1. berî her tiştî memleketê mazlumozdogan e. di fermîtî de aniha di hundirê tixûbên tirkiyê de ye û navçeyek mêrdîn'ê ye lê bi rastî navendeke kurdîstana bakur e. navenda dêrik'ê ewçend piçûk e kî di navendê de herkes hevudû nasdikin dizanin kî zarokê kê ye, mala kê li ku derê ye. ev jî xweşiyek dêrik'ê ye ku ew di bin bandora kapîtalîzmê de nemane û ji hevudû dûr neketine. |
|
16.02.2014 18:55 |
mergehez
![]() |
2. ji bo navê Dêrik'ê çend tez hatine avêtin holÊ: |
|
08.04.2014 00:08 |
mergehez
![]() |
3. navçeya şêr û şepalan e ku gelek kedên wan li ser kurdeyatiyê heye. hama bêje nîvê nivîskar û çalakvanên kurdan ji dêrikê ne û dîsa hama bêje nîvê amedê jî ji dêrikê ye û cardin hama bêje nîvê hevalên min ji dêrikê ne. li dêrikê ji dayik dibin, li amedê jî dipêjin û di tevahiya kurdistanê de jî dibêjin:-) |
|
08.04.2014 00:43 |
ferhenga şikestî
![]() |
4. qASÊ EZ DIZANIM JI BER KU HER DÛ DÊRIKAN JI HEV DÛ FERQ BIKIN Û TeVLÎHEV NEKIN GOTIN E DÊRIKA ÇÎYAYÊ MAZÎ. jI BER KU DÊRIKA DÎ JÎ DÊRIKA HEMKO YE KÛ DIKEVÊ BINXETÊ YANÎ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ.. yANÎ DÊRIKA ÇÎYAYÊ MAZÎ SERXETÊ YE. dÊRIKA HEMKO JÎ BINXETÊ Ye.. bELÊ EV TESNÎf KIRIN JÎ NÎŞAN DIDÊ KU KURDISTAN YEK E.. |
|
08.04.2014 00:47 |
nan û av
![]() |
5. dibêjin ev 3 roj in li navendê av tune ye û şaredarî tu tiştan di derheqê vê nabêje. erê em dengên xwe didin wê û erka xwe bi cih tîne lê divê hûn jî bi cih bîne. |
|
14.04.2014 19:40 |
mergehez
![]() |
6. dema ku navê dêrika çiyayê mazî tê gotin di hişê min de kurdî, kurdîtî û kurdisatanî derdikeve holê |
|
14.04.2014 21:16 |
renas
![]() |
7. welatê kitana spî û dismalê ye. kitanê jinan li panîya wan dikeve. kitan çiqes spî be bedew bûn hivqes zêdeye. mîrovê wan ji xwe hez dikin wek min * |
|
14.04.2014 21:24 |
azê
![]() |
8. navê stranekê ye ku ez stranbêjê wê nas nakim. bi şêweyeke cûda strîye. şêweya gotina wî muzîka çînîyan tîne bîra min. |
|
15.01.2015 21:56 |
berxweda
![]() |
9. Bajarokê di navbera Mêrdîn û Amedê ye. Şevê din ez bi wê rêyê re hatim Amedê. Li wî çiyayî çi berfek dibariya. Wêêê. |
|
16.01.2015 10:23 |
xendekî
![]() |
10. ev sê roj e qedexeya derketina derve heye li ev bajarê xweş. bi qasî ku min ji rûpelên facebookê yên li ser dêrikê şopand: |
|
27.11.2015 22:26 ~22:32 |
mergehez
![]() |
11. navçeya ez ê ji salekê bêhtir li wir bim. her çiqwasî nêzîkî navçeya min be jî min digo qey ji pêncî hezar kesî bêhtir li navendê dijîn lê ez hîn bûm dora bîst hezaran e. du qatê gundekî navçeya min e * ê ji min re ev tişt got dêrikî bû an go ez derewçiyê dêrikîya me* |
|
10.01.2016 00:14 ~2016.12.11 21:09 |
berxweda
![]() |
12. bajarê dorpêçkiriye. bi dorpêçek nefermî.. |
|
25.02.2016 21:27 |
berxweda
![]() |
13. Bajarê ku xwiya ye piştî Nisêbînê dora xirabkirin û talankirin wê werê wê ye. |
|
25.02.2016 22:17 |
nan û av
![]() |
14. Welatê keçikên çavreş û çav bi kil . Wekî min * |
|
21.04.2016 23:47 |
biaqila malê
![]() |
15. "Welatê min, welatê min |
|
21.04.2016 23:57 |
mergehez
![]() |
16. Ax dêrik dêrik dêrik |
|
22.04.2016 00:02 |
bûtîmar
![]() |
17. ahan ew strana : Necmedin'e Deriki Ax Derik |
|
22.04.2016 00:14 |
bûtîmar
![]() |
18. bajarê niha 5 bijîşkên wê ên acîlê hene lê her rojê du bijîşk li nexweşxaneya bajarê çadirî û li nexweşxaneya bajêr nobedan digirin. li gorî vî hesabî 2,5 bijîşk acîla dêrikê li ser niga dihêle :/ |
|
30.04.2016 23:25 |
berxweda
![]() |
![]() |
eger te quran nexwandibe û tu tê negehiştibî hemû pirtûkên te virtepirt e [1] |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |
![]() |
tirşik mobîl [2] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |