Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
wênegirtin - tirşik
wênegirtin
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Berê dema ku em biçûk bûn ji bo vê bûyerê me digot "Sûret girtin"

Di wêne de pirsgirêk tuneye, ew jî peyveke bi kurdî ye; lê kişandin ji sedî sed bandora turkî ye, lewma ev deh salên dawî di kurmancî de "kişandin" ket şûna "girtinê" ji bo vê bûyerê. şaş: ez ê wêneyekî wî bikişînim. rast: ez ê wêneyekî wî bigirim.



20.02.2014 19:11 | qomançêro

2. spas bo agahdariyê hevaliko ;) ji mêj ve ye min dest ji wênegirtinê berda, Xwedê şahed piştî ku min çîroka efrikiyên dilniyaz û dilpaqij bihîstiye hema wisa li min hatiye, çêtir e mirov xwe li dûr xwe û Wêne mêneyan negire *



20.02.2014 20:24 | elomelo

3. tişta ku carinan dibe sedema çûna gerÊ LÊ NEDÎTina tu tiştÎ.

HiN KES dirî tê de. çi bibÎne wêneyê wê digire. yanê weke min gotî diçe li bajarekî bigere derên nû bibîne lê ji ber wêne girtinê nikare tu tiştÎ bibîne.

bi taybetî japonî wisa dikin. tê gotin ku, ji ber ku betlaneya japonîyan gelekî hindik e, diçin welatên din wêne digirin û paşê dema tên malê hêdî hêdî lê dinêrin. ji bo wêne girtinê tên yanê *



21.02.2014 00:40 | brusk56

4. (bnr: mehmet masum süer)



21.02.2014 00:40 | brusk56

5. rast bi kar anîna wêne kişandinê ye. yanê wêne kişandin ne rast e. ez bixwe dizanim girtin rastir e lê dema dinivîsim an jî dipeyivim 'kişandin'ê bi kar tînim. ev jî bandora tirkî ya li ser min e.



13.04.2014 00:18 | mergehez

6. berê kêfxweşiyek bû, mirov di rojên taybet de ligel nas û dostên taybet ji bo paşê bibe diyarî û yadîgariyek ji bo wê rojê pozek du poz didan lê niha bûye nexweşiyek û li nav tîneycirên nexweşên sosyal medyayê ketiye.. yek sosyal medya û ya dî jî smartfon tam di wênegirtinê de nehêliştine..



19.04.2015 02:23 | endazer

7. ji bû kombers û androîda (bnr: screenshot) (bnr: qethiyen) (bnr: sersarî)nekin fêr/hîn bibin (bnr: hetahetê) feyda wî heye



19.04.2015 10:43 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» wênegirtin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî