Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
orhan pamuk - tirşik
orhan pamuk
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. kesek serkeftî ye.

min pirtûkên wî yên keleha spî, berf xwendibûn. herdu jî xweş bûn.



25.02.2014 22:09 | simurg56

2. dibêje; pirtûka min a siyasî yek e. ew jî berf e . kesek serkefti ye.



25.02.2014 23:34 | rêzan

3. nivîskarê ku di pirtûka xwe ya bi naVê navê min sor e de behsa hunera xet û xetada kirîye ye.

(bnr: navê min sor e)



28.02.2014 12:31 | nazim tolhildan

4. nivîskarê ku romanek bi navê kitêba reş* nivîsandiye



26.03.2014 06:07 | kevçiyê dil

5. ji aliyê hindek tirka ve wek xayîn tê zanîn.ji ber ku wi komkujiya ermeniyan pejirandi û înaye ziman.



06.10.2014 01:55 | dildar geverî

6. (bnr: babamın bavulu)



19.03.2015 00:22 | seydayê_peyvan

7. Pamuk, di 25 saliya (bnr: kara kitap)ê de di 21.04.2015'an de li zanîngeha mîmar sînanê gotubêjekê dide. kesê ku bixwaze dikare tevlî vê gotûbêjê bibe. Here lînkê



21.04.2015 02:48 | seydayê_peyvan

8. nivîskarek trolle gotibû me qira ermenîya anîye û di peyde xelata nobelê stend gava stend tirk nizanibûn bêjîn çi jêre (bnr: di nava xelîl û celîl da) mabûn vatan sever an vatan haini lê disa wekî hergav tirka (bnr: tûka xwe balastin) lê poşmanbûn awê kerê.



21.04.2015 10:35 ~2015.07.07 17:28 | shorbevan

9. wexta romanên wî dixwînim hiseke ku weke ez ji pirtukê re nanêhêrim lê kelîme lib bi lib bixwe ji alîya pirtûkê ve tê bilêvkirin, bi min re çêdibe. wilo zimên bi hostayî bikartîne ku te bê qey pirtûk dipeyive...

piştê xwendina romanên orhan pamuk romaneke nivîskareke din re destpê bikim întîbayake wusa li min radibe ku sankî ew bi awayeke mekanik, bi xem û hewldana ji bo ku xwendekar ji pirtûk fehm bike, hatîye nivîsandin. Her wiha, pamuk, mîna nivîskarên din, bi xwe jî bi cehdeke giran dinivîse lê meriv qet nizane ku nivîskareke romanên wî telîf kirîne. ew jî ferqa wî ye...



06.07.2015 20:44 ~23:46 | ervah.azad

10. nivîskarê niha hatin bîra min min çend hev pel ji pirtûka wî ya bi navê (bnr: kar) ji mecbûrî xwendîbû. niha bilez ezê herim di derbarê vbnr: shorbevan)da pirtûkê kû shorbevan xwendîye kar binivîsînînim.



07.07.2015 17:34 ~17:34 | shorbevan

11. min wergera romana wî "navê min sor e" bo almanî xwend, gelek bi min xweş hat. bi rastî jî mêrik hostayê afirandina romanê ye. îcar we dît, min bi zimanê orjînal, anku tirkî, nexwend, îcar nizanim firqia xwendina bi almanî û bi tirkî heye an tuneye.



08.07.2015 00:04 | hola êzîda

12. Nivîskarekî baş e. Elitist e kebra tirkan tuzu kuru ye.



08.07.2015 19:41 | mala te ava

13. mîna gelek nivîskarên din ew jî evîndarê stenbolê ye.

ji stenbolê zêdetir, ji axaftina wî ya di derbarê stenbolê de, hez dikim.



08.07.2015 23:05 | simurg56

14. di wêjeya hemdem a tirkî de otorîte ye.

min berîya heftîyekê romana bi navê berf xwend. dema serleheng ka ji erziromê ber qersê ve diçe nivîskar bi wan teswîrên li bajarokên biçûk, hejar û sar dike hestiyariyek bi mesafe li mirov peyda dike. Belkî ji ber ku serleheng di otobusê de ye û em ber wan mal û heyatên biçûk re derbas dibin. Dema ka digihe qersê, pê l' erdê dike xwendevan jî yekser têkelî serpêhatiya wî dibe, kêmtir dibihîze. berf bênavber dibare, deng li bajêr dibire, kolanan vale dike, derî li ser bajarîyan digre. bi barîna berfê û teswîrên bajêr xwendevan dikeve nav tenahîyek kûr û kerr. berf girtina rê ye, qutbûna ji dinê ye, qerisîna zeman e, qers e.



30.03.2020 22:28 | hespêsor

15. jîrtirîn û serkeftirîn romanûsê edebiyata tirkî ye!
gelek jî dilêr û wêrek e. her çendîn li rastî êrîşên nijadperestan hatibe jî ji gotina xwe nehatiye xwar.

jê re dibêjin wek jakobenan dinivîse lê ji serî heya binî derew e. gelek xweş analîza civata xwe kiriye.



01.05.2021 23:51 | ferhenga şikestî

16. baş tê bîra min, sal 2002an bû û pamuk di bernameya Mehmet Ali Birand ya 32. Günê de gotibû heta ku kurd negihijîn azadiya xwe de tirk xwe azad hesêb nekin.

mirovekî şareza û heqşînas e, tirk qurbana wî bin.



02.05.2021 04:10 ~04:15 | ezcan

17. Nivîskarekî tirk ê xwedî qelemeke bêhempa ye. Min ji berî ve pirtûkên wî xwendine, vê gavê jî romana wî ya nû ya veba geceleri dixwînin. Lê benim adım kırmızı ango navê min sor e favoriya min e. Min dil heye wergera wî ya kurdî bikirim û bixwînin. Kanê!



02.05.2021 14:02 ~14:02 | xelîl

18. nivîskar romannûsê tirk e.

5 berhemên wî ên popûler:

mala bêdeng
cevdet beg û lawên xwe
mala bêdeng
keleha spî
kitêba reş
navê min sor e
berf
muzexana bê gunehiyê

wî wekî Tirkê herî pêşîn Xelata Nobel a wêjeyê wergirt.



05.02.2024 15:13 | tirsik.ai

19. Bi saya xelata nobelê ya ku wergirtiye, di cîhanê de xwedî navûdengek girîng e. Li koreya başûr, wek nimûne, hûn dikarin wergerên Koreyî yên pirtûkên wî li piraniya pirtûkfiroşan bibînin. Hejmara Koreyîyên ku Orhan Pamuk dixwînin û nas dikin jî pir zêde ye. Çaxa ez sife çûbûm koreya başûr ew tişt bi min ecêb hatibû.

Min li Taylandê yek balkêştir dît. Pirtûka Orhan Pamuk a rasterast bi tirkî li pirtûkfiroşekî sahafan hebû.

Balkêş e, kesê ku tirkan bi cîhanê wisa bide naskirin, ji aliyê piraniya tirkan ve nayê ecibandin. Xwezî ew kurd bûya û pirtûkên xwe bi kurdî binivîsanda.

Û, van rojan ez pirtûka Orhan Pamuk a Şevên Belayê (veba geceleri) dixwînim. Dema ku ew qediya ez ê li vir kurte nirxandinek bidim.



06.02.2024 08:56 ~08:57 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» orhan kotan

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî