1. derhênerekî Tirk e. derhênrekî xwediyê fîlmên hêja ye. her kes jê heza nake, lê belê ên ku jê hez dikin pirr hez dikin. |
|
25.02.2014 18:39 |
giyanstêr
|
2. derhênerekî pir û pir kêrhatî ye. bixwe tarzek afirandiye. tarza wî gelekî bihuner e. ji ber vê yekê jî gelek temaşevan ji fîlmên wî tiştekî fêhm nakin û ji wî heznakin. li gor min fîlmê wî ê herî baş 'bir zamanlar anadolu'da' ye. hemû fîlmên wî: |
|
25.02.2014 20:12 |
mergehez
|
3. derhênerekî pir xweşa min diçe ye. di fîlmên wî de zêde axaftin tuneye. tiştên ku dixwaze bibêje, sehneyên bê axaftin ve diyar dike. yê fîlmên wî temaşe bike divê sehneyan pir bidîqat temaşe bike. |
|
24.03.2014 13:42 |
nazim tolhildan
|
4. kesê ku, bi filma xwe ya bi navê xewa zivistanê*, xelata nexila zêr kar kiriye. serkeftinek pir giring e bi rastî. piştî filma rê a yilmaz guney, cara yekem e ku derhênerek ji tirkiyê xelatek wisa werdigire. |
|
25.05.2014 00:59 |
brusk56
|
5. malpera dengê rûsya navê fîlmê "xewa zivistanê" ya wî weke "tevizandina zivistanî" bi nav kiriye..tevizandin ne xew e, bi tiştên xewînerên mîna narkozê meriv ditewîzînin.. |
|
25.05.2014 19:01 |
havka
|
6. jo bo hemû xebatên wî (bi taybetî jî mêneyên wî): http://www.nuribilgeceylan.com/ |
|
26.05.2014 19:41 |
nazim tolhildan
|
7. derhênerê ku heta niha tu fîlmê wî bala min nekişandiye. texmîn dikim ez ê zêde jê hez nekim. |
|
26.05.2014 19:52 |
simurg56
|
8. Her çiqas ku qasê orhan pamux nebe jî li derweyê tirkiye bi nav û deng e. Çend rojin fîlma wî ya winter sleep li seûl ya koreya başûr tê nimandin. |
|
16.06.2015 20:10 |
cinorek
|
9. derhênerekîye di derbarê wîde ez vîya tenê zanim gava xelata palmiya zêrîn sitende yılmaz güney bi bir hanî kulma xwe wekî yılmaz güney kir û piştî xelatê teze hat naskirin. kî heye dibê fîlmê wî ne xweşin û giranin. |
|
16.06.2015 20:30 |
shorbevan
|
10. bi fîlma xwe ya nû ahlat ağacı yê bi pêngavên fîlan diçe cannes film festival ê. |
|
30.04.2018 01:45 |
wiha wilo wisa
|
11. derhênerek di şertên tirkîyê de baş e. heger li welatekî hunermend kêm bin hebûna hunermendekî zêde deng vedide. sebebê gelek hijêkirina nbc ev e. derhênerên baş li tirkîyê kêm in, jiberku derhênerek baş e, ji alîyê sînemahezan ve êdî ne wek yekî baş wek yek ji xwedayên sînemayê tê danasîn. |
|
02.01.2021 19:55 |
hespêsor
|
12. derhênerê ku xelata herî mezin bi dest xistîye (palme d'or), lê belê kelam (min go çi?) ji ber ku siyaset tev li hunera xwe nekiriye, li gorî hin nivîskarên tirşikê ku kes ji wan zêdetir sînemayê nizane, kêrî tiştekî nahê (nuri bilge ceylan/129859). ji bo îngilistanê ken loach ne ewqas wêrek e. nurî bîlge jî, kes nikare heqê wî bixwe, hunermendekî mezin e, hunera sînemayê bi pêş ve xistiye. |
|
02.02.2021 19:05 |
mirovekirind
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |