Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
tavacı recep usta - tirşik
tavacı recep usta
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. amedî ye lê çiqas kurd e, nizanim.

xwediyê dikana ku navê wê di helbesta yılmaz erdoğan de jî derbas dibe, ye; "Ben seninle bir gün Veysel Karani’de haşlama yeme ihtimalini sevdim"



min berê jî navê wê bihîstibû. lê piştî ku vê dawiyê li dîlokê şaxeke wê vebû, îro em çûn me cara ewil xwarina wî xwar. ger em werin nirxandina wê;

- xwarin gelek xweş bûn. lê min li dîlokê xwarinên ji vê xweştir jî xwarine.

- mekan gelekî xweş e. ambiyansa wê, firehiya wê pir serkeftî ye.

- xizmeta wê jî gelekî baş e. ji ber ku hejmara garsonên wê zehf in, daxwazên we zûzûka bi cî tînin.

- lê; bûhawê wê gelekî zêde ye. em du kes bûn û me xwarinek bigişt xwar û pê têr bûn. hebek kutilk û du heb jî ecûn jî îkram bû. piştî xwarinê jî bêyî em bixwazin şîranî anîn. fiyeta wê 95 tl bû. bi ya min heqê xwarinê encax nîvê vê bûhayê bû. em ferqa mekanê jî lê zêde bikin bila 60 tl be. yanî %50ê bûhayê wê zêde ye.



bi kurtî; nahêje ku mirov rojeke normal de here lê xwarinê bixwe. bi qasê min dît û fêhm kir, mirov ne ji bo xwarinê lê ji bo nîşandana dewlemendiya xwe û ji bo forsa xwe tên lê xwarinê dixwin. jixwe dema em derketin me dît ku hinek wekîlên meclîsa tirk jî hatine vir.



15.02.2014 21:19 | simurg56

2. Restoraneke pir navdar a bingeha wê ji amedê ye. Şaxa wê ya enqerê tim bi aliyê wekilên tirkiyê ve tê bikar anîn, wisa tê gotin. Min li enqerê tu carî nexwariye lê ji ber mereqa xwe piştî ku li edenê vebu nizam beriya çend mehan bu, em çun û me ceriband. Ku em bên li ser nirxandinê;

Bi pêşwaziyeke germ destpê kirin. Cihê wê xweş, fireh û pir baş hatî xemilandin bu. Ji ber ku ji bo zarokan cihê lîstikê hebu ji xwe me nekarî em kurê min ji wir derxin. Me kaburga xwest û têra du kesî zêdetir hat. Nizanim ji ber nû vebubu yan ji xwe welê bu lê hema bêje ji her tiştî hinekî anîn û hemu jî pir xweş bun. tirşika wan jî têra xwe baş bu*. Piştî xwarinê jî jixweber şîranî anîn û ew jî xweş bu. Ji ber ku gelek wext ser re derbas bu ez nikarim bi kitekit bêjim. Lê piştî xwarinê baş tê bîra min me her yekê du heb çay vexwar û garson bi israr got divê hun qehweya me jî vexwin. Me ji qehweya wan a dîbek jî vexwar û pir xweş bu, ku ne ji buhayê wê buya wê tenê ji bo qehweya piştî xwarinê jina min wê mehê 2-3 caran min bibuya wê derê. Bi rastî jî qehweya wê pir xweş bu, ji ber wê demekê em lê geriyan û me ji amedê qehweya dîbek kirî jî lê ne ewqas xweş bu. Ez dîsa vegerim ser recep. Piştî ewqas xeberdanî, me xwarina xwe xilas kir û me ji bo xwarina du kesî 100 tl da. Lê tişteke din; ji ber ku kurê min ji cihê lîstikê nehat ser navê wî, me xwarina mayî da pakêt kirin û firavîna roja din têra min û kurê min kir*.

Em poşman nebun ku em çune lê careke din jî em neçun.



11.08.2015 18:32 | azadixwaz

3. Ya şaxa wê li îzmîrê jî heye. Xizmet wek xizmetê jorîn bû. Lê hesab jê şortir bû. tusa berê jî em çûbûnê û li gorî wê çaxê jî şortir bû.

Cara berê 3 kes 160 tl bû îsal 2 kes 130 bû.



Nîşe: Heke li îzmîrê cîhekî xwarina xweş hebe binivîsin *



25.09.2016 21:23 | berxweda

4. ji ber ku bûha bû û li dîlokê bi bûhayek gelek kêmtir, xwarinên gelek xweştir hene; di nava salekê de hat girtin û çû.



25.09.2016 21:37 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tavacı recep usta
» recep gunduz

Kategoriyên mijarê:: xwarinmekan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî