383. bêşerefê ku ev heftiyekî di rojeva tirkî de ye û li her derî pêşiya merov derdikeve hê navê wî li tirşikê derbas nebû. ji ber vê ez hij li vir dikim ez dibêm qey. |
|
24.05.2021 21:49 |
hueyn
|
384. Min digot qey li peyamê taybet eger peyam jê bibe ji her du alî jê dibe. piştî min dît ku peyamên min çûne ya hemberî min û ew jî bersivandiye |
|
04.06.2021 11:54 ~11:58 |
navîgiranmezelîwêran
|
385. mijarê ku li tirşikê ve dikim yê li ser erdnîgariyê bi piranî ji bo di hişê min de çêtir bimînin ez ve dikimಠಿ_ಠ |
|
04.06.2021 23:28 ~23:29 |
merwano
|
386. Van rojana êşa evîna ya pir xedar dikêşim. Ez ne merivek wisa bûm lê nizam çi bû. Evîndara min jî nîne lê rewşek gelek cûda ye. Vegotina vê tiştê çima ji zinara li piştî sysyphosî girantir e? Dibe ku bibe çîrokek li ser pelan an helbestek ji serê pênûsan ango çawa bêjim di hundurê min de heta mirinê. Lê niha tenê hewcehiya min ji rewşek baştir û bîrkirinê heye. Neyse ji ber vê ye ne li vir ne jî di jiyana rojane de çalak im. Û ji ber ku rewşek tevlihev û bi aloz e nikarim jin kesî re jî bibêjim. Lê her ku diçe mezintir dibe. Nizam bi ku de herim:( |
|
04.06.2021 23:49 |
rizgarm
|
387. Rastî hîn tîpên latînî yê bo zimanê kurdî hemî nizanim . |
|
22.06.2021 23:36 |
xunceleb
|
388. eva du sal zêdetir e jî ez rojane bi Kurmancî diaxivim û li nav rewşên wisa me lê hêj nikarim (ji )û (li) ji hev cuda bikim nabêjim hemû carek lê hin car eger bilez be bo axaftin cuda nakim û tevlihev dibe ya rastî jiber ku di soranî de (ji, li) her (le) ye û ez dizanim (ji , li ) bo çi bikar tên lê dîsa jî wisa dibim. |
|
24.06.2021 22:38 |
hewlêriha
|
389. gava ez di cara yekem de ku ketim bêşa fîlm, min fîlmek vekir û hûn jî dizanin menûyek wisa heye: "agahî, şîrove .. dengan ...", min cîhê dengdanê dît û got; "wow dûblaj jî kirine!". |
|
24.07.2021 04:04 ~04:07 |
heval.js
|
390. Berêya razanê firkek acêp difikrim, gelo ez'a ku sibê rabe, ez'a niha ye? |
|
29.07.2021 03:31 |
heval.js
|
391. Berî aniha çend rojan min xeftanek bedew li ser sepana dolap ê kirîbû lê gava giha ber destê min ez heft ecêbmayî mam. Ne ku xeftan ne xweşik e lê bûçikê wê nîn in yanî bêzendik in! |
|
29.07.2021 12:11 |
pîroz
|
392. mijarên ku li ekşisozlukê populer in li vir jî popular dibin, ew jî min gelek aciz dike. |
|
30.07.2021 12:00 |
heval.js
|
393. ji kûçikên gûndan pir ditirsim. |
|
03.08.2021 10:01 |
heval.js
|
394. Tirşikvan Dema li peyama nanêrin gelekkk aciz dibim . pîroz Xan peyamdank pls Min heta niha nizanîbû kesek xeydok im, lê niha dibînim bi malbat û hevalên xwe re naaxivim û ji wan dixeyidim, bîr li rabirdû jî dikim ku berê jî wa bûme birastî ecêb e mirov xwe nas neke . spoilerê veke kuro li polê şeşan bi mamosteyê matê ra 6 meh neaxivim, kûçikbav jî skorê kêm da min |
|
07.08.2021 15:19 |
navîgiranmezelîwêran
|
395. Di nav stranên gelerî ev gotin gelekî derbas dibe: |
|
07.08.2021 22:58 |
pîroz
|
396. Îro ne kêm ne zêde salek min di tirşikê de derbas bû. Min hêvî dikir berî salvegera yekem ez ê 400 peyaman re tirşikê tirş û şor bikim lê nebû.... |
|
30.08.2021 21:59 ~22:07 |
pîroz
|
397. bêşa "dengdanên dawîn"ê ez domîne dikim. (bnr: aha ji te reşşikek) spoilerê veke (bnr: tu jî çeppikek bistîne), (bnr: eferim wisa berdewam bike) |
|
04.09.2021 12:37 ~12:42 |
heval.js
|
398. Carek tê bîra min, 12 salî bûm. ez ketibûm hilbijartinên gogê û gelek kêfa wan ji lîstina min re hatibû. hatin bal min gotin di nav çend rojan de navnîşana xwe ya ku têde wêne hebe bîne em ê lîsansa tê derxin û tu yê êdî bibî gogbazê me. ez dikim ku bifirim gelek kêfa min tê. ez diçim fotokopiya navnîşana xwe derdixim, piştre jî malê wêneyekî xwe yê rengî li ser wê fotokopiyê dixim û dibim ji wan re. didim wan, dibêje kuro tu henekên xwe li me dikî piştî vê saetê em te naxin tîma xwe û hew. |
|
04.09.2021 20:55 |
pênûsa westiyayî
|
399. Nivîsandina bi kurdî ji bîr kirime . |
|
13.09.2021 07:30 |
xemakê
|
400. Dema li lîse xwendekar bûm, kêfa min gelekî ji yekî re dihat û qederê 2 salan min hejê kir. Dibêjim qey kêfa wî jî ji min re dihat lê tucar xwedêjêrazî ne ew hat li xwe mikur hat ne jî min rojkê jê re got . (bnr: dilketina platonîk) |
|
05.10.2021 22:18 |
pîroz
|
401. Ez hê jî carna bêrîya wî dikim lê gava ji min re dinivîse ez vira dikim dibêjim qet ez naxwazim bi te re mijûl bibim lê tabîî ew nizane ez her roj çawa ew li ba min be pê re mijûl dibim |
|
06.10.2021 04:05 |
paqreş
|
tehdîdên kurdî [1] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |
|
fuckîro rebeno [2] |