Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
looking - tirşik
looking
(1) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmekî gey e û di televîzyona hbo tê weşandin/destpêkir û ji nuha, li gorî 5 beşên ewil, ez kanim bibêjim ku gelek serkeftî ye. hele ez queer as folk tînim bîra xwe, kêfa min bêhtir jê tê. ji ber ku "qaf" çiqas rewşa awarte dida temaşevanan, looking jî dixwaze hewqas jiyaneke normal bide. hele beşa pêncemîn hêla hunerî min têr kir(bi rastî hevpeyvîn, sehneyên ber derya û li nav nivîn) û ev beşa, DIŞIBiya fîlma weekend ku derhenêrê weekend, Andrew Haigh, yek ji derhÊnErên vê rêzefîlmê jî ye Û HELBET strana everyday is like sunday... Û XWEDEYO jonathan groff ÇI DELAL Û xweş e wanî...



http://www.imdb.com/title/tt2581458/?ref_=ttmd_ph_tt1



22.02.2014 23:45 | biruya hayao miyazaki

2. piştî 8 beşa dawiya sezonê kirine. gelek xweş bû. ka emê despê bendebûna sezona 2. bikin.



spoiler

patrick emrê te qût nebî. TEVGERÊN TE YÊ DI BEŞA 8. NE KARÊ MIROVÊN QENC bû. welle eyfa Richie ye. ji xwe hûn anglo-saksonên protestan çend qURUŞ NAKIN! *



14.03.2014 01:00 | biruya hayao miyazaki

3. sezona duyemîn destpêkir û min 3 beşên ewil temaşe kir. ev rêzefîlm, wekî li jor jî gotime, gelek xweş û hêla hunerî hêja ye pîrozbahî lêkirin.



spoiler

di vê sezonê de têkiliyên patrickê îrlandayî û kevinê îngilîz hatiye hêvotin û evîna wan a qedexe bi gotinên "ax patrick, xwedê te bihêle" kûrtir dibe. richie wî berdaye. patrick radibe ji wê randevuyeke dixwaze. ji bo çi law, dest ji wî berde balo. ew aliyêkî, kevin lêva patrick çi xweş dimêje, dilên me re dibije. *



03.02.2015 22:21 | biruya hayao miyazaki

4. xwedê hbo gurî bike; looking ji weşanê rakirine û wê çîroka rêzefîlmê bi fîlmeke tv'yê dawî bikin.



nivîsên xayîn û bêbext

lê beşên dawiya sezona duyemîn çi xweş bû! patrick xwe carê dikir şahbanûya melodramekî û êş û janên mirovê modern dikşand û bi vê hestan çavên wê ya xwîngerm ji xwe ve diçû... helbet têkiliya wî ya bi kevin re gelek xweş bû. pir li hev dihatin. (bi rastî çavên min li ser kevina guh-botik mabû) ji ber ku grindr hîn li destfona guhmertalo bû û baweriya patrick ji kevin nema. nîqaş a soxî hat "monogami" û guhmezin xwe hetikand. moz li qûna te ya spî ve de kevo! wê patrickê ximximko çi kir? sibeha nîqaşê çû wek jinên menepozê berberê û him jî dikana richie! û xelas.. rêzefîlm bi vê dawiya tirotî qût bû! xwedê zane wê fîlmê kengî bikşînin û biweşînin...

nivîsên xayîn û bêbext



xwedêyo! lê min fêhm kir. ji ber ku ne wek rêzefîlmên hem-mijarê xwe bû. jiyana hevzayendan kişandibû xêza realîtê; ne wek ên din gey û lezbîyen dikir artîstên pornoyên bi babet..



(bnr: tê li nav dilê me bijî)



25.03.2015 23:17 ~23:21 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» looking

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî