Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
idefix.com - tirşik
idefix.com
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. malpereke pirtûkan difroşe ye. di nav malperên pirtûkan difiroşin de a herî baş ev e. pirtûkên wan erzan in jî. tê de pirtûkên kurdî jî hene lê mixabin her pirtûk tê de nayê dîtin.



26.02.2014 20:12 | mergehez

2. Malpera baş e lê kêmasiyên wan jî hene.. Her sal di dawiya salê de bi rêya înternetê fûara pirtûkan çêdikê. Di dawiya sala 2012an de min jî tibabek pirtûk ji wan xwestin. Min pereyên pirtÛkan bi rêya înternetê razanD û ez li benda rêkirina pirtUkan mam. rojek, du roj, sê roj, Çar roj derbas bûn lê ti xeber ji wan ne derket. Min bi telefonê bang wan kir lê ew jî meşxûl diderket. Dema kU telefon diderket jî seetekî ez li ser xetê di mam lê ti kesî cevap ne dida.. Carekî telefon derket û ez bi rayedaran re axivîm. gotin ji ber kampanyayê em gellekî meşxûl in û ji ber wê jî li qisûra me nenêrin. Welhasil piştî du heftiyan pirtûkên min gihiştin min. Çend pirtûk ji BER ku çapên wan ne mabûn ne karîbûn rêkin.. Gotin min hesabekê banqeyê bidin me emê pereyên wan pirtûkan ji te re rêkin. Min hijmara hesabê banqeye da wan. Heta pereyên mayî razandin nêzîkî deh roj derbas bûn.. Hal hewalê me û îdefîxê ev bû.. Ev E ji hingî ve ez jî îdefîxê tiştekî nakirim.. Li ber min kîtapyurdu ji wê baştir û erzantir e..Dema we xwesT ji îdefîxê tiştekî bikirin baş bifikirin..



27.02.2014 00:29 | nan û av

3. MALPERÊ KU KÊFA MIN JÊ TÊ LÊ KARGOYÊN KU BI HEV RE DIXEBITIN NABE GÛYEKÊ. MÎNAK YURTIÇI ZIQQIM Û RÊXA MNG.



27.02.2014 00:59 | biruya hayao miyazaki

4. di meha avrêlê de destpê kampanyayê kirine. gelek weşanxane di nav daxistinê de ye ku heta di navbera ji %35-60ê ne. min gelek pirtûk siparîş kir. ev çend sal e min dixwest bikirim lê gelek bûha bûn. dora 150 lîra daxistin bûye bi vê kampanyayê. 3 pirtûk ne li stokê ye. serî ewên bi yurtiçi kargo bişînin. hêvî dikim, min kezebreşî nekin û ji wan re xeber û galgal nekim (cardin).



15.04.2015 23:43 ~23:44 | biruya hayao miyazaki

5. wan ez kezebreşî kirim. 7 roj bû, hewaleya min kir, negihiştiye destê wan! min bi kîjan navê û kîjan bankayê şand kîjan hesaba wan, hemû nivîsand lê tu alîkarî negihişt wan! ya rabbena elemîn! min dehan mail avêt serê wan lê belê tenê carekî xwe êşandin û mailê şandin. ez hêrsbûm û ketim kitapyurduyê. bi xwe hesabê min hebû û min çend caran ji wir jî pirtûkan siparîş kiribûm. lê buhayeên idefix.comê jê erzantir e ji 50 quruşê heta 1.50 teleyê. hin pirtûkên kurdî li idefixê erzan e, li kîtapyurduyê buha ne. hah li pirtukakurdi.comê û kurtçekitapê jî mina yên din e. wekî mînak:

Folklor û Teoriyên Folklorê yên Îroyîn - Avesta
idefix, 8,84₺
kitapyurdu 9,75₺
pirtukakurdî 9.62₺
kurtçekitap 9,75₺

Perik - Ayrinti
idefix, 12,00₺
kitapyurdu 12,00₺
pirtukakurdî 12.80₺
kurtçekitap 12.80₺

Cîhana Sofî - Do
idefix, 15,00₺
kitapyurdu 16,00₺
pirtukakurdî (tune ye)
kurtçekitap (tune ye)

Demokratik Özgürlükçü İslam - tekin
idefix, 17,50₺
kitapyurdu 20,00₺
pirtukakurdî 20.50₺
kurtçekitap (tune ye)

Halkların Dünya Tarihi - yordam
idefix, 28,60₺
kitapyurdu 30,80₺
pirtukakurdî 35.20₺
kurtçekitap 35,20₺



18.04.2017 11:07 ~11:10 | biruya hayao miyazaki

6. pirtûkên kurdî mîna babil.comê "yabanci dilde (foreign languages/other lang...) xxx" hatiye bi etîketkirin.

Here lînkê



10.09.2018 21:11 ~21:21 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» idefix.com

Kategoriyên mijarê:: teknoloji malper pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî