Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kovara zarema - tirşik
kovara zarema
(26) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. kovareke nû bi qadroyeke hêja li kurdî zêde dibe.Vaya daxûyaniya wan e çapemaniyê

JI BO RAYA GIŞTÎ Û XWENDEVANÊN HÊJA

Wêjeya kurdî roj bi roj bi pêş dikeve. Ev geşbûn him di warê weşanan de him jî di warê hejmara xwendevanên xwe de hêviyên baş dide. Piştî ku li bin sîwana zankoyên tirkî beşên kurdî vebûn, hejmara xwendevanên kurdî jî zêde bû. Helbet ev geşedan deyndarê keda wan xebatkar û nivîskaran e ku bi salan li ser zimanê kurdî û wêjeya kurdî bi kedeke bêhampa xebitîne û bi tevneke dilsoz çi ji destê wan hatiye kirine. Digel vê yekê di hin waran de hîn jî hin valahî hene. Ev valahî jî heya derekê tiştekî xwezayî ye. Hîn kovareke ku ji sedî sed beşên hunerê yên wek wêje, sînema, muzîk, hunera aktuel an jî sosyolîngûîstîkê ji xwe re bike qada xebateke profesyonel nîne. Helbet çend kovarên kurdî yên zîrek gelek caran cih didin nivîsên bi vî rengî. Xaleke girîng jî ev e ku di gelek warên zanistî de kurd û kurdî her tim bûne mijara nivîs û lêkolînan. Lê mixabin gelek caran yên ku li ser kurdan nivîsîne ne kurd bûne, di ser de jî xwedî çarçoveyên oryantalîst û nêrînên qels ên dûrî ruhê civaka kurdan bûne. Em ê di demeke kin de kovareke nû bi navê “Zarema” derxin. Em bi îddiaeyeke gelek mafdar û mutewazî dibêjin, êdî kurd bila bi kurdî li ser kurdan biaxivin û binivîsin, fikir û ramanên nû biafirînin. Helbet ji vê armancê hêviya me ev e; dê xwendinên postkolonyal ên rewşenbîr û nivîskarên kurdan di kovara me de cih bigirin. Dê ev kovar, ji xwe re rexneyek zanistî bike rêbaz û her cureyê hunerê jî bike mijar. Êdî hûn dikarin gotar û rexneyên xwe yên li ser wêje, muzîk, sînema, civaknasî, sosyolîngûîstîk, hunera aktuel hwd. ji me re bişînin. Kovara me ji bilî nivîsên kurmancî wê cih bide nivîsên soranî, dimilî û wergerên ji zimanên biyanî jî. Him bi xebatên xwe him jî bi belavkirina xwe em ê hewl bidin ku xwe bigihînin her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporaya kurdan. “Zarema” wê ji çar mehan carekê derkeve. Em li benda nivîsên we ne.

Ji bo şandina nivîsan dema dawî: 20ê Adara 2014an

Derketina Kovarê: Hefteya yekem a meha Gulanê

Têkilî: zaremakurd@gmail.com

Xebatkarên Kovarê: Fexriya Adsay, Ferzan Şêr, Burhan Yek, Hesenê Dewrêş, Mihemed Şarman, Bawer Rûken, Erol Şaybak, Cumhur Olmez, Mîrza Baran, Sevda Orak, Umran Aran.



18.02.2014 15:29 | tivirloismail

2. xweyaye çend xebatkarên vê kovarê di heman demê de xebatkarê kovara hêja wêje û rexnê bûn jî,gorî salixdana ji vê kovarê qetiyane ev heval.îcar ya bixêr.



18.02.2014 15:30 | tivirloismail

3. kovareke nipûnû û ter û teze..



bi qasê ku dixweye tibabek ji xebatkarên kovarê, xebatkarên hejmara ewil ya kovara wêje û rexneyê ne.. lê berevajiyê wêje û rexneyê qadek ji qada kovara wêje û rexneyê firehtir Û mezintir danîne ber xwe.. ya rastî di nav civaka kurd ên kurdîaxêv de ev lazimiyeke mezin a berbiçav bû.. di nav beşên hunera kurdî de hema bêje ya herî zndî û çalak mûzîka kurdî ye, lê dema mirov çavê xwe lê digerîne, di zikê hev de 5 nivîsên bikurdî yên li ser mûzîka kurdî û stranbêjên kurd nabîne.. herwiha heman tişt dikarin ji bo sînema û şano û mîmarî û sosyolojî û siyaset û gelek warên din ên ku civaka kurd a modern pêk tînin jî wre gotin.. di warê wêjeyê de çi lokal û çi jî giştî gelek kovarên edebî hene lê dema mirov li qadên din dinêre, ji çoleke beyar a bêserûber pê ve tu tişt naxweye.. ez naxwazim neheqiyê li tu kesî bikim, berê di warê mûzîkê de ez ne şaş bim kovareke tirkî-kurdî derket, çend hejmar jê derketin nizanim lê ez ne xelet bim nkarî xwe li ser lingan bigire û xwe bigihîne heta roja îro.. şaşiya mezin ew e ku mirov bi serê xwe, bêyî ku ji derûdora xwe bipirse û bişêwire Û bêyî ku zemîna xwe test û etût bike û xebatên pr'ê bike îşan bike, her îş tê û li ser mantiqê ticaretê disekine, huner jî û siyaset jî.. eger miştêriyên te tunebin an eger potansiyela te ya karkirinê tunebe tu çi qas malên baş û bikalîte jî bifiroşî malên te wê li ser te de bimînin tê bixusirî û tê ji saman û sermiyana xwe bibî.. ez meselê serûbino nekim.. yanî dixwazim bêjim di vê astê de civaka kurd ji bo xebat-kovarên tenê li ser şaxekî an qadekî disekinin û derdiçin ne mûsaît û mûnasîb e.. yanî ji bo cara pêşîn divê kovarên bi vî awayî pirreng û pirmijar û têrtirşik derkevin heta ku rê li ber xebat-kovarên pisporî vebe/veke..



ez dirêj nekim, ser xêrê be, belkî klîşe bixweye lê eger xebatkarên kovarê bikaribin bi rastî jî soz û we'dên xwe bicih bînin, û ji heqê mîsyona xwe de derkvin dê îhtîyaceka mezin a civaka kurd a kurdîaxêv têr û tijî bikin..



di peyameka xwe ya din de ez ê bi berfirehî behsa tesîr û karvedanên zikreşî û çavnebariya karakterê kurdî ya li ser siyaset û mûzîkê û edebiyata kurdî bikim.. heta hingÎ di xêr û xweşiyê de bimînin..



18.02.2014 17:26 | endazer

4. HIN BRADÊRÊN JI KOVARA wÊje Û rexne QETIYANE Û ÇEND HEVALÊN DIN DANE DERDORA XWE Û HEWL DIDIN KOVAREKE NÛ Û BERFIREHTIR BI NAVÊ zarema DERXIN. qEWTBE JI WAN RE. sERKEFTIN.

WEKE SLOGAN PÊŞNIYARÎYA MIN:

zarema, bi zarê me ye, zarÊ me derdixin!



19.02.2014 15:55 | seydayê_peyvan

5. di daxwiyaniya kovarê de hevokeke wisa heye ku min fêm nekir dixwazin çi bibêjin: "Hîn kovareke ku ji sedî sed beşên hunerê yên wek wêje, sînema, muzîk, hunera aktuel an jî sosyolîngûîstîkê ji xwe re bike qada xebateke profesyonel nîne." ma ev heval ne di kovara wêje û rexneyê de cî digirtin gelo? Naxwe divê navê kovara Wêje û Rexne yê jibîrnekiribane. Bi ya min tevî kêmasiyên xwe, kovara Wêje û Rexne, kovara pêşî ya kurdan e ku bi giştî li ser teoriya edebiyatê disekine û xwedî bernameyeke aqilaneye. ê heyf be ku neyê çapkirin. di daxwiyaniya kovara zarema de bêhna egoyên şexsî tê bêvila min. min kovara Wêje û Rexne heme bêje %80 xwendiye heya îro. lê hêvîdarim Zarema jî biqasî wê serkeftî be. heya wê derbas jî bike.



01.03.2014 16:41 | dara

6. Kovara wêje û rexne li ser edebiyatê ava bibû,nav jî Wêje bû ne huner û rexne. mixabin dara te xelat xitim kiriye .ji ber vê yekê ev hevok bê wate nîne,em li bendê bin wêjeû rexne siper bû hêvi dikim zarema ji siper be.



01.03.2014 21:45 | tivirloismail

7. min hê jî fêm nekir ku kîjan nivîskar ji ber kîjan sedeman ji kovara wêje û rexneyê veqetiyane? li gora ku min xwend hemû nivîskarên wêje û rexneyê dîsa di vê kovarê de cihên xwe girtîne, nexwe kî ji kê veqetiya?



01.03.2014 23:18 | ferhenga şikestî

8. wêje û rexne qadroayanw an deh kes bûn,pênç kes jê veqetiyan.yên ku veqetiyan,Umran Aran,Birhan yek,Fexriya Adsay,mihemed şarman,bawer rûken.çima ji hev qetiyan ez jî nizan im.belkî bi hevnekirine.lê tişta ku ez dizanim ew kesên ji wan qetiyan bi îhtimaleke mezin nexwastine li ser medya sosyal dev bavijên hev,bêdeng qetiyane û baş kirne.ya balkêş.Di hejmara yekem de nivîsê van pênç kesên veqetayî hebûn yên mayî(Dawit yeşîilmen,bawer beşrev,Ahmed kanî,tahir Tahînha tunebûn.)



02.03.2014 00:45 | tivirloismail

9. xwiyaye tivirloismail jî ji qadroya zarema ye *



02.03.2014 13:59 | dara

10. ez yên ku di wêje û rexneyê de dixebitin niha, nasnakim. çiqasî zanene çiqasî nezanin nizanim. min navê çendeka ji wan nû bihîstiye. lê sê kesên qoserî jê derketine. em qoserî dixwazin li pêş bisekinin hertim. heyfe ku hêviyek dame û belav bû. travmaya belavbûnê ketiye mêjiyê me de. du kurd têne cem hev du partiyan ava dikin.



02.03.2014 14:07 | dara

11. di kovara di destê min de kadro 12 kes in. ji wan pênc kes veqetiyane. ji bilî pênc kesên ku nivîsandine û jê veqetiyane, nivîsa omer delîkaya û îlyas suvagci jî heye ku a di lijneya weşanê de ne. û dawid yeşîlmen jî hevpeyvîneke qerase kiriye. naxwe nayê wê wateyê ku yên jîr jê veqetiyane û yên din jî têde mane. wek mînak nizanim çawa gotara bawer ruken çapkirine, lê min ê ji ser deh puanan yek puan bidayê. bi awayekî cidî difikirim analîzekê li ser hejmara pêşîn binivîsim niha. heya bidime kovarê jî. heger rexnegir bin berra jî ê çapbikin...



02.03.2014 14:26 | dara

12. (bnr: faxir mamedî)

(bnr: 10.000 kilamên kurdî ên klasîk li ba min hene)



kovara ku dikare dosye-hevpeyvînek qerrase li serbnra jorîn amade bike..

ev yek hem wê balê bikişîne ser berfirehî û zengîniya mûzîka kurdî a gelêrî, hem ji devê arşîvkarekÎ em ê bikaribin wesd û taybetmendiyên stranên gelêrî ên kurdî bixwînin û hem jî wê hişmendiya arşîvkirina berhemên zargotina kurdî di nav nifşên nû ên kurd de çêke..



02.03.2014 16:41 | endazer

13. carinan di veqetandinê de xêr heye. pêşî kovareke hêja valahiya rexneya wêjeya kurdî dagirt. niha jî bawer im valahiya hunerê yê werê dagirtin. bi min ev tiştekî erênî ye. û bi qasî ku min dîtî yên veqetayî û yên mayî di nava xwe de niqaşek dernexistine û jev nexeyidîne. ev tiştekî baş e. bila hinekî din bi pêş de biçin ku nivîskarên her du kovaran nivîsan bişînin kovara din jî.



01.05.2014 00:41 | serxush

14. çend nivîsên pir hêja hene têde. lê xwezî xwe ji hêla dîtbariyê ve neşibandana wêje û rexne yê.



08.05.2014 22:40 | tujo21

15. ser xÊRÊ, HEJMARA EWil ya kovarê derketiye bazarê..

min hêj derfet nedîtiye, rûnim û bxwînim, lê wê rojê li pirtûkfiroşa xana zêlûyan li ser linga min çavek lê gerand, kovareke têra xwe berfireh e, nivîsên balkêş tê de hene, li ser tirşikê jî tê de kurtehevpeyvînek heye..

xwudê hez ke çaxê min kovar bi temamî xitim kir ez ê bi dirêjayî behsa bikim..



20.05.2014 23:54 | endazer

16. kovara nû ya kurdî ye ku bi angaşteke mezin derketibû. ji kovara wêje û rexneyê ve cudatiyek pêk aniye ku wê ji xeynî wêje û edebiyatê qala muzîk û huner falan jî bikin neyse bi xêr be min hejmara nû bi dest xist min piçek jî xwend. têde behsa tirşik.netê jî hatiye kirin. bi nivîskarê me yê hêja endezarî re hevpeyvîneke xweş kirine. endezar behsa tirşikê kiriye, bi pirs û bersiv kul û derdên me û armanca tirşikê vegotiye



21.05.2014 08:42 | ferhenga şikestî

17. niha li ber destê min e. kovareke zimanê we pir xweş e. ziman ji sarbûniya rexneyê azad kiriye. kinbeş ji bo ku xwendekar jî tevlÎ dibin bîrbirineke pir delal e. Nivîsa mehmed şarman ya bi navê "emê! tu dikarî di tariyê de jÎ bi tirkÎ biaxivî" hem bi zimanê xwe û hem jî bi peyama xwe nivîseke gelekî balkêş e.

Bixwînin hûn ê qet poşman nebin.



21.05.2014 12:10 | dil-tesne

18. kovara ku min heta niha ji devê du camêran derheqê kêmasiyên redaksiyona wê de rexnenin bihîstine.. min li kovarê nêrî, redaksiyon ji aliyê sê çar kesan ve hatiye kirin dixweye, tabî dema îşên wiha dkeve ser milê sê çar kesan herkes bi hêviya yê dî ve dihêle û îşê xwe baş nake, divê ji bo hejmara xwe ya didoyan camêrekî zimanstandart îstîhdam bikin, wek nav ez karim navê besam mistefa pêşniyarî wan bikim.. *



21.05.2014 19:42 | endazer

19. sedemê ku endazer diyar kiriye bi min hem teşhîs hem jî tedawi ye.yanî hem hem derd hem derma ne.



21.05.2014 23:50 | tivirloismail

20. mijara xwe ye hejmara dûyem wek postkolanyalzim-selforyatalizm diyar kirine.Di vê mijarê de bi tirkî ji çavkanî kêm in ji bo me kurdan ji zor pêwiste îcar quwet be ji wan re.



21.05.2014 23:52 | tivirloismail

21. min kovar girt lê xwezî redaksiyoneke baş lê bihata kirin. ji aliyê dîtbariyê re ez dibêm qey kovara herî xirabe di wêjeya kurdî de. xwedê giravî bi hişmendiyke mezin derketine rê. bi qasî min dîtî ferzan şêr jî endamê kovarê ye. bila êdî weke ku li ser pirtuka remezan alan nivîsî bila li ser zaremayê jî binivîse. lê çaxê bi pirtuka remezan alan re muqayese dikim, divê ferzan şêr 100 rupel rexne binivîse êdî *



21.05.2014 23:55 | tujo21

23. berî ku dest bi postkolonyalîzmê bikin gava pêşî bila edîtora kovarê dev ji wergerkirina berhemên bi îngilîzî ji bo tirkî berde ku ji xwe ev nivîskar kurd in. bila wan wergerîne kurdî û paşî behsa postkolonyalîzmê bike.



22.05.2014 00:00 | dara

24. gelo kijan gotar ji ingîlizî bo tirkî hatiye wergerandin min tam fehim nekir.Helbet werger pêwîst in ji bo kovaran,ger pirtûkên teorîk tev de bi kurdî hebûna xwendevan û nivîskarê kurdî di şuna yê tirkî de ev bixwandana heya ku zimanê gotarê wan xira nebûya.



22.05.2014 00:03 | tivirloismail

25. ne ji bo kovarê dibêjim keko, ji bo xebatên wê yên pirtûkî dibêjim. maşeleh xizmeteke mezin ji birayên xwe ye tirk re kiriye. şeş heft pirtuk wergerandine tirkî ji bo avesta.



22.05.2014 00:08 | dara

26. min kêm zêde hemû nivîs xwendine wekî hevalan jî gotî kêmasiya redaksiyonê hebe jî bawer im di jimara bê de ew ê were çareserkirin lê nivîsên akademik bi mêjiyeke kurdî çi qaS XWEŞ E MİROV VÎ TİŞTÎ TÊRA XWE BAŞ DİBÎNE DEMA ZAREMAYÊ BİXWÎNE



22.05.2014 00:41 | elomelo

27. di vê kovarê de nêrîna dijkolonyal pir girîng e; yanî her çi binivîsin wê ji aliyekî hay ji bindestiya xwe hebin û bi feraseteke kurdistanî binivîsin. çar tiştên ku ez li ber ketim min dîtin: 1. camêrin ji wêje û rexneyê veqetiyane, wan û xebatkarên wêje û rexneyê yên niha tu gotineke nexweş ji hev re nekiriye; lê hinek salakşör li ser navên wan bi hev dikevin. 2. hin kes dibêjin 'ma qey yek ne bes bû çi hewce bû' ev jî tam ehmeqiyek e. di tirkî de bi hezaran kovar hene, lê nayê bîra kurdekî ku bibêje 'ma çi hewce ye ku ewqas hebin', lê kurd mixabin carinan xwe liyaqî tiştinan nabînin, tiştinan zêdeyî xwe dibînin, çi bêjim mala bindestiyê xera bibe ku ev ruhên me gemarî kirine. 3. kes tiştekî li ser naveroka wê nabêje, lê hemû qala formatê dikin. mixabin ev jî nîşanî me dide ku hîna gelek kes ji me ji qonaxa şikl derbasî qonaxa naverokê nebûye. 4. hin kesan li vê platforma navêkesîlênediyar navinî xebatkarên kovarê dane ku bêhna qayişkêşiyeke şexsî jê difûre û ev jî eybeke mezin e bi rastî. de bila li ser xêrê be li kurdan..



22.05.2014 01:38 | maro

28. bila pîroz be li kurdan. çiqas kovar hebin ewqas baş e li gor min. nivîsa mihemed şarman emê... û ya mîrza baran nivîsên resen in, siheta hemû xebatkaran xweş be.



22.05.2014 01:48 | qomançêro

29. pirs û bersivê ku di kovarê de li ser tirşikê hatine belavkirin;



1.Tirşik çi wextî ji teref kê/kiyan ve hat damezrandin.



1. malpera tirsik.net di meha hezîrana sala 2013an de, weke malpereke girêdayî wergerine.com û turkcekurtcesozluk.comê hat vekirin.





2.Herkes dikare di tirşikê de binivîse



2. herkesê ku bixwaze û dikare bi kurdî binivîse, dikare bibe endamê tirşikê. piştî bûna endamê tirşikê pêwist e nivîskariya we ji aliyê moderasyona tirşikê were aktîfkirin, piştî hingî endamê nû-nivîskar bi ya dilê xwe dikare mijarên nû veke an di bin mijarên heyî de di nav peyamekî de fikra xwe bêje.



3.tu dikarî statîstîkê tirşikê bidî.



3. îstatîstîkên heta dawiya meha sibata 2014an wisa ye: hejmara peyaman: 25.720, hejmara mijaran 7.127, hejmara nivîskarên qeydbûyî: 954 e.



4.Yê herî zêde peyam nivisî ye kî ye



4. ya rast li ber destê min lîsteyeke birêkûpêk nîne ku ez yeko yeko bihijmêrim lê dikarim çend nivîskarên ku bi zêdebûna peyamên xwe yên di tirşikê de balê dikişînin bêjim; @endazer 3800 peyam, @simurg56 3300 peyam, @brusk56 1500 peyam, @ceso 1000 peyam, @elegez 700 peyam, @cinorek 600 peyam, @nan û av 600 peyam, @mamoste 400 peyam, @mazlumozdogan 400 peyam, @nazim tolhildan 400 peyam fîlan..



5.Eleqa nivîskar rewşenbîrên kurdan bi tirşikê re heye, çawa ne.



5. erê di tirşikê de çend nivîskar û rewşenbîrên kurd ên berniyas hene û bi navên cuda dinivîsin lê ji ber ku di tirşikê de zemîn û atmosfereke bêserûber ya serbestiya derbirîna fikrî û rexneyan heye, û ji ber ku civaka kurd -xwende û nivîsendeyên kurd jî tê de- civakeke girtî ye û her rexneyekî wekê reşkirin an rabezînekî li hemberî heyîna xwe dibîne, di nav nivîskar û rewşenbîrên kurd de biheqî hêj belav nebûye, yanî erê xebera pirraniya wan jê heye lê ji ber ûşt û egerên muxtelîf xwe jê dûr vedidin. an jî bi navên ku em nizanin, tê de dinivîsin û em nizanin.



6.Hûn ji tirşikê çi hêvi dikin.



6. berî her tiştî em dixwazin ji rojeva serdestan û ji ajandaya mêtingeran wêdetir rojev û ajandayeke bi kurdî û kurdistanî çêkin, û herwiha em dixwazin databankekî bi kurdî ya berfireh ku tê de ji şîrê şêr bigire heta formûla çêkirina kurdistaneke serbixwe, ji bêje û biwêj û zargotin û metnên kurdî yên li ber metirsiya nemanê bigire heta rê û rêbaza perçekirina dendika atomê, ji pozîsyonên seksê yên di nav civaka kurdî de bigire heta klîşeyên helbest û stranên kurdî, behsa her tişteka li ser rûyê erdê bike, û herwiha em dixwazin bi pişkdariya kurdên ji her beşeka kurdistanê û ji ji her zarava û devokeka kurdî, devok û zaravayên kurdî biçekî din nêzî hev bibin, zimanê kurdî biçekî dî ber bi standartbûnê ve biçe, neteweya kurdî biçekî din qalib bigire û hişmendiya kurdistanê biçekî dî li nav reh û demarên kurdan bigere. bi kurt û Kurmancî em dikarin bibêjin ku armanca tirşikê ew e ku li ser înternetê derbarê her tiştî de agahî û şîroveyên kurdî werin berhevkirin û arşîvkirin û bi vî awayî dema kurdek bikeve înternetê bikare her tiştî bi kurdî peyda bike.



7.Problemên we hene hebin çi ne.



7. erê çawa?! mezintirîn pirsgirêka me, em dikin nakin nikarin xwe bigihînin kîtleya xwe ya potansiyel, tevî hemû hewldanên me, heta niha teqrîben 1000 (bi nivîsê, hezar) nivîskarên tirşikê çêbûne û ji nîvî zêdetir ê van nivîskaran hêj destê xwe qene li peyvekî jî negerandine, yanî bi jargona tirşikê qet netirşikandine, ez naxwazim tu kesî deşîfre bikim û bidim şermê lê em dibînin heta êvarî li ser mecrayên din ên sosyal medyayê kêf û seyranê dikin, lê dema tu ji wan dipirsî tu çima di tirşikê de nanivîsî, xwe didin paş perdeya hêncet û mahneyên wek, wextê min nîne, ez bi xwe re nabînim, ez ji sîstema tirşikê fêhm nakim, ez bi kurdiya xwe ne bawer im, ez vêga diçim kursa zimanê kurdî hema çawa ez serwextê zimên bûm ez ê binivîsim, kuliya zimanê min xwariye, ''okiyam ama yazamiyem'' mozqirtikê bi zimanê min ve daye, tirşik bûye cihê reşkirin û rexnelêgirtina destkeftinên kurdan, destê min lê nagire ku ez di tirşikê de binivîsim, ji ber ku ne min tirşik vekiriye û ji ber ku di tirşikê de tu payeyek neketiye ser milê min ez ez xwe lê nakim xweyî û tê de nanivîsim, filan.. hêj berdestnebûna versiyona mobîl ya malpera tirşikê jî yek ji pirsgirêkên me yên mezin e ku dilê gelek bikarhênerên me yên xwedî smartfon ji tirşikê dihêle..



8.Tirşik di medya kurdî de cih girtiye?



8. li ser înternetê di gelek malperan de nûçeya tirşikê derket, lê di malper û rojnameyên ku me hêvî ji wan dikir û pirraniya kîtleya potansiyel ya tirşikê jî xwendevanê xwezayî yê wan e, nûçeya tirşikê di ser guhê xwe re avêjt, herwiha li ser sosyal medyayê jî çend kes û komên kurd ên popûler ku bi hêviyên mezin me ji bo tirşikê hawara xwe gihande wan, qene berê xwe jî bi me ve nekirin.



(amedekar; mihemed şarman, kovara zaremayê, hejmarar yekê)



06.06.2014 00:32 | endazer

30. hejmara duyem,derket bi naverok û forma xwe hêja dixwiyê.ev hejmar ithafê gelê êzdiyan kirine.



04.09.2014 19:32 | tivirloismail

34. kovara ku hejmara sêyem bi helbesta arjen arî efendîno vedibe û bi wêneyên şerê man û nemanê ên kobanêyê diqedeye. Nivîsa şerner ozmen a Çîrok û Çîrçîrokên Hunera Hevçax pir balkêş e. naverok ev e: Here lînkê



25.04.2015 01:01 ~01:02 | seydayê_peyvan

35. kovara zarema digel kovara wêje û rexneyê di kovargeriya kurdî de destpêka serdemeke nû ne. ew her du kovar bi naverok û kalîteya xwe, mijarên ku hildidin dest dikin ku nivîsa kurdî, zimanê kurdî derkeve asteke bilind... heta niha tim dihat gotin û lorandin ku çima di kurdî de rexne tune, ... a ev her du kovar vê vahiya muhîm jî dadigirin...



01.01.2016 19:56 | pîrêmerd

36. kovareke akdemîk e, niha bi hejmara xwe ya şeşem ve bi li ber destê xwînerê xwe ye.



02.01.2016 02:12 | subasi842

37. vi kovara malpera (lînk:pirtukakurdi.com) sedi 40 erzani heye nıha



02.01.2016 09:27 | mala te ava

38. Kovara ku min bi xêra wî tirşîkê nas kir û ez bume endam. Şîrove û analîzên nivîsên kovarê gelek cih de ne û mesele ji bo kesê ku ji derûnnasîyê hez dikin dikarin serî li zarema yê bidin, di mijara "romanê de bikaranîna sembolîzm ê" de agahîyên baş dixe pêşîya me.



01.06.2017 13:19 | azad30

39. esehî ez qaîl bûm ku di nava civata kurmancan de xweşbîn kêm in. Ka Bergê Hejmara 11emîn a Zaremayê binêrin, piştî bobelata weşanxaneya belkîyê ev jî qewimî.

Here lînkê



31.08.2017 15:48 ~15:49 | tizbîkêş

40. li gor daxuyaniya wan kovar êdî neyê çapkirin. herî dawî hejmara 13emîn çap bibû. min fehm kir bê ka çima 13 di nav ewropiyan de wek hejmareke bêyom tê qebûlkirin.



01.07.2018 18:05 ~22:00 | bargiran baran

41. Êdî neyê çapkirin. vî çaxê de ti kovar nikare ber weşanên dîjîtal bisekine, rojnameyên sed salî ya zimanê îngilîzî jî hêdî hêdî dest ji weşanên xwe yê kaxizê berdidin. Kovarên tirkî nayê xwendin û standin. Zimanê kurdî jixwe ne xema kesî ye. kî xîret bike pêşî xwendina elîfbê, rastnivîs, rêziman hîn be, here kovar bikire, bixwîne.

Kurd her tiştî de dereng man, kîjan tişta re destê xwe davêjin, dibînin ku dewr êdî ne dewrê wan tişta ye, enflasyonê kovar jî eynî mesele ye, Derengmayîneke din a wan e...

kovarên kurdî/92074
kovar/106519



01.07.2018 21:56 ~21:57 | mîr

42. weşanxaneya avestayê derxistina kovarê biriye ser xwe û kovar dîsa dest bi weşanê kiriye ku ev nûçeyekê pir xweş e. hejmara 14an di firotinê de ye. mixabin min tenê pênç hejmarên pêşîn kirrîne. havîna çûyî min li înternetê hinin hejmarên wê peyde nekiribû ji ber wê yên heyî jî nekirîbû. mentiqekê nebaş. :/

Here lînkê



04.05.2021 19:42 ~19:43 | biruya hayao miyazaki

43. zarema êdî li ser kaxizê nayê çapkirin
ez xemgîn bûm yaw . bila dîsa dîjîtalîze be ema ez ji xwendina wekî pirtûk li ber desta hez dikim .



06.07.2022 17:01 | pirtûkhez

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara heterotopîa

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi kovarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî