Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ûkrayna - tirşik
ûkrayna
(4) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. welatÊ ku wan rojana halÊ wÎ xÎrab e. qedÊn paytaxta wÎ hamÛ tar Û mar in. gotina di nav rojÊn sext re derbas dibin ji bo wan Îcar rast e.



21.02.2014 09:01 | cinorek

2. welatêki wan rojA çeçıkê lenin le şer dıkıne.



21.02.2014 14:04 | hogırekoseri

3. Li Ukraynê 25.000 Kurd he ne.



https://www.facebook.com/photo.php?v=1414243018832749&set=vb.1403770636546654&type=3&theater



11.04.2014 01:29 | bijîmillah

4. ûkrayna (bi ûkraynî: yкраїна) welatekî ewropayê ye. yek ji dewletên berê yê yekîtiya komarên sovyet ên sosyalîst e. paytexta wê kîev e.



07.05.2015 05:12 | kiekergaard

5. Bi keçên xwe û şerê bi Rûsyayê re dikin re tên nasîn.



31.05.2020 13:46 | yûsiv

6. Dewleta ku niha ji ber tirsa rûsyayê ku bo egera dagirkirina wî welatî di teyaquzê de ye. Artêşa rûsyayê an go bi navê berê artêşa sor li ser sînorê rojhilat yê ûkraynayê hêzeke ciddî bicîh kiriye. Li bakurê ûkraynanyê jî muttefîkê rûsyayê belarûs, rê daye artêşa rûsî ku li ser axa wî dewletî ûkrayna ji bakur dorpêç bike. Hêjayî gotinê ye ku belarûs tenê 150 km dûrî paytexta ûkrayna kîevê ye. Ji ber vî çendî rûsyayê pergala parastina esmanî ya s400 li belarûs bi cîh kiriye. Herweha li kirimê jî ku dikeve başûrê ûkraynayê hêzeke artêşa bejahî û artêşa deryayî a rûsyayê lê meskûn e. Bi giştî ji sedî 60ê artêşa bejahî ya artêşa rûsî niha ûkraynayê dorpêç kiriye ku tê zanîn 3 milyon leşkerê rûsî heye û ev hejmara beşdarî dorpêça ûkraynayê bûye bi qasî hemû artêşa dewleta ûkraynayê heye. Bi ser halan de rûsya hêzeke mezin yê dinyê ye û artêşa wê bi gelek alavên leşkerî yê modern û teknolojiya pêşketî hatiye bihêzkirin. Ji 10 hezaran bêhtir tangên rûsî hene ku ev jî avantajek mezin e bo aliyê rûsî ku ji ber herdu dewlet cîranê hev in bi rehetî rûsya kare êrîşek bejahî bike û tangên xwe derbasî nav axa ûkraynayê bike.

Li aliyê din natoya ku ji neçarî ûkrayna pişta xwe pê germ dike û serî li hember rûsya natewîne jî daye xwuyakirin ku ger êrîşek ji alî rûsî pêk were dê alîkariya maddî bidin ûkraynayê. Herweha emerîkayê ji bo piştgirî û çavtirsandinê keştiya balafirî û keştiyên binavî derbasî behra reş kiribû. Îtalyayê jî bo piştgiriyê hezar leşkerê xwe şandibû polonyayê. Her weha emerîkayê da zanîn ku ger rûsya êrîşek bibe ser ûkraynanyê wê gelek cezayê aborî li ser bê sepandin. Wek tê zanîn ewropa bi gaza xwezayî ya rûsî xwe germ dike. Ev yek destê ewropayê jî yê rûsyayê jî neçar dike. Her dû alî jî bi hev girêdayî ne û nikarin vê yekê paşguh bikin. Herweha tirkî bi firotina baykar tb2 yan alîkariyek biçûk kiriye. Çikû li hember artêşa rûsî ev çek nikare bibe amûrek raber ku karibe bandorek li ser şer bike. Ji xwe ûkrayna û tirkî muttefîkê hev yê pişesaziya parastinê ne ku motora balafira bêmirov ya tb2 ji aliyê ûkrayna ve tê çêkirin. Li gor raportên rûsî ev balafir li semayên donbassê ya girêdayî ûkraynanyê ku dixwazin veqetin û beşdarî rûsyayê bibin, hatine dîtin. Wezareta derve ya rûsî acisiya xwe ya li hember van balafiran anî der.


Werhasil ku ger bi rastî jî pûtîn fermana dagirkirinê bide, wê şereke dijwar biqewime û ûkrayna wê nekaribe li hember vê hêzê li ber xwe bide. Lê ku êrîçek çê bû wê rûsya hemû ûkraynayê dagir neke, bes bajêrên rûsîaxiv wê dagir bike û li ûkraynaya mayî jî hikumeteke girêdayî xwe ava bike. Çikû ûkrayna beşdarî natoyê nebe.



16.02.2022 13:16 ~13:19 | tîrêj zana 21

7. ûkranya welatekî ku 2 herêm in wî ji rûsan pêk tê û ew herêm jî donesk û lûgansk in.Ev herêm ji rûsan pêk tên û ez wisa difikirim ku emrîka jî dixwaze ûris van herêman dagir bike.Dema ku dagir kir wê demê emrîkayê dîsa wek hêzek derkeve pêş û şerên sar bide dest pê kirin.20.02.2022 n de balyozxaneya emrîka bangê li welatiyên xwe yên ku li rûsya dijî da ku rûsyayê biterikînin.



20.02.2022 23:31 | brzn

8. welatê ku di vî peyamê efsane de navê vê derbas dibe*:
ji bo seksê 800 mil rê çûna pilingan/114126

gelo rojek şer derkeve abazanên tirk biçin ku derê?*(nikarin biçin risyayê jî*)



21.02.2022 00:10 ~00:11 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ûkrayna

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî