1. bi piranî kurdên ku ji kurdistanê dûr li welat û wîlayeteka ewropa û emerîqayê dijîn bi vê nexweşiyê dikevin.. bi dilekî paqij dixwazin bal û meyla raya giştî ya xanim û mîrzayên ewropayê bikişînin ser kurdistanê, ji bo vê yekê hêmayên mîstîk û egzotîk bikar tînin, ji ber ku li gorî fêhm û feraseta welatiyên sade yên ewropî û emerîqî, ji ewropa û emerîqayê wêdetir herkes li ser pişta ker û bergîr û hêştiran diçe û tê, ji emerîqa û ewropayê pê ve her der çol û beyaban e, qene qal û qirşek jî lê şîn nabe.. medeniyetê riya xwe bi van deran nexistiye filan.. ev hinek kurdên me yên dinya û ewropa-emerîqadîtî jî ji bo ku kurdistanê li ber dilê ewropiyan sempatîk nîşan bidin gelek caran di kar û xebatên xwe de hawara xwe digihînin hêma û elementê oryantalîst.. û vê yekê jî bi ser navê senteza rojhilat û rojavayê didin nasÎn û nûmayîş dikin.. |
|
21.02.2014 03:42 |
endazer
|
3. Kesên diçin qursa wênekêşiyê an jî wênekêşekî profesyonel bê te hew dît derket kolanan û wêneyan dikişînê. Jinên li ber tenûra, çaya qaçax, zarokên çilma wan diherikê, kalên bi kopal, deqên rûyên pîran mijarên wan yên sereke ne. Tu dibêjê qey ew bi xwe ne ji vê civakê ne û cara pêşiyê van tiştan dibînin, wusa ecêbmayî dimînin. Ceynika min ji wan diçê. |
|
29.11.2019 23:04 |
nan û av
|
4. li kurdistanê her tişt heye. bes welatê me ji bo ku pêş nekeve her tişt kiriye dijmin. kurdên ku diçin li ewropa jî çerax û lempe û ronîyên zêde dibinîn dibejîn qey ewropa ji welatê me xweştir e. |
|
14 roj berê 17:57 |
renasbutimar
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |