Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(286) (24) (15)
di mijarê de bigere

419. Tiştên ku shorbevan nivîsandiye fam nakim.



24.06.2023 21:42 | horhorik

420. îtîraf dikim hinek ji stranên raperînê hez dikim.*




ger amedspor mezintir bûya ku bi tîmên mezintirîn re bilîsta, ev stran jî piştî golan bihata lêdan evê tiştek gelek şêrîn bûya.

"Lêêêêdaaaa û gol!, lê lê lê lê lê lê lê lê lê"
*



05.09.2023 02:25 | ciwanzêr

421. hişyarî=ev peyam aîdê çomezek e, loma hê nehatiye weşandin. tenê admîn û moderator dikarin van peyaman bibînin.



21.12.2023 21:49 | fera_şimikê

422. 1: wisa xewnên tewşomewşo dibînim ku gava yekî re dibêjim wekê dînek şaşmayî dibe. min diceriband ku ji megatronê re moşelekî nûklearî bavejim, an jî binê meyteva me de wargeheke taybet hebû, an jî min li ser machu picchuya perûyê hevalan re xeber dida... ew çi îş e xalo?

2: gava mamosteya tirko behsa cemîl çeto, şêx seîd, eşîra milî, koçgirî, seyid riza filan dike rûyê min diqelibe wekê patrick bateman. ax çi bêjim vê hestê ku min dike radîkal, gelek giran e.



22.12.2023 19:59 | ciwanzêr

423. Min xwest ez bêjim;

ez heme , li vir im, nemirîm e û hê jî berxwedidim, hê jî tirşikvan im.

Hêvîdar im hûn jî baş in.



17 roj berê 21:25 | brzn

424. Brzn ji hez keledoş dike û min jiyana xwe de ti carî keledoş ne xwariye.




425. Tirsikvanê bi username xwe ye sosret , xwe da dest ku ne ji herêma serhedê ye

Tirsikvan1 : keledoş nexwarîye ;S
Tirsikvan2 : rastî nexwariye law?
Tirsikvan3 : wele nizanim vir e û derew e
Tirsikvan4 : de heneka dike lo ji herkesî bawer neke
Brzn : de here nav sosret me nexapîne:/



17 roj berê 22:09 | brzn

426. qey îtîrafa min ya yekem nehatiye bawerkirin* bi Xwedê min nexwariye û nizanim tiştekî çilo ye.
Û îtîrafa duyem: heval brzn çima berî min navê min ya sosret ne girtiye aciz bûye* her hebî hevalko.




427. Carnan kesên zazakî diaxivin fêhm dikim lê hin kesan jî hîç fêhm nakim. Navberê da ma me. Gelo fêhm dikim an nakim.
Kesên ku fêhm dikim dişbînim zarava emrîkîyan lê kesên ku hîç fêhm nakim dişibînim zarava birîtanîyan.



13 roj berê 22:39 | brzn

428. taybetmendiyeke min ê nebaş: destpê kirina pirtûkan lê neqedandina ~20 rûpelên dawîn ...

(bnr: xatir xwestin zor e)



Îro 14:31 | keloş

429. Dilqayîm xuya dikim lê dema perdeyên xwe radikim wekî pisîkekê me, diltenik im. Jdjdjd



Îro 18:02 | bayê xerbî

430. kêyfa min pêşî ji keçikên dişibin kîvroşkan re û piştre ji keçikên motoran diajonin re tê:(

keçikên hem dişibin kîvroşkan û motorhez> keçikên dişibin kîvroşkan> keçikên motorhez



Îro 18:50 | horhorik