Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
bi jinan re çûna danûstandinê - tirşik
bi jinan re çûna danûstandinê
(5) (2) (3)
di mijarê de bigere

1. malxirabiya ku demê hêdî dike, saetan giran dike. wext nabûre lê giyana mirov her saniyeya ku diçe, salek pîrtir dibe. ji ber cil û milên reng û reng yên ku tînin û nîşanî te dikin; zikê mirov tevlîhev dibe.

û heçko ev hemû ne bes im, serde jî ji mirov bendewar in ku ji bo her cilî şîroveyek bike.

xwedê sebrê bide yên weke min...



15.02.2014 16:18 | simurg56

2. mijara ku, bûye sedema bîranîna bûyereke fêre, ya eta min bona standina abîyekê* anîye li serê min e. ji bo dawetekê, eta min ê ji xwe re abîyek bistanda. bona danûstandinê sibe saet nêzîkî 10.00'an de me dest bi gerina mexazeyan kir. bi dorê ve, em aksarayê, lalelîyê, beyazıtê û fatihe gerîyan. lê heta saet 5'ê êvarê me tiştek li gorî eta min nedît. di dawîyê de ez hêrs bûm û min got em dev jê berdin û biçin malê. bersiva eta min bona hemû jinan bersiveke dîrokî bû: "xuyaye ku tu westîyayî. tu biçe malê, bila bavê min were û em dewam bikin*" ango tu bi bavê xwe re devir teslim bike*



16.02.2014 12:19 | nazim tolhildan

3. meseleya ku ji aliyeke din ve bûye mijara nivîsa "çente" ya di kovara mîrkutê de;



J inek ciwan di dadgehê de giliyê mirovekî dike.

Hakim jê dipirse;

De ka bêje, gihyê te çi ye ?

Jinik

- Hakun efendî ez vî merivî gilî dikim. Lewra li ber otobosê dest avêt ji qirika min de dikira ez bifetisandama û bikuştama.



Hakim vedigere ser mirovî û jê dipirse:

- Te çima xwest ku ev jinika bifetisanda û bikuşta, haa, de ka bibêje sebebê wê çi bû?

Mêrik radibe pê û dest pê dike dibêje.

- Hakîm efendî, weleh rast, min dikira ew bifetisanda û bikuşta, lê xelkê dora me ew ji destê min xelas kir an na min ê ew bikuşta.

Hakim şaş dibe, metilmayî dimîne û dîsa dibêje:

- Ê de ka hela bibêje ji bo çi?



Mêrik dest pê dike:

- Hakim efendî, seet pêncê êvarê bû, ez ji kar derketim, û seet di pênc û nîvan de jî mêvanên min wê bihatana malê , ji ber wê yekê diviya ku ez hinekî zûtir biçyama malê. û min lez kir ez hatim ber sekinoka otobosan li sekinoke em ketin rêza bilêt kirinê , wê gavê ev jinik jî li pêşiya min bû. Dor hat wê, çû ber gîşê (ciyê bilêt firotinê ) ez jî li dû wê me, lê ez gelekî lez dikim ku ez zû bilêtê bikirim û bigihîjim malê, ji ber ku mêvanên min li hêviya min in.



Ve jinikê destê xwe avêt ji çentê xweyê mezinde, devê çentê mezin vekir, çentek piçûk jê derxist û devê çentê mezin girt, devê çentê piçûk vekir, ji çentê piçûk pere derxist dîsa devê çentê piçûk girt û devê çentê mezin vekir. çentê piçûk xist hundurê çentê mezin û devê çentê mezin girt û di pê re pere da bilêtfiroş, bilêtfiroş bilêtek dayê. Vê jinike dîsa destpê kir, devê çentê mezin vekir, çentê piçûk jê derxist, û devê çentê mezin girt, devê çentê piçûk vekir, bilêtê xist hundurê çentê piçûk û

devê çentê piçûk girt, dîsa devê çentê mezin vekir, çentê piçûk xist hundurê çentê mezin û devê çentê mezin jî girt. îcar bilêtfiroş perê mayî dayê, vê jinikê dîsa destpê kir, devê çentê mezin vekir, çentê piçûk ji hundirê çentê mezin derxist, devê çentê mezin girt, devê çentê piçûk vekir, perê ji

ber mayî, ku bilêtfiroş dabûyê xist hundurê çentê piçûk û devê çentê piçûk girt û dîsa devê çentê mezin vekir çentê piçûk xist hundurê çentê mezin û devê çentê mezin jî girt.



Hakîm hema radibe pê û dibêje:

- Te çima nekuşt, te çima nekuşt?

(m. lewendî)



17.03.2014 19:46 | simurg56

4. zilm e.

bêwijdaniye.

xwekujî ye.

kuro ma mirov bi jinan re diçe danûstandinê. wê him mala te xerab bike him te ji westabûnê bikuje û wê ji te qayîl jî nebe.



30.07.2014 13:15 | paşê min got what the fuck

5. xwekujî ye.

top avêtin e.

îflas e *



05.11.2015 13:33 | brusk56

8. îmana min jî ji vê tevgerê diçe lê wek li jor elegez jî gotiye ez bixwe jî hez nakim herim danûstandinê..

tê bîra min ji vir sê sal berê xaltiya min ji min re got de rabe here ji xwe re çend tişt bistîne lê mi digo bi xwudê ez neçûm, hama bêjê min temamî havîna wê salê bi tîşortekê xelas kir, êdî dît ku ez naçim eew bixwe çû ji min re sê tîşort, sê pantor û pêlavek kirîn. wer kêfa min hat wer kêfa min hat* yanê ez biçûyama min ewqas xweşik nikaribû li hev bianiya gelek bi min diketin. aniha jî carinan dibêjim xaltî pere bidim te here ji min re cilan bikire*



05.11.2015 21:47 | ferhenga şikestî


11. Ku dilê mirov û kûrka(berîka) mêr germ be tiştekî xweş e ku mirov pê serbilind û bextewar dibe. Mêr ew mêr e ku ji şabûna hevala xwe şa bibe. Serê her tiştî dilek germ...



06.11.2015 00:32 | hêja hûner

12. Hişmendiya bavkanî û rastî..

Dema ku li peyamên jor dinerim, ev herduyan dibînim. Çima hişmendiya bavkanî? Ji ber ku êdî mêr ji bo jinan qalibeke wiha afirandiye û bi vê qalibê henekê xwe bi jinan dike û herwiha nirxên jinan binpê dike. Jixwe jin jî ji mêran re dibin alîkar û gotinên wan dikin gotinên meşrû û rast. Çima yaw? Çima hûn xwe ewqasî mehf dikin, hezar carî kincan li xwe dikin û peyvên tewşomewşo dixin li ber devên mêran? Çima çima çima....!



06.11.2015 00:45 | mergehez

13. (bnr: sen gelme ulan ayı)



henek henek* ti kes ne mecbûr e yekê din re here danustandinê kerfrotinê nizamçiyê. Bi ya min ev ne problema Jina,

Problema zewiciya* ye

Kesên malekî de dijîn dikarin pev re îșbölümü bikin kî hej çi bike bila bike û mümkünse yê di rehetsiz neke û hew*



06.11.2015 00:57 | kevçiyê dil

15. Ez herî dawî bi ca xwer çûbûm kirrîna îdaniyan. Zilm bû zilm.

Niha kîjan jin behsa kirrîna cil û bergan dike karek min ji toto derdikeve *



06.11.2015 01:46 | berxweda

16. ger meriv jinbe û bi jinanre here hevalê meriv hebin ez dibêjim ewê xweş be. lê meriv mêrikê kurd be bi jina xwera an hevala xwere here ser cadê bimeşe ewê bibêjin xezeb dibare wê hew bimîne meriv bi ricimînin û wekî eyv tê dîtin ev çiye law we dinya nedîye!! binihêrin min acis nekin ha..



(bnr: danûstendin)



06.11.2015 02:03 | shorbevan

17. çalakîya ku cara ewil îro min aciz nekir.
çawa?
îro ez bûm ajoker û min wê bir heta ber derîyê her dikanî, li ber derîyê dikanan de di erebeyê de dimam li benda wê. di erebeyê de jî ketim înternetê û li tiştinan temaşe kir, nivîsî, xwend.
mirov her wiha dikare pirtûk bixwîne, ji xwe re razê an jî atomê fîlan jî parçe bike.
wext pir e, serî rihet e.



30.11.2019 20:16 | simurg56

18. (bnr: watsons)



30.11.2019 20:20 ~20:20 | biruya hayao miyazaki

19. Tişta ku me jê dev berda ye. Xanima min pirranî tiştên xwe ji înternetê dixwazê. 10-15 parçe cil dixwazê. Ji nav wan de yên keyfa wê jê re tê dihilbijêrê û yên dîn jî îade dikin. Ne ez diwestîm ne jî ew diwestê



30.11.2019 20:21 ~20:22 | nan û av

20. karekî zehmet e.
jin bi piranî zû bi zû biryarê nadin. ji bo tiştek bistînin hezar ihtimalan difikirin, kombînasyonan çêdikin di serê xwe de û ji gelek kesan dipirsin û fikr distînin û bi tevahî serê wan tevlihev dibe. ev yek jî wextê danûstandinê pir dirêj dike.



30.11.2019 20:22 | brusk56

21. Ji vê êşkenceyê xirabtir tiştekî dî tune ye. Min îsal 19 roj leşkerîya bi peretî kir lê zeman di wir de dibuhurî lê li danûstandinê ku bi xanima re diçim nabihure. Çimkî jin dema diherin danûstandinê nizanin çi bikirrin dibêjin ezê yeko yeko li hemû maxazayan bigerin lê mêr ne wisa ne. Berî ez herim danûstandinê dizanim ezê bo çi diçim loma danûstandina min bêtir di nava nîv saetan de xelas dibe. Carinan xanim dibêje em herin ji min re pantor bistînim hah wê rojê dibêjim xwezî erd biqelişe û ez têde bigindirim. Em ji bo pantorekê di ezana nîvroyê de diherin di destê nîvê şevê vedigerin.



30.11.2019 20:44 | ferhenga şikestî

22. Wekî jinek îmana min a tune jê dihere. Ji ber ku xwerenedîk im nikarim wan kincan yeko yeko biceribînim berê pêdiviyên xwe tespît dikim dawiyê ji ser înternetê li modelan dinerim û wisa diçim dikanan û naxwazim kes li cem min bin û şîroveyan bikin çimkî wê çaxê ez jî dudil dimînim. Ez bi xwe jî nikarim bi hinekên din re herim çimkî bê biryariya wan min zahf aciz dike. Carekê bi hevala xwe re çûm min keçikê li dikanekî hişt û vegeriyam malê.



30.11.2019 23:09 | biaqila malê

23. ne tiştekî ku min aciz dike ye, lê tenê dema ku ez jî tiştinan dikirim ji ber ku ji danûstandinê hez dikim



30.11.2019 23:38 | mergehez

24. ez zû bi zû li ndsan aciz nabim, dikarim vê jî bêjim dema li wargehê em aciz dibûn, çend ndsê li dora me hebûn, em bi meşê diçûn, çend seatekî beredayî beredayî digeriyan li nava wê, tiştekî lazim tune ba jî, me tiştek didît û em dihatin wargehê.

vêceee, ne bawerim ku dema ez di pêşerojê de bi hevjîna xwe re bigerim û aciz bibim.
yanî xwedê bikim wek min derkeve *



13.06.2021 23:07 ~2021.06.14 00:07 | merwano

25. Bêhna mirov teng dike, sebra pêxemberan divê. Yanî hemû jin dibe ku ne wisa bin lê zoriya (piraniya) wan wisa ne mixabin.



14.06.2021 22:03 | xabûrî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çûna çîyê ya endazer

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî