1. Crataegus oxyacantha. |
|
27.02.2014 19:30 |
dara berrûyê
![]() |
2. Weke gwîj jî tê zanîn.bi tirkî ez dibe heme dibêjin 'ardiç'. Payìza digihin. Berê dema ez zarok li gund dixistin nav kayê da xira nebin û wilo heta zivistanê dihatin hilandin. |
|
14.04.2014 23:14 |
birho_fîlo
![]() |
3. cureyek dara merx e ku di dawiya havinê an di destpêka payîze de fêki ya wê tên xwarin....guhij, gijok, gohîj..hwd jî dibêjin ku tama wê tirş, şerîn û mize ye.. |
|
15.04.2014 04:14 |
havka
![]() |
4. yek ji xweştirÎn fêkiyê zarokî û feqîriyê ye, li cizîrê gireke bi navê cehfer sadiq heye, carê cihe seyranê bû, havînan her maleka halûwextxweş radihiştin selik û sepetên xwe yên seyranê û dihatin vir seyranê.. axirê li vir gelek darên guhîjan hebû û dema em kiçik ez û çend pismamên xwe yên hevalên min ê zarokaniyê em dihatin vir guhîj diçînin dixwarin û bi xwe re dibirin malê.. |
|
15.04.2014 18:31 |
endazer
![]() |
5. fêqiya ku payîza dereng digihe û dibe debara zarokên ku diçin ber dawar û pez. dema ez zarok bûm, wexta ku gavan û şivan êdî dawar û pez bilavê gund dikirin mecbûr em diçûn ber ajalan. carinan diya min taştê nîvro dereng dianî û gihîj dibûn xurînî ji bo min. gihîj nebûna sitara min jî nedibû wele.* |
|
09.03.2020 16:20 |
xelîl
![]() |
6. fêkîyek tam mizeyte. yanî tama wê navbera tirş û şirînahî de ye. qasî mirovan heywan jî hijê diikin. deybav ji zarokan re, şivan ji pez re, hirç û beraz ji xwe re darê diweşînin. |
|
09.03.2020 17:46 |
hespêsor
![]() |
7. Fêkiyeke ji aliyê şiklê xwe ve dişibe sêvan, lê ji aliyê tehmê ve ji sêvan xweştir e. Di serê payîzê de wan çêdibin, di meha îlonê de. Bi taybetî li Mêrdînê gelek in. Li bazarê jî tên firotin lê zewqa berhev kirina wan ji tehma wan xweştir e. |
|
09.03.2020 19:36 ~2020.09.12 08:36 |
xabûrî
![]() |
8. Dimilkî: simze |
|
10.03.2020 19:59 |
kajav
![]() |
9. Nizanim dara wê ji dendikên wê hêşîn dibin yan tên firotin |
|
02.10.2020 00:42 |
afa
![]() |
10. Dara guhîjan ji guhîj şîn dibe. |
|
02.10.2020 06:41 ~06:42 |
cinorek
![]() |
11. li nîvkada bakur, li ewrûpa, asya û amerikaya bakur çê dibin. |
|
09.05.2021 17:45 ~17:45 |
merwano
![]() |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |
![]() |
kolaya zer [1] |
![]() |
roja mamosteyan [1] |
![]() |
gulêê [1] |