Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
the man from earth - tirşik

John Oldman li zanîngehê profesorê dîrokê ye. ji ber sedemên ku nayên zanîn, piştî 10 salan, ji karê xwe îsrîfa dike. berî ku here, hevalên wî kom dibin û serdema wî dikin, bi armanca ku wî ji biryara...
(11 şîrove)
the man from earth
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. fîlmek ecêb e. sala 2007an de hatiye nîşandan. derhêner richard schenkman e. fîlm hema bêje tenê li odeyekê diqewime. li vê odeyê civateke heye ku hemû kesên vê civatê de profesor fîlan in. sedema civîna wan jî ew e ku yek ji van akademîsyenan biryar daye ku ji vî bajarî bar bike. lê dema ev zilam îdîayek nedîtî diavêje holê, mijara civatê her ku diçe sosret dibe û herkes navbera hestên şaşwazbûn û şik û gumanê de tên û diçin. hember kêmasiya aksîyon û bûyeran û kêmasiya mekanan, dîsa jî mirov bêyî ku bêhnteng bibe li fîlmê temaşe dike. hêjayî temaşekirinê ye.

dema mirov fîlmê temaşe dike, navê fîlmê bêtir fêhm dike.

min berî salekê li ser malpera critickerê 83 pûan dane fîlmê.



26.02.2014 21:20 | simurg56

2. fîlma ku min bi matmayî temaşe kiribû û piştî fîlm jî gelek di nav fikaran de mabûm e. belê her ku fîlm di nav odeyekê û li ber deriyê wê derbas bibe jî mirov ji temaşekirina wê aciz nabe.



17.01.2015 21:37 | berxweda

3. fîlma ku tê de replîkeke wiha hebû: ez bi tewratê ve mezin bûm, jina min jî bi quran'ê ve. kurê min ê mezîn xwedênenas e, qîza min jî hîndûîzmê hîn dibe. di mala me de hema bêje ji bo şera olan têra xwe cîh heye. lê em hemû bi felsefeya "bijî û bide jiyîn" ve dijîn.







12.12.2015 12:12 | nazim tolhildan

4. Fîlma ku min nêt kiribû mijara wê vekim û li ser fîlman zêde bikim lê vaye hatiye vekirin. Bi rastî jî mirov matmayî dihêle lê xwezî bersiva "Gelo serleheng rast dibêje an na ? " nehata dayîn. Ew pirs di Hişê temaşevanan de bima. Wekî din jî (bnr: ma xeyala dewrekê, nebû rastiya dewra din ?)



01.12.2019 13:24 ~13:24 | biaqila malê

5. fîlmê ku nizanim kengî temaşe kiribû,
wexta min mijar dît, ew odeya ku fîlm lê derbas dibe û ew civat wilo hate bîra min û dîsa hebkî matmayî mam.



01.12.2019 13:47 | gulêê

6. beri çênd sala mîn le mêyizand bû, le mîn nê eciband. li gori mîn filmekî fîrandiyê (overstate). jî bêr qu miijara film nê rastê . İnsanêki çênd hezar sala lî ser dîne mayê qey qarê wi go wayên dora xwê îqna bîke. Tu çênd hezar sala saxi mijara tiştiqna dî bike weki;felsefe,art û peresanê. Fîkre film baş bû lê mijara wi nêxweş hatîyê nivîskarîn.



01.12.2019 14:00 ~14:03 | lo.şerifo

7. (bnr: şîrovekirin lê nedana pûanan)



01.12.2019 17:18 | simurg56

8. a yekê pir xweş e, ya duda hewqas amatorane ye. du sê roj berê yekî ji min pêşniyazên fîlmên honaka zanistî xwest. min jî di nav çend fîlman de, ev jî da. piştî temaşekirinê peyamek şand wekî "ev ne honaka zanistî bû!"

ji bo van kesên ku bi honaka zanistiyê tenê keştiyên fezayê an jî tifingên roniyê fam dikin, ev fîlm divê wekî dersek bê xwendin kirin.



01.12.2019 18:21 ~18:22 | biruya hayao miyazaki

9. fîlmek wisa ye ku piştî mirov seyr dike dîroka melûm (bi taybetî dîroka olan) tev di mejiyê mirov de tevlîhev dibe. Êdî nikare nekevte hewza pirs û ramanan welhasil yên ku dixwazin şil bin bila temaşe bikin.
ya duyem jî derketiye lê min ne eciband.



01.12.2019 19:12 | 2.akhenaten

10. fîlmek wisa ye ku piştî mirov seyr dike dîroka melûm (bi taybetî dîroka olan) tev di mejiyê mirov de tevlîhev dibe. Êdî nikare nekevte hewza pirs û ramanan welhasil yên ku dixwazin şil bin bila temaşe bikin.
ya duyem jî derketiye lê min ne eciband.



01.12.2019 19:14 | 2.akhenaten


dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» the mummers dance
» manowar
» earthlings

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî