Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
roja zimanê dayîkê - tirşik
roja zimanê dayîkê
(16) (1) (25)
di mijarê de bigere

1. 21 ê sibata sala 1999 an ji aliyê unesco yê ve weke roja zimanê dayîkê hatiyê hijbijartin û ji hingî ve hersal weke roja zimanê dayikê tê pîroz kirin.



2014.02.21-01:59 | seydayê_peyvan

2. pêwîst e ku şûna dayîkê peyva zikmakî were bikaranîn



2014.02.21-02:04 | kevçiyê dil

3. her roj roja zimanê zikmakî/dayîkê ye!! (her du jî rast in)



2014.02.21-02:10 | berxweda

4. rojek ji wan rojÊn taybetan e lÊ wek hemû rojÊn taybet Ên din -ji xeynî newroz- ji bo min tu tişt îfade nake. niha sibÊ li fesybûkÊ binÊrin, rûpela herkesÊ/î bi slogana 'zimanê me rûmeta me ye' dÊ tijî bibe lê rojeke din tu kes behsa zimanÊ xwe bi taybetî jî bi zimanÊ xwe dÊ neke. Ê min çi fêm kir ji vÊ barebarÊ?

roja zimanÊ zikmakiyê jî bi zimanÊ neyarÊ xwe pîroz dike lÊ here xwelî li serÊ xwe wer bike wÊ pîroztir be. kî sibe bi tirkî slogan biavÊje di fesybûkÊ de ez Ê wê/î rencîde bikim bila bikevin di nava qelîştekÊn kur û dûr qene di serÊ me de qîreqîr nekin



2014.02.21-03:09 | ferhenga şikestî

5. (bnr: roja zimanê zikmakÎ) - kurmancÎ

(bnr: rocê zıwanê daykon) - zazakÎ

roja ku li ser tirşikÊ peyvÊn xweş Ê derbarÊ zimanÊn şirin pek bÊ ye.



2014.02.21-09:07 | cinorek

6. rocÊ ku bianetÊ seba ey malperÊ xo pir zıwanÎ kerde yo. xwezÎ her roc wina biyo.

http://bianet.org/bianet/2014/2/21



2014.02.21-09:13 | cinorek

8. Zimanên beyanî çek û kincên me ne,

Lê zimanê kurdî çerm û laşê me ye.

/Celadet Elî Bedirxan/



2014.02.21-14:37 | rêzan

10. (bnr: zavayê biyanî)



2014.02.21-18:22 | cinorek

11. eZ GELLEK MEREQ DIKIM GELO JI BER ÇI GELÊN SERDEST YÊN WEKE TIRK, EREB Û FARIS VÊ ROJÊ PÎROZ NAKIN.. hEMA PÎROZKIRINA VÊ ROJÊ BI HÊVIYA ME KURDA VE MAYE. wEKE GELLEK ROJÊN DIN (8Ê ADARÊ, 1 ÎLONÊ) PÎROZKIRINA VÊ ROJÊ JÎ BI HÊVIYA ME KURDA VE MAYE.. hEÇKÛ EV ROJ TAYBETÎ JI BO GELÊN BINDEST HATIYE TE'YÎN KIRIN..gER NE WÛSA BA EZ BAWERIM eV ROJ WÊ JI ALIYÊ GELÊN KU NAVÊ WAN LI JOR DERBAS BÛ VE HATIBA PÎROZKIRIN..



2014.02.21-23:23 | nan û av

12. rOJA KU JI ALIYÊ KCKÊ VE BI PEYAMEKÎ HATIYE PÎROZ KIRIN E. lÊ YA ECÊP EW E KU EV PEYAM BI TIRKÎ YE. EZ DI MALPERÊ DE GERIYAM KU BELKÎ KURDIYA WÊ PEYAMÊ BIBÎNIM LÊ MIXABIN MIN NEDÎt. ha JI WERE PEYAMA KCKÊ: http://www.pkkonline.com/tr/index.php?sys=article&artID=1909



2014.02.22-00:34 | nan û av

13. bi xêra vê rojê 2 hevalên min ên nuh derbasî facebooka kurdî bûn. înşele ne demkî bin..



2014.02.22-04:59 | berxweda

14. nivîsa jêr a Selahedîn Çelîk li ser 21ê sibatê ye ku bi ya min divê bê xwendin.

Here lînkê



ev jî ji min:



2015.02.20-21:07 | biruya hayao miyazaki

16. roja ku îro li îdirê, beşdarî paneleke li ser zimanê kurdî bûm. lê mixabin mijar her çiqas kurdî be jî panel %50 bi tirkî bû.



2015.02.21-15:22 | nazim tolhildan

17. roja ku, ji bilî kurdan, haya kesî jê tune.



2015.02.22-00:28 | diyako47

18. Ewro yo la xemê ma kurdan nîyo. Goreyê raporê UNESCO yeno vatene ke; ziwanê Kirmanckî yo ke hetê 4-6 mîlyon merdiman ra yeno qiseykerdene, binê xeterê vinîbîyayene de yo.



2020.02.21-19:01 ~19:04]| kajav

19. roja kurd dibêjin pîroz be w bi tirkî dewam dikin. ji min re bûye kul û derd li metropolan biçim kîjan çalakîya kurdan (qonser, panel, şano, sînema ûhwd.) xelk bi tirkî diaxivin. evane ne ew kesên alîgirê dagirkeriyê ne, qaşo hemû xweyî hişmendî w bîrûbawerî ne lê dîsa xwe nagrin. ger xwe bigrin, kurdî qesebikin dê tttep u teqin! Çi benîştek buhaye ev tirkî li ser xwarnê jî navêjin!



2020.02.21-19:14 | hespêsor

20. (bnr: roja zimanê zikmakî)



2020.02.21-21:11 | xelîl

21. Ew roj e ku bo turkiyeciyan tenê îro tê hişê wan.



2020.02.21-23:17 | yusiv hemed

22. Piranî roja "anliyorum ama konuşamıyorum heval"ciyan e.

Ji bo yên nû rêberiya wê rojê:

+Pêşî di youtubê de strana "zimanê kurdî" peyda bike
+Lînka wê copy bike
+Li ser malperên xwe ya medyaya civakî de bi gotina "anadil haktır" parve bike
-Her bijî te qiyamet rakir heval. (Çepik)



2021.02.21-12:19 | de facto hozan

23. Îroj e. Îsal hezkurd û tora zimanê kurdî, diyar kirine ku bo zimanê kurdî li tirkiyê bi awayek fermî were nasîn dê dest bi çalakiyan bikin. Îroj bo kurdî bibe zimanê fermî dê îmzeyan kom bikin. Herwiha bo sazî û partiyên kurd 9 şîret û pêşniyarî kirine.

1- hemû partî, sazî û komeleyên kurd, di navbera xwe de divê kurdî weke zimanê hevbeş bikar bînin.

2- dîsa ev heman sazî divê dêrçûyên beşa kurdolojiyê îstîhdam bikin û bi vî awayî gel teşwîk bikin.

3- di nava gel de û di dema hilbijartina de, divê di mitîngan de bi kurdî biaxivin. Lewra li ser vê yekê çi qedexeyek tune ye.

4- di axaftinên navdewletî de bi kurdî biaxivin û wergerek bi xwe re bigerînin.

5- di hizbên xwe de komîsyonên zimên ava bikin, ger hebe wê aktîf bikin.

6- ji bo waneyên hilbijartî " seçmeli kurtçe dersî" rayedarên xwe teşwîk bikin û motîve bikin.

7- di hesabên xwe yê tora civakî de kurdî tercîh bikin.

8- ji bo kurdî mitîngên mezin saz bikin û pêwistiya zimên ji gel re rave bikin.

9- li heremên hûn lê xwedî gotin in, giringiya zimanê zikmakî rave bikin û di derbarê wê de panel û konferansa saz bikin.



2021.02.21-12:21 ~12:23]| tîrêj zana 21

24. roja ku ji ên xwe weke xwediyê zimanê kurdî dibînin re dibe derd ku kurd wê rojê tiştekî bi kurdî parve bikin.



2021.02.21-12:24 | giyanstêr

25. Na roje, serra 1999î ra yena pîroz kerdene.

Tena na roje de ziwan yeno vîrê tayê merdimanî. Tena na roje de tayê merdiman bi kurdkî nusenê û roja bîn de zî ancî ziwanê xwu ra fek veradanê.



2021.02.21-12:39 | bazêçewlîg

26. Pîroz be!



2021.02.21-13:35 ~13:35]| xelîl

27. Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina roja zimanê dayikê di nav lêgerînê de bû, Bangladeşiyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.

Di 21ê reşmeha (sibata)1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê reşmehê (sibatê)wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.

Bengladeş heta sala 1971ê bindest û mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi Bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, Urdû, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên cûr bi cûr diyar dikirin.

Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê Bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî, Urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domand.

Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê reşmehê (sibatê), di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCO yê ev roj pejirand.

jêgirtin.



2021.02.21-16:29 | keyomerd

28. Rojek girîng e , rojek wê bê ev mîjar wê gelek wê navdar be.

Vîdyoya ku ji bo derbarê roja zimanê dayikê hatiye amadekirin li jêr li ser dw.com dikarin bibînin.Li vîdyoyê de ya girîng ew e ku behsa rapirsiya axaftina zimanê dayikê nav civak û malbatê de çi astê de ye tîne li ser ekranê.Here lînkê



2021.02.21-18:22 | brzn

29. roja ku tenê ji aliyê kurdan ve bi çend peyaman tê pîroz kirin, qedrê ku didin ziman tenê bi wê rojê dimîne


----------------------------------------
lê zêdekirin:
ji sala din bîranîneke di navbera min û hevaleke min

Rojekê ez û hevaleke xwe em li McDonalds e rûniştî bûn, ji min re got:
+xwezî niha kesên li vir bi Kurdî axivîba û cilûbergên Kurdan xwekiribana(bi Tirkî).
-min jî jê re got tu xweş dike lê tu niha çima vê hevoka xwe bi Kurdî na bêje?

Bi rastî jî bila kes tenê qala bişaftinê mişaftine neke, ji me re. Em bi xwe-xwe li ber xwe xera dikin. Pêşî hûn gava pêşî bavêjin, piştre werin gotinên qerase bikin



2021.02.21-22:01 ~2021.02.22 00:15]| merwano

30. Roja zimanê dayikê pîroz be .
Roja ziwanê dayîkê pîroz bo.



2021.02.22-00:21 | yaqûp

31. ji bû kurda ev roj Sal û dozdeh mehe.. Ziman hebûna gelane, kodên jiyanê bi herf û peyvan hatine nivîsandin hîleya jiyanê jî hişberî êdî şiyar bibin.
ji Xerifiyê bawerkirin
Ji hesabê ebcedê bawerkirin



2021.02.22-23:47 | shorbevan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
marquis de sade [5]
nivîskar û qafseqetek pirr meşhure ku li ser wî gelek kitebên psikanal...
kurdipedia [2]
Malpera ku ez îro lê rast hatim. Lê navrûya wê pir nebaş e. Çend ziman...
karl marx [1]
Xwedîyê ramanên serxwebûna mirovan û serxwebûna zanistên ko têkîlîya w...
postmodernîzm [2]
Postmodernîzm, tevgereke berfireh e ku di nîvê sedsala 20n de li ser f...
wê hingê [1]
Wê hingê “o sirada” Vê hingê jî dibe. wekî Wê hingê çopir ji dûr l...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojan
» zimanê biyanî yê kurdên tirkiyê
» dayikên roboskîyê ji bo somayê giriyane

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî