Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
pepûle tv - tirşik
pepûle tv
(7) (0) (7)
di mijarê de bigere

21. (bnr: qenalên kurdî yên di turksatê de)



24.07.2014 03:29 | xendekî

22. qenala ku niha frekansên wê hatine guhertin, frekansên pepûleyê:

turksat: 11510 / 29990 / H



24.07.2014 03:34 | xendekî

23. a ku di turksatê de navê wê weke kurdmax pepûle tv an jî kurdmax derdikeve. beredayî nemînin li hêviyê ku navê weke pepûle tv derkeve.

min jî çend caran lê gerînê kir û nekarî derxim. lê paşê min tê derxist ku di lîsteya wenalan de weke kurdmax derketiye.



25.07.2014 00:53 | simurg56

24. qenala ku ji gelek qenalên xêzefîlman ya tirkan, xweştir weşanê dike.

xêzefîlmên ku diweşînin, gelek xweş in. û dublaja kurdî jî gelekî profesyonel e.

bi taybetî wergera stranan gelek xweş ve. di xêzefîlmên tirkî de dema stran tên wergerandin dibe weke gû lê di pepûle tvyê de wergera stranan gelek orjînal dixuye. helal be ji kedkarên wan re.



keçika min a ku hê nebûye 1.5 salî, jê hez dike û fêhm neke jî temaşe dike.



28.09.2014 11:55 | simurg56

25. qenala têra xwe profesyonel û baş e ku raqibeke jî jê re çêbuye; zarok tv. kurê min ê nêzî du salî ye pir jê hez dike û em qet yên bi tirkî nadin guhdarî kirin.



28.09.2014 12:20 | azadixwaz

26. qanala ku di rojê de kêmtirîn saetek godarî dikim

cihê xweşî, kêfxweşî û şanaziyê ye û êdî hencet û sedema zarokanîna vê dinyayê ye* ji lew êdî zarok dikarin bêyî qanalên bêhnpêketî û alava bişavtinê yên tirkên qûnbigû, heya detpêka dibistanê di malê de ji xeynî kurmanciyê peyveke din ê zimanên biyanê seh nekin û nebihîzin.. wek li jor jî hatiye destnîşankirin ku bi awayekî pisporane û profesyonelî karên xwe dikin di warî wergerê de hama bêje tekuztirîn û resentirîn wergerê bo kurmanciyê dikin ku mariv qet pê nahese ku ji zimanekî din hatiye wergerandin

tiştekî din jî ew e ku tu dikari di heman demê de zaravayê qanalê biguherînÎ, HEK XWEDÊ BÊJE ERÊ Û di siberojê de zaroyên min hebe divê ez ê car caran zaravayê soranî jî ji wan re vekim bo ku guhên wan hînî peyvên soranî bibin, jixwe ez kurmancî û zazakî dizanim, bi xwedê kêf kêfa wan be*



28.09.2014 15:15 | ferhenga şikestî

27. qenala ku ev çend heftî ye li cem me venabe. min lêgerîna komple jî çêkir lê dîsa jî derneket. li ser malpera wê behsa vê frekansê tê kirin: 11033 27500v

lê nabêje ka li ser kîjan satalaytan e.



23.10.2014 23:51 | simurg56

28. qenala di tvya minde jî winda buyî û em hiştîn li ber bextê zarok tvyê. xwedêyo bila yekî me rizgar bike.



29.10.2014 21:40 | azadixwaz

29. qenala agahî jê nayê standin. ji kerema xwe re bila yekî aqubeta wê sererast bike. min hewl da ku peyamekê ji malpera wan ji wan re rêkim malperê tim got pirsgirêk derket û rênekir. tika dikim bila kesekî xêrxwaz dest bavêjê!



02.11.2014 23:48 | azadixwaz

30. Ji ber pirsgirekên aborî, weşana li ser turksatê hatiye rawestandin, li ser nilesatê de weşanê xwe dewam dike. wekî weşana zindî jî li ser malpera wan de tê temaşekirin



Weşanê wan gelekî bikalîte û serkeftî bû, Çima emrê tiştên xweş wusa kurt dibe, welehî gelek xemgîn bûm.



20.11.2014 13:25 | mîr

31. Kesên ku dixwazin bi rêya internetê zindî temaşe bikin dikarin vî Lînkê bitikînin: http://kmr.kurdmaxpepule.tv/?page_id=590



19.01.2015 21:53 | mîr

32. ji vir dikare were temaşekirin Here lînkê.



li ser malpera xwe ya fermî weşana wê naxebite lê lînka jor dixebite.



14.09.2015 23:01 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» pepûle

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî