîr şewitî û ew beroş jî binê wê reş bû...
başe kesek nebû,ji ber ku seata antrê bû, min hemû delîl ji holê rakirin û kesî pê nehisiya, ji bilî kesê ku aniha vê dixwenê ಥ_ಥ



10.05.2021 02:57 | merwano

381. min fîlma dag ii ra -978 pûan da.
Here lînkê



10.05.2021 03:27 | heval.js