Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
navên zarokên tirkmancan - tirşik
navên zarokên tirkmancan
(7) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navên ecêb in. di van salan de pir populer bûne. gelek ji wan tirkmancan, du navan bi hev re çêtir dibinin. ji ber ku navên kurdî naecibînin, piranî, nava yekemîn bi erebî, nava duyemîn bi tirkî dibe.



mînak: hira su, nur banu, Yusuf kaan, melisa nur, Ahmet berk û hwd...



25.02.2014 13:56 | nazim tolhildan

2. elanurcansu, ecrinnursu...



19.04.2014 12:48 | hun çawane heval:)))))))

3. berksancankan, buraksunur...



19.04.2014 15:18 | hun çawane heval:)))))))

4. emÎryixÎtberk



19.04.2014 15:20 | hun çawane heval:)))))))

5. (bnr: eymen) (ev rast bû, ev jî texmîn in: himan, hey man)



19.04.2014 16:00 | simurg56

6. aleyna

arda

mert



23.04.2014 21:19 | tivirloismail

7. (bnr: nivîskar naxwaze navê xwe îfşa bike) ://



14.09.2016 22:42 | biaqila malê

8. erdoğan ! Wê rojê min çavê serê xwe va dît yekê xelqê wanê gazî kurê xwe kir go "Erdoğan .." (bi tirkîtîyeke xerab va)



(bnr: kurdên ku tirkîtî nizanin lê zarokên xwe re tirkîtî diaxivin)



14.09.2016 23:58 ~2016.09.15 00:10 | bûtîmar

9. Belê çend tespîtên sosyolojîk;
Heke malbat ji zû ve koçî bajarên tirkan kiribin û êdî cînar, nas dostên wan ên tirk jî hebin lê dîsa jî bi awayekî têkiliya xwe û Kurdayatiyê jibîr nekiribin navê zarên wan bi taybetî; Baran, Dilan, Havîn, Helîn e. Ji ber ku ev nav him bi aliyê fonetîk ve bona Tirkan zêde biyanî deng nadin him jî bi Kurdî nin.
Heke malbat xwendî be û xwedîyê karekî dewletê felan be lê ji bona serdemekî part-time bi siyasetê re mijul be navên zarokên xwe wekî Berfîn, Egîd, Roza, Rozerîn dayninin. Ev navana gorî yên pêşîn hinekî dîsa wekî navên Gerîllayan tên bihîstin.
Kurdên hemû polîtikbûna wan dayîna rayê ye û tu carî naxwazin navbera xwe û dewletê xerab bikin, belê bi awayekî çandî misilman in lê we qasî jî di bin bandora cemaatan şêxan de nîn in navê zarokên xwe wekî Ahmetcan, Merve, Kübra, Esma hwd daydinin.
Malbatên Kurd yên Europayê navê zarokên xwe wisa hildibijêrin ku meriv şaş û metel dimîne. Ji ber ku gelemperîya wan dixwaze navekî him bi kurdî him jî bi zimanên Europî xweş bê bihîstin hilbijêrin. Him jî bi sewa nav bikaribin îdia bikin ku Kurd jî bi eslê xwe de Aryen in, Kurdî jî yek ji zimanên Europî ye felan. Navên heya niha min bi çavên serê xwe dîtine; Kevîn (bavê wî got ji qedîmbûnê, kevnbûnê tê, lê dîya wî Yewnan e û digot min navê kurê xwe bi zimanê xwe dayniye) Coanna (ji nav malê de dibên Ciwana ye, lê dişibe Johanna'ya Europîyan) Roza (Jixwe bi gelek zimanan wekî Rosa, Roza heye)

Aha yek jî komeka lap bê şîûr heye wekî mînak li gundê min 5 lawikên ji sala 1991î de hatine dinê û navê wan Seddem henin. Çima? Ji ber ku sala ku Seddem li Başûrê Kurdistanê xwîna Kurdan dirijand, navê wî zêde li ser zimanan bû. Ew gundiyên ku navê wî bi awayekî ji televîzyonan, radiyoyan bihîstin navên zarokên xwe wekî Seddem danîn.

Dawiya dawiyê helbet beyî paragrafa dawîn hemû gotinên li jorê bi tenê gelemperîkirin in û îxtimaleke mezin e ku zêde jî şaş bin.



28.02.2018 17:44 ~17:48 | jifêzagorda

10. (bnr: ırmak)

Keçek ji mamê min re çêbû mehek ewil. Ez û ciwanên malbat bûn yek alî û jirmama min bû alîyek me nekarî jirmam ikna bikin bi navekî kurdî. Jinik digot (bi tirkîyek pir xirab) ez navê kurdî nadim keça xwe, yan erebî yan jî tirkî navek bidim. Axir navê keçik xiste ırmak. Tirkmancan li dûr negerin bira û xwişkên min ên delal. Tirkmanc em in.

(bnr: true story)



29.07.2018 00:46 | xelîl

11. türkiye/102130
(bnr: true story)



29.07.2018 11:36 ~11:37 | simurg56

12. Wê roje min ji qîzikeke 7-8 salî pirs kir min got navê te çî ye ? Got helînsû helîn-su *

(bnr: helînsû)



03.12.2019 10:25 | bûtîmar

13. (bnr: emîr)
(bnr: eymen)



03.12.2019 22:50 | bayesar

14. (bnr: özge)



04.12.2019 01:01 | biaqila malê

15. (bnr: elif elmas)



04.12.2019 01:04 | brusk56

16. Navên ku ez li dibistanê pir li rastî wan tê me.
Ez ecêbmayî dîminim çawa yekê Diyarbekirî navê kurê xwe dikê Efe, an jî navê qîza xwe dikê Damla û Dîlek Su. Rojekê xanima min çûbû cem cîrana me ya jêr. Jin û mêr her du jî mamoste ne. Xanima min ji wê mamosteyê pirs kir gelo çima te navên keçên xwe bi kurdî ne danîne lê bi Tirkî danîne. (Navên keçên wê elîf û Damla ye. Gerçî Elîf bi erebî ye) wê gotibû dema mezin bibin ger navên kurdî li wan bin heye ku ji wan re pirsgirêk derkevin.
Bi fikra min yek sebeba danîna navên Tirkî li zarokên kurd ev gumana pêşerojê ye.
Ya din jî çanda Tirkan weke çandeke serdest tê dîtin. Kurd jî belkî bi vî awayî xwe piçûk dibînin û bi danîna navên Tirkî xwe ji wê rewşa derûnî rizgar dikin.



04.12.2019 22:44 | nan û av

17. berî navê kurdan bi erebî bûn lê bi kurdî dizanîn. niha navên me bi kurdî ne lê piraniya me bi kurdî nizanin. sibe navê piraniya me wê bibe tirkî û wer xuya ye ew ê nizanibin bê ka kurd kî ne. ku rê li ber negirin mixabin ez ê bi heq derkevim.



04.12.2019 23:15 | kurê xelkê

18. Navê wî Azad e lê kisedana/axaftina wî Orçun e.Malamınê hey xwezî tenê bi navkirin ve xilas bûya



05.12.2019 14:42 | keratî

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» navên dêlikan
» zarokên xelkê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî