Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
pepûle tv - tirşik
pepûle tv
(7) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. televîzyona kurdÎya zarokan e ku êdÎ ew Ê di turksat Ê de jÎ weşana xwe bike.

hÛn dikarÎn wÊ li vir jÎ temaşa bikin: http://kurdmax.tv/pepule.htm

(bnr: xeberÊn xweş) (bnr: televîzyonÊn kurdÎ)



26.02.2014 11:16 | cinorek

2. tvya ku bi hezaran kes li bendê bû.

beriya niha me pêlistank tv Û zaro tv yê bihîst. lê me weşana wan a di turksatê de nedît. ger ev qenal di turksatê de weşanê bike wê gelek baş be.



26.02.2014 11:19 | brusk56


4. berê em mecbûrî dunya tv dima ji bo xêzefîlman lê wer xuyaye em nema mecbûrî wê dimînin.



26.02.2014 11:23 | mergehez

5. mizgînî û xebera xêrê ye..

heta vê derengiya şevê jî kartonfîlman diweşîne ji bo biçûkêt kurmancan..

pêdiviyeke mezin bû, çimkî êdî zarokên kurd pê kartonfîlmên tirkî hêj neçûyîn mektebê hînî tirkî dibûn, hinbûna zarokan ya tirkî tiştekî baş e tabî, lê di ber hînbûna xwe ya tirkî kurdî an ji bîr dikirin an jî piştguh.. bi saya serê zêdebûna kanalên bi vîawayî wê rê li ber xwebişaftinê jî were girtin..

http://kurdmax.tv/pepule.htm



02.03.2014 01:59 | endazer

6. Qenala ku ez dikim nakim li ser satellayta min xwiya nakê ye.. Ez freqansê wê dikevim lê çend qenalên cuda diderkevin. Peyka min turksat 1C ye. Ez bawerim li ser hemî peykên turksatê na derkevin. Min li înternetê nêrî û min dît ku ev qenal Li ser peyka Turksat 3a yê diderkevê. Sîstema aparmanê ya satellaytê sîstema navendîye. Ji ber wê jî lazim e ez bi serê xwe anteneka nû bikirim..Ez naxwazim kurê minê piçûk li qenalên tirka temaşê bikê. Min gellek caran jê re dinya tv vedikir e lê ev e demeke ez flîmên karton yê dinya tvyê nabînim.



02.03.2014 12:26 | nan û av

7. çavE me ronî be. êdî em dikarin bi dilê rehet zarokan çêbikin *



02.03.2014 15:30 | tujo21

8. tvya vaye demek e kurê min temaşe dike. destê wan sax be ku zimanê vê qenalê jî bi duzimanî çêkirine û kî bixwaze dikare soranî yan jî kurmancî guhdarî bike.zimanê wê jî baş e lê bawerim hê kêm filmên karton hene ku wergerandine ji ber ku heman beş gelek caran tê dubare kirin. ez bi xwe bi vê qenalê pir kêfxweş im. hêvîdar im domdar be.



06.04.2014 18:25 | azadixwaz

9. Kengî ez temaşe bikim, dinerim ku strana zarokan dibejin tev bi zaravayê soranî ye. Car caran bI kurmancî derketa xweş dibû.



18.04.2014 18:17 | mîr

10. (bnr: pepûle)



18.04.2014 18:34 | simurg56

11. televîzyona ku min jî niha derxist.

agahiyên wê;

FREKANS: 11509, h (yanî Horizontal. bi tirkî yatay)

rêjeya sembolê: 30000, 3/4



18.04.2014 18:46 | simurg56

12. TelevÎzyona ku xêzefîlma pocoyo * tÊde dilÎze.



18.04.2014 18:55 | xwelî li ser

13. qenaleke gelek serketî ye.di nav xêzefîlmên wê de niha favorîya min ugly* ye.

ji xêra wê ez hînbûm ku peyva ciwan bi wateya xweşikê tê bikaranîn.



17.05.2014 20:25 | bayesar

14. (bnr: roary the racing car)



17.05.2014 20:27 | simurg56

15. (bnr: roary otomobîlî pêşbirk e)



17.05.2014 21:24 | azadixwaz

16. qenala ku hem bi soranî hem bi kurmanciyê weşanê dike. dema ku lê temaşe dikî li ser ekranê vebijêrkên kurmacî û soranî derdikevin dema pêl li rengê şînê dikî dibe bi kurmancî...

qenala ku niha darî dikim. bi xwedê, sê telaqê bêfetva û qurana ku we pê îmana xwe aniye min di zarotiya xwe de jî ji temaşekirina kartonfîlmê wek niha kêfxweş nebûbûm:-)

bi şeref em kurd pir guneh û belengaz in yaw dilê min li min û li me şewitî gidîî!



21.05.2014 20:40 | ferhenga şikestî

17. mala xwedê ava.



11.06.2014 12:32 | ciwanpiroz

18. birazîya min ji vê qenalê pir hezdiki lê belê nikari ji soranîyê vegerîni kurmancîyê



11.06.2014 16:46 | xemgînamed

19. qenala ku bi kurmancî jî weşanê dike lê bes divê mariv bikeve mihenga qenalê



12.06.2014 23:40 | rewnaqa xewle

20. qenala ku li ser eqodera min di turksatê de sînyal heye lê di lêgerînê de dernakeve.. gelo yên di van tiştan de zane hene tirşikvanno!?



24.07.2014 02:13 | rûbar payîz

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pepûle tv

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî