Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 28 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(288) (24) (15)
di mijarê de bigere

402. Wexta ez zarok min digot qey em paşîya televizyonê bişkenin wê lîstikvanên jê derkevin kajdjsjd yaw çawa min neşkênandîye bi wî aqlê xwe yî kêm ez hê jî heyrî me ahahshsj



06.10.2021 14:06 ~14:07 | paqreş

403. Dema dibînim kurdên me yên welatparêz pişt didin yekitiya gelê Aryanan kenê min tê , qey dibêjin em hezar sal berê yek bûn niha jî wiha ye . Lê Ew çîroka qediya, her kesî li ser berjewendiyên xwe birayê xwe firot û çû êdî nema tê . Li çar aliyên Kurdistanê de rojhilat di nav qaşo birayê me de ne , deng ji wan tê ? Ji çar alî herî bêdeng ne rojhilat e ? Ew pirsana li serê min de Govendê digre û ew kena dibe kenekî xemginiyê .



20.10.2021 13:17 | navîgiranmezelîwêran

404. yekî ji min re temena min pirsî, li vir bersiv didim: 1 salî me.

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



08.11.2021 03:24 | heval.js

405. ciwanên rojavayî çima tev li tirşikê nabin/137978.

Dema min vê peyamê nivîsî, çend cara min jê bir û ji nûde nivîsî. Min go wê xweşiya nivîskaran neçe û gelek reşikan bistîne. Lê talî min go ezê binivîsim ji ber ku lazime hayê me teva ji vê rewşê hebe. Paşê min vê sibehê lê nihêrt ku ew peyam 8 heb çepik stendiye. Birastî pê kêfxweş bûm ku hayê nivîskarên tirşikê jî ji rastiyê heye û bi çavek baş rewşê nihêrtine. Hay ji rojava hene û bi sempatîzanî li meseleyan nanihêrin. Sihet xweş be.



01.12.2021 12:29 | tîrêj zana 21

406. ezê îtarafê xwe wekê pirsekî bikim.
carinan ez jî peyamên hinek dirêj( qasî 1/4 ya pymên ferhenga şikestî*) dinivîsim(nekenin ha). ma kesî evan dixwîne?



01.12.2021 20:16 | heval.js

407. gava tirşikvan hev re reşşik didin ez jî wan re reşşik didim. bila tenê nemînim.



06.12.2021 01:25 ~01:34 | heval.js

408. piştî mijarekî min tê edîtkirin dikevim fikirînên zor.
"heke mijarên min ev qas tên edîtkirin, gelo peyamên min çi qas çewt in?" :(: (



08.12.2021 17:54 | heval.js

409. festîvala filman a kurt û kurmancî/138725

Îtîraf dikim ku min bi xeletî deng da filmê yekem. Ji ber ku min bişkoka deng bide wek zêdekirina/bilindkirina dengê filîm fahm kir.



19.01.2022 12:55 | xabûrî

410. biwêjên kurdî/139577
Dema gotinên wilo li ser zayenda jinan ji jinan dibihîzim bi rastî hem li ber xwe dikevim hem jî diqeherim.



11.05.2022 01:05 | pîroz

411. Di medyaya civakî de dema kurdek li binê parvekirina xwe tenê bi tirkî yan erebî yan jî farisî dinivîse ez naecibînîm. Eger li binê heman parvekirinê tiştekî nenivîse ez diecibînim.
Lêzêdekirin: bi Kurdî nivîsandibin jî diecibînim.



15.05.2022 11:00 ~16:56 | xabûrî

412. Heta berya naha salekê jî, ne misqala hişmendiya ziman, ne jî ya neteweyî bi min re tune bû. Her çend ne rast jî be, bizanin ku stranên şakiro yê bi remîx, vê rêgê de çiqas bihêz in. salekê da min yek car guhirand* Êdî nizanim, dibe ku min ji xwe re hêcet jî digeriya û ew rastî min hat.



15.06.2022 00:08 | evcebarê pirê

413. Gava cara pêşî min suretên @sîmurg56 dîtibû, min digot Xwedê ev camêr dişibe yekî lê min dikir nedikir min pê dernedixist ku min ew dişiband kê.
Îcar vê êvara septê piştî çend mehên din gava ez û birê xwe li ber behrê bûn û em diaxivîn hat bîra min. Sîmurgê tirşikê dişibe birêz sean szlees ku afîrenerê regular show a cartoon network e.

Sean Szlees
Here lînkê



17.07.2022 00:39 | pîroz

414. Hevalek min heye, qet ji bi wî re xeberdanê hez nakim eger em bêjin ji bo çi? Ji ber vê; bi ya min bê hed beredayî diaxive, ev yek gorî min wiha ye. Jixwe mirov nikare vê mijarê de biryarek tekez û objektîf bide tenê ji bo min bi vî awayî ye. Û welhasil naxwazim dilê wî jî bihêlêm ji ber vê jî wekî ku pir jê hez bikim û gava pê re diaxivim wekî pir keyfxweş im tevdigerim.Gava telefonê li min dike xwe mecbûr( ya bi rastî hemû kesî de wiha ye*) hîs dikim ku vekim. Ji min, ji we re pêşnîyarek bi hemû kesî re nebin heval û hogir, û bizanin, bêjin na. Bawer min bikin ku ev yek dê di jiyana we de pir alîkariya we bike. Tabî ez nikarim vê yekê bikim lê hûn bikin. Û divê mirov perspektîfek din jî de lê binêre eger we fam kir yek naxwaze xwe li nêzîkî we bigre yanî jî gava li ba we pir bêhnteng dibe xwe jê dûr bikin eve dê him ji bo jiyana we gelek baş bibe him jî ji bo jiyana wê/wî. Xweda piştevanîya we bike camêr û canikên qedrbilind û hêja.



16.10.2022 02:51 | bayê xerbî

415. Ez berê du sal (bnr: tirşikçî) û yê herî xirabtir (bnr: makarnacî)bûm



30.12.2022 01:36 | bakur.nekure1

417. dibeecim!
dawiya gerdûnê heye lê ya ehmeqiya mirov nîne!



24.01.2023 00:52 | endazer

418. Ez wek kurdên îroyîn dîroka miletê xwe ji bîr nakim ji ber vê yekê ez li dijî tirkan nîjadperest im



08.03.2023 17:25 | horhorik