Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mehmed uzun - tirşik
mehmed uzun
(19) (2) (2)
di mijarê de bigere

1. yek ji nîvîskarên herî navdar ên kurd e .



1'ê rêbendanê 1953 li li Siwêrekê -Riha'ê hat dinê û 11'ê kewçêrê 2007an li Amedê jiyana xwe ji dest da.



Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên tirkî û swêdî jî nivîsîne.



Îro hinek kes wî wekî serkêşê romana kurdî ya modern dipejirînin, her çiqas ev cihê nîqaşê be jî, lê rastî ew e ko ew ji wan kesan e ko berhemên wî herî zêde dihên xwendin û hezkirin. Bi taybetî hêjayiya romana Siya evînê û Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê gelek berçavtir e. Ji xwe ev herdû berhem bo zimanên bîyanî jî hatine wergerandin.



berhemên wî wisa ne ;





Tu, Dengê Komal (roman, 1984)

Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Orfeus (roman, 1987)

Mirina kalekî rind, Orfeus (roman, 1989)

Siya evînê, Orfeus, (roman, 1989)

Destpêka edebiyata kurdî, Beybûne, Ankara (lêkolîn, 1992)

Hêz û bedewiya pênûsê, Weşanên Nûdem, (pexşan, 1993)

Antolojiya edebiyata kurdî, 2 cild, Tüm zamanlar yayıncılık, Istanbul (antolojî, 1995)

Bîra qederê, Sara, Stockholm / Avesta, Istanbul (roman, 1995) [ISBN 975-7112-67-4]

Världen i Sverige (tevî Madeleine Grive), En bok för alla, Stockholm (antolojiya helbestan, 1995) [ISBN 91-7448-830-9]

Nar çiçekleri (Kulîlkên Hinarê), (pexşan, bi tirkî, 1996)

Ziman û roman, Weşanên Nûjen (hevpeyvîn, 1996)

Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê, Weşanên Avesta (roman, 1998) [ISBN 975-7112-38-0]

Dengbêjlerim (Dengbêjên Mi), Pexşan, Tirkî, 1998

Hawara Dîcleyê 1, Avesta, Istanbul (roman, 2001)

I skuggan av en förlorad kärlek (werg. Ingmar Björkstén), Ordfront förlag, Stokholm (antolojî, 2001) [ISBN 91-7324-716-2]

Zincirlenmiş zamanlar zincirlenmiş sözcükler (Demên zincirkirî peyvên zincirkirî), (pexşan, bi tirkî, 2002)

Dengbêjlerim (Dengbêjên min), Pexşan, Tirkî, 1998

Hawara Dîcleyê 2, Avesta, Istanbul (roman, 2003)

Ruhun gökkuşağı (qozaqara tînê) (bi tirkî)



01.07.2013 19:52 | brusk56

2. "aaa mehmed uzun ben de kitaplarını okudum çok güzel yazıyor !"min gelek çaran ev pirsa ji aliyê keç û xortên tirka bîhîst. hinek çaran ji belqitiye me yên kurd jî wisa di bêjin.Ez bawerim ew kesan jî pirtûk bi wergera tirkî xwendinin.......



02.08.2013 01:06 | newenda

3. Zerya, keça min ,

Alan, kurê min ..

Çaxa umrê min di we de bû, dengbêjên mîna Biro hebûn ko di dengê xwe ruhê me terbîye dikirin. Ew Edî neman .... hûn ê hew bikaribin li kêleka wan rûnin û li dengê wan guhdarî bikin.bi hêvîya ko hûn bikarabin dengê wan tê de seh bikin,

ez Hawara Dîcleyê yadîgarî we dikim...(mehmed uzun)

di pirtûka "hewara dîcle" de ser rüpelên ewlê nivisandîye..



02.08.2013 04:27 | singundiki

4. Niviskarekî Kurd ku di nav romanên wî de 2-3 jê başin. Lê bes li Tirkiyê, di nav tirkan de wek afirînerê zimanê kurdî tê dîtin. Di nav kurdan de jî pirtûkên wî yên bi tirkî bêtir tên xwendin. Ax li mala otoasîmîlasyonê be ax...



19.08.2013 05:14 | rojan

5. nivîskarekî kurd e. di sala 1953'an li girê sor de (sêwereg) hatiye dinê. Nêzî 20 berhemê wî heye. di sala 2007'an de jî li amedê jiyana xwe ji dest da.



14.09.2013 15:02 | ramanwer

6. nivîskarê ku xwe wek bavê romana kurdî didît û dida nasîn.. nivîskarê ku dewla serê wergera tirkî ya pirtûkên xwe ku pirraniya wan nivîskar û wergêrê kurd muhsin kızılkaya ê ku xwe di nav nivînan de wek mêrên îtalî hîs dike wergerandiye di nav xwendevanên xwe yên kurd û tirk de meşhûr bûye.. li gorî îdîaya malbata celadete elî bedirxan camêr pirraniya pirtûka xwe ya bi navê bîra qederê ji not Û ewraqên celadet diziye bêyî ku iznê ji malbatê bistîne an di pirtûkê de destnîşan bike..



14.09.2013 15:12 | endazer

7. '' Di zimanê kurdî de dilsoziya peyvan heye.''



08.10.2013 16:10 | ferhatizm

8. sexmereta wî tirk wer dizanin ku kurdî esperanto ye, bi daneriya mehmed uzun durist bûye..



09.10.2013 01:24 | gordereş

9. mîrov kî nemire mehmed uzun. li ol da dibejin kû muceddîd hene li sed salî car kî tên.muceddîd qireja ser ol radike dibejin. mehmedn uzun jî muceddîdê zimanê kurdî ye. spas keke mehmed kû te zimanek paqij ji mera hişt.



11.10.2013 15:41 | jirêmama

10. êdî navê parkeke amedê ye ku ji bo bîranîna wî, roja salvergera mirina wî li amedê hat vekirin.



"Parka Mehmed Uzun ku dawiya Otogara navçeyê, li ser 20 hezar metrekare hate çêkirin. Di parkê de ji bo zarok û zarokên kêmendam, sahaya basketbolê, masayên pîknîkê ên biçatî, bankên rûniştinê, kamelya, lawaboyên kêmendaman, cihê meşê, amêrên fitnessporê, her wiha ji bo bîranîna Mehmed Uzun bîrdariya pirtûkan hate çêkirin."



11.10.2013 23:52 | simurg56

11. li sumerparkê ya li diyarbekir pirtûkxaneyek bi navê mehmet uzun heye.. ev pirtûkxane berê pirtûkxaneya dsmê bû û di qeta zemînê ya navenda danûstandinê ya galeriayê de bû.. piştî bar kir çû sumperparkê navê wê jî hate guhertin û bû pirtûkxaneya mehmet uzun.. heta di zemÎna galeriayê de bû çi qas pirtûkên kurdî û kurmancî hebin min hemû bi qasê salekî de xwendin û xitim kirin Û niha jî carina cariyan lê tînim.. ji ber ku du pirtûkên vê pirtûkxaneyê li cem min winda bûn ketime lîsteya reş ya pirtûkxaneyê û êdî nikarim pirtûkan deyn bistînim.. hetta ji tirsa newêrim di ber re jî bibihorim..



12.10.2013 00:17 | endazer

12. Ez bawer im Mîr celadet di van rêzên xwar de qala Mehmed Uzun dike......



Ere,rast e,wekî bavê Kurmancîya modern Mîr Celadet gotî :

''Zilamek dikare zimanekî jihevdeketî saz bike û carina zimanekî mîrî vejîne.

(Herekol Azîzan, zilamek û zimanek,hawar,hejmar:40,28 şibat 1942)



03.11.2013 01:57 | diljan

13. le seva mın 2.homerosa kurda mıhemmede direje



18.12.2013 21:37 | floyzof

14. ji pirtûka Mehmed Uzun ya bi navê ''Ölüm meleği ile Randevu'' li ser iddiaya ku digotin navê Mehmed Uzun di nav lista kuştîne ya PKK'de ya...du rûpel in...rûpêl 204-205



https://www.facebook.com/diljan.bijan/media_set?set=a.252939014870656.1073741825.100004636780843&type=3



13.01.2014 20:39 | diljan

15. gava ku vî camÊrî dixwînim dibêm qey dengbÊjekî bi dengÊ xwe yÊ zîz ji min re kilamekê kevnar distre. jixwe kes nikare bibêje ku zimanÊ kurdiyÊ ew afirandiye lÊ ya girîng ew e ku kes jî mîna wî xizmetekÊ wisa baş hÊ nekiriye



14.01.2014 12:42 | ferhenga şikestî

16. gelek kurd hene dibe belkî ji mehmed uzun pê de nivîskarê kurd nînin. yaw were û dîn nebe!



06.03.2014 12:57 | mamostanısebin

17. li gorî hinêkan ji keçêkek kurd re ku bi gelemperî yên ku kurdî dizanin lê nizanin binivîsin re diyarkirina pirtûka "nar çîçeklerî" qena di demeke, gelek caran reya bihevşabûnê vêdikir.. alava xapandinê bû..



06.03.2014 18:53 | havka

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmed paşa

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî