Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
don kîşot - tirşik
don kîşot
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. don kîxote



24.04.2014 15:21 | elomelo

2. kînga yekê bibêje don kîxote, romana me ya pêşîn tê bîra min. (bnr: şivanê kurmanca)



18.04.2018 12:41 ~2018.05.10 13:23 | mirovekirind

3. Du pirtûka mîguel de Cervantesî ya ji aliyê serdar roşanî ve bi kurmancî hatiye wergerandin. di berga ewil de werger ne pir baş bibe jî werger berdewamiya pirtûkê bi berga duwemîn de hinek baş dibe. çawa ku erebeyek ji riyekek bikevir de teqûreq dihere, meriv ji ber hejînê aciz dibe û piştrê dikeve riyeyek asfalt mirov rehet dibe, wexta xwendinê de hestekek hema weha peyda dibe di serê meriv de.

serdanpê di hemû pirtûkê de “hûn” a bi kurmancî bi avayekî “hon” bi kar aniye.
cihekî de gotiye “ pêwistiya me bi giyayê işgin heye.” navê gotina işgin bi kurmancî “ribês” e “giyayê işgin” ji zazakî bi kar anîye.bi wî avayî gotinên zazakî jî bi kar aniye.

wekî din di pirtûkê de peyvên mîna “derew” re “direw”, “pêşniyar” re “pêşnihad”, “jiber kirin” re “ziber kirin” hatiye gotin. Hinek gotin bi awayekî herêmî kiriye pirtûkê.

Nivîskêr, mîguel de Cervantes, pirtûkê bona parodiya romanên şovalyeyan nivîsandiye. di heyama nivîskar dîjîyî de di nava çîna tovrindan (esîl, zedegan) de xwendina romanên kurt ên şovalyeyên gerok populer bûye. ji bo dawîlêanîna xwendina pirtûkên li ser şovalyeyatî ye pirtûka don quijoutî nivîsandiye.
pirtûk ne ji bo zarokan ji bo mezinan hatiye nivîsandin. li gorî dema nivîsandina pirtûkê, sala 1605, gelek baş e, ne tene serpêhatiyên şovalyayê gerok don quijoteyî, serpêhatiyên lehengên din jî balkeş in. bûyerên di nav berga dûyemîn de vegotin ji berga ewil baştir e.

şovalyeyên rasteqîn, yên li pirtûkan qalê dikin, jinan, jinebîyan, belengazan, zarokan, sewiyan diparêzin, ne li gorî berjewendiyên takekesî, li gorî ramanên pîroz dijîn, tevdigerin, li çolan tî û birçî digerin. Hewldanên li gorî lehengên pirtûkan jiyîn anjî tevgerîn hêcitî, şêtî ye û di pirtûkê de nîvîskêr baş aniye zimên.



10.07.2022 02:12 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» don juan matus

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî