Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
rûdaw - tirşik
rûdaw
(4) (4) (8)
di mijarê de bigere

1. (bnr: rudaw.net)



28.02.2014 15:34 | berxweda

2. turksatê frekansa dijle tv de weşan dike



28.02.2014 15:42 | kaaqil

3. (bnr: ridan)



28.02.2014 19:09 | dastanekkevin

5. (bnr: rudaw tv)



30.03.2014 19:12 | simurg56

6. rojnameya ku çûye bi keça (bnr: ernesto che guevera) re hevpeyvînekê kiriye. keça ernesto ya bi navê Aleida Guevara eşkere kiriye ku bavê wî demekê hatiye rojhilata navîn. li ser doza filîstînê xebatan kiriye. li heleb û şamê bûye mêvanên kurdan û di pirtûkeke xwe pesnê mêvandariya kurdan jî daye.

http://rudaw.net/kurmanci/interview/09052014



09.05.2014 22:26 | oxir

7. rojnameya ku dijminatiyé bi kurdî dike



09.05.2014 23:02 | renas

8. Heke bi taybetî qenalek bi zaravayê kurmancî weşan bikin, texmin dikim bandora wan ser kurdên herêma bakur, rojava û rojhilatê zêde be, weşana wan navneteweyî û bikalîte ye.



09.05.2014 23:56 | mîr

9. grûba çapemeniyê ye ku asta rojnamevaniyê bilind kiriye.

her çiqas ez ji weşana wan zêde hez nekim û alîgir jî bibînim, weşana malpera wan, kovara wan û televîzyona wan ji hemû platformên din yên kurdî baştir in.

qet nebe behsa hemû parçeyên kurdistanê dikin û ne tenê behsa siyasetê dikin.

her wiha weşana wan ya îngîlîzî jî gelekî girîng e.



10.06.2014 19:13 | simurg56

10. yê ku êdî ji miriyên pkkê û ypgê re dibêje "şehîd"...

her wiha avestakurd jî van rojan heman zimên bikartîne.

bawer dikim ku ev guherînên çapemeniya kurdî dê tesîrê li siyaseta kurdî jî bike...



25.06.2014 18:41 | oxir

11. kanalÊ KU DI QADA ÇAPEMENIYÊ dîtbarê ya kurdan de gelekî serkeftî ye. bi taybetî bi rêya nûçeyên xwe yê qala çar aliyê kurdistan û kurdnişînan ve pîrozbahiya min kişandiye xwe. hele di van rojên xirab de bi deng û basên xwe yê qala çiya şengalê û êzdiyên reben ve pirtir tebrîk heqê dike. lê tevgerên wan a li hemberî rêxistinên gerila ji ya hikûmeta kurdistan xwe cudatir dide xuyakirin --her çiqas gerîla jî di vê mijarê de ne reben be jî-- ev bi mottoya wan a bêalîbûn/alînegirê re nakokî dide hev. heger wan dibêjin em bbc-ya kurdî nin(û peyvê wan ev e) wê demê têkiliya tirkiyê û bbc-yê ku ji çalakiyên geziparki vir de çawa ye û tevgerên bbc-yê ya li hemberî êrîşên çapemeniya hikûmet-aliyan çawa bûye baş temaşe bikin. (êê madem hun ketin weşana bi tirkî hinekî dersê xwe bixebitin)



bi saya wan soraniya xwe berfireh kirim. xwendina xwe ya rengtîpA EREBIYÊ JÎ DI HEMAN DEMÊ. JI BER KU HIM KURMANCÎ YA BI LATÎNÎ RE TÊ NIVÎSÎN BIKARTÎNIN HIM JÎ PIŞT RE NIVÎSA SORANÎ. LÊ BI TAYBETÎ DI NÛÇeyên wan a bi navê bepele yê ku tê bilez a kurmancÎ YA QALA NÛÇEYÊN ŞENGALÊ DI RÊÇA HEV DU NEDIÇIBÛ. HETA MIN DIXWEND ÇAVÊN MIN DIRJIYA BER MIN. HIM JÎ YÊN EREBÎ tu dibêjî qey ji latînî zûtir diheRÎKIYA.



ALIYÊ DIN SERKEFTIYA WANA YEKÎ DIN EV E KU SORANÎ-AXÊV Û KURMANCÎ-AXÊVAN BI HEV RE HEMEN DI HER BERNAMEYAN DE DIAXIFE. EV HELWEST ÇIWAS DIHERE KÊFA MIN NIKARIM VEBÊJEM. EM, KURDÊN BAKUR ELIMÎNE KANALÊN PKK-ALÎ KU JI XWE HEMA DI VÊ MALPERÊ JÎ REXNEYÊN NEYÎNIYê ya bikaranîna kurdiya wan hatiye kirin, nêrîna me ya kurdî gelekî nebaş kiriye.



gelek sipas û gelek serkeftin wan re.



10.08.2014 22:58 | biruya hayao miyazaki

12. li gorî nûçeyek min xwendî kanalê ku ji aliya îstihbarata tirkîye ya mit'ê hatiye avakirin e. Demekek dişopînim lê bawer nakim ku rast e. beşa soranî bi tipên latinî bibuya heta anha min xwe bi xwe soranî hîn kiribû. mixabin tîpên erebî ber bi hînbûnê asteng e.



10.08.2014 23:14 | bêhûd

13. malpera ku gellek caran şîroveyên min naweşîne.

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2009201415

minak li vê nûçeyê binêrin. sernivîsa wê “Şervanên YPGê ji me re gotin zû birevin çekdarên DAIŞê nêzîk bûne” wisa ye. gotina keseke kobanî ku penaberÎ bakur bûyî kirine sernivîs. gelo kî dikare ji bo vê sernivîsê dikare bêje "bi niyeteke qencî hatiye nivîsîn". min li şîroveya xwe behsa hetikîna şengal û maxmûrê nekiribû. min ne çêr û sixêfan ne jî rexneyên tund kiribû, min tenê mebest û wateya vê sernivîsê pirsî bû lê belê camêran şîroveya min neweşand.



21.09.2014 21:19 | oxir

14. hem pê qeliteya xo hem zî bi stila xo ya dûrî yan kêmî partizanî; merdim şeno vajo ku; tekane kanalê tv.yê kurdî yo ku bi awayê profesyonel weşan keno.



21.09.2014 22:00 | cherkodimili

15. https://www.facebook.com/video.php?v=881382745213297&fref=nf

li hewlêrê komek kurd ji bo êrîşên daîşê yên li ser kobaniyê protesto bikin li cihekî tên cem hev, nûçegihaneka rûdawê jî ji bo bûyerê bişopîne Û ragihîne tê cihê bûyerê, bi xwepêşandarekî ji nav girseyê re hevpeyvînê çêdike.. ê ku diştexile rexneyan li weşanên kanalên pkkê digire û dibêje ya ku hatî serî şingalê îro hat serê kobaniyê jî filan.. tam di wê gavê de girse êrîşî wê xwepêşanderî dike, pişt re ji nav girseyê çend kes bi destê xwe heta çend kêliyan kameraya rûdawê tarî dikin..

tabî neelimîne televîzyonkariya profesyonel, ew li hêviyê ne yekî wekê berfîn hezîlê rahêje mîkrofon û kameraya xwe here ser sînorê rojava û bakurê kurdistanê û ji xelkê re bêje, hûn ê kobaniyê bihêlin û bi kû ve herin? hûn ê bi kû ve birevin? çima hûn naçin kobaniyê naparêzin..



21.09.2014 23:10 | endazer

16. tvya ku ji ber ku riya kal, pîr û zarokên ku ji rojavayê reviyane negirtiye û ji wan pirsa "hûn çima direvin, hûn çima axa xwe naparêzin?" nekiriye; divê were çeppikkirin.



22.09.2014 15:01 | simurg56

17. gerÊ ev salÊ xelata rojnamevanÎyÊ ya "musa anter" here rojnamavanekÎ rudawÊ. lewra hevpeyvineki 'serketÎ' lı gel teröristên daiş Ê re kiribun.



22.09.2014 15:31 | azad30

18. bi qasê nîv saet berê naha, tv ya rûdawê dûr û dirêj derheq cîwarên ku tirkîye dixaze bike cîwarên bê firîn û tampon behs dikir. û ji dinê jî çend qisse dida ku ev dewerên bêfirîn û tampon ne tiştekî xirabe. lê mixabin îro 15 roje agir li ser pişta kobanê hatîye dadandinê, dîsa jî wisan dixûyê ku qet xema camêran nîne.



01.10.2014 20:07 | xulam

19. li gel hemû rexne, reşkirinên û piştgiriyan; êdî di medyaya kurdî de xwediyê cihek girîng e.



29.10.2014 22:16 | simurg56

20. malpera ku îro di nava nûçeyekê de cihê qoserê "qizil tepe" nivîsiye...qet nebe di nava kevanê de "qoser" binivîsiyabû baştir dibû..



29.10.2014 23:10 | havka

21. rûdaw şêrê kurda ye. qet mijarên tewşomewşo nakin xeber. ji ber wê divê hertim li her derê em pesnê wê bidin : http://rudaw.net/turkish/lifestyle/150120151



ev jî heye: http://rudaw.net/turkish/lifestyle/15012015



15.01.2015 21:32 | mergehez

22. tiştên ku di derbarê tirkiyê de diweşînin, ji nûçeyan zêdetir hêviyên wan bixwe ne.

tirkiye tiştek nebaş bibêje, wê kêm dikin û wisa diweşînin. lê ger tirkiye peyvek tenê baş bibêje, wê zêde dikin zêde dikin û dikin efsane. ji vê helwesta wan gelek aciz im



weke mînak îro dîsa nûçeyek çêkirine;

"Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê dibe" Here lînkê;

berî ku tu nûçeyê bixwînî, tê bêjî qey tirkiyê yekîneyek taybet û balafirên xwe ji bo mûsilê şandine. lê di rastiyê de Parêzgerê Mûsilê Esîl Nucêfî ji birayê xwe bihîstiye ku birayê wî Cîgirê Serokomarê Iraqê ye. ew cîgir çûye enqerê û yên li enqereyê jî gotine ew ê ji bo mûsilê pişgtgirî bidin fîlan.

heyran ger hûn li van gotinan bikin, tirkiyê digot wan bi her awayî alîkariya başûr û şengal û kobanê jî kirine.



01.03.2015 12:21 | simurg56

23. Wek avestakurd.com'ê bi giştî çavkaniya nûçeyên wan jêderka taybet, ji nav wê yekî, yekê/a nexwestî navê xwe bêje, li gor (((gotegotan))) *)

Ma halê dibe yaw, mjn tiştek ji vê nûçevaniyê fêm nekir, bavê min heke hûn hemû nûçeyên xwe ji jêderkeke taybet bistînin ne hûn digihin serfiraziyê ne em.



01.03.2015 12:32 | xendekî

24. malpera ku wek atv'yê dixebite, anf û yên din çiqas objektîf bin, rûdaw jî heman tişt e, anf û yên din ên girêdayê tevgera azadiyê ya bakurê, qenebî bi tenê dijminahiyê wan dike û şerê naxweyî kûtir dike, lê van bêbextana ji wan jî xirabtir tevdigerin



01.03.2015 17:29 | ferhenga şikestî

25. Qenaleke dewlemend e . Li ber qesra spî a emerîkayê jî nûçevanên wê hene.



01.03.2015 18:35 | robar cilo

26. qenala bi hebuna xwe bêhêvîtiya li medyaya kurdî qurteke din zêde dike.



01.03.2015 23:02 | azadixwaz

27. malpera ku ji aliyê omer faruk baran ve nûçeyekê di derbarê tirşik.netê de hatiye weşandin



Here lînkê



25.03.2015 19:21 | ferhenga şikestî

28. (bnr: medyayé barzani)



25.03.2015 19:24 | qoling

30. rast e dema mirov bi medyaya din re bide ber hev rûdaw du sê qumaşan ji kanalên din ên kurdî çêtir e lê dema mirov bi krîterên medyaya profesyonel lê binêre li gorî min rûdaw hetîketî û rizaletî ye, heyfa wan derfetên di dest de!

eger medyaya profesyonel mereq dikin bila ji xwe re li vê lînkê binêrin; http://www.aljazeera.com/ naxwazim kes min xelet fêhm bike, mebesta rexneya min ne polîtîkaya wê ya weşanê ye, na rûdaw di weşanên xwe de belkî sed qatî ji medyaya pkkê maqultir e ji hemû medyayên kurdî zêdetir cî dide dengên muxalîf li vir ez behsa kêmasiyên teknîkî û nebÛna vîzyoneke profesyonel dikim.



27.03.2015 22:27 | xwînhingivîn

31. niha xeberek wisa kirîye ji wêneyê bê sansûr dilê meriv jê li hev dikeve ne li gorî qalîta rûdawêye.

neçe Here lînkê



17.04.2015 17:36 | shorbevan

32. Malpera nizanim çima tirşikvan bêtir malpera wan ya tirkî dişopînin...



17.04.2015 21:12 | azadixwaz

36. Rû derew. Pir caran şahidê vê yekê me



18.04.2015 03:49 | hêja hûner

37. ajansa ku hê jî ji bo daîşê dibêje rêxistina daiş, çekdarên daiş, dewleta îslamê. law ev çi bênamûsiyeke kirêt e, kuro ma ne ev in herroj Şerê me kurdan dikin, pêşmergeyên ku dikevin destê wan de bihovî wan qetil dikin, ma ji ber van jî be piçekî hessaiyetek çênabe, ma bû çi! !!



30.04.2015 17:48 | xendekî

38. kurdên derheqê vê sazîya medyayê de saro baro diaxivin bi rastî kurdî jî nizanin. gede gude ne. hînê qanalên sloganker hatine. eger îro ev qanal li ser mîjarên kurdistanê û rojhilata navîn wek referans hatibe dîtin, divê em şabin ku em jî dikarin wek herkesi tiştan bikin. Em jî dikarin lasan bikin lod.



03.05.2015 10:11 | sîyaûyê bekirî

39. Qenala herî profesyonel di nav medya ya Kurdî de. Ew qenala ku rastî rexne û êrîşan tê ji ber kune li gorî dilê hin alîya weşanê dike.



03.05.2015 11:59 | zal

40. Tora medyaya ku derewên derewkaran aşkere dike û me hişyar dike bijî Rûdaw



03.05.2015 12:04 | yûsivcewher

41. malpara iro min acis kirîye min jî entryeka xweş ji wanre şandîye kerê kurê kera nizanin dokunulmazlıka shorbevan heye ezê heroj çêrî wan kim helal ve merivê pakêne gira wan limine min bi xeniqînin dilê wan rihet nabe.

Here lînkê



06.05.2015 22:19 | shorbevan

43. derbarê entrya jor sony ericsson xperia arc s yani ez serê we ne êşinim penc pere nake



rudaw jî ji çêra fehm dike wûn bawer nakin herin lînkê şirova bi xweynin



Here lînkê



06.05.2015 22:50 ~22:51 | shorbevan

44. Here lînkê (bnr: gûdaw)



Tim û tim qala kurd û kurdî û kurdistan û kurdistanîbûyînê dikin lê civîna akp'ê, axaftin davutogluyê zindî diweşînin. Zor çak e!



16.06.2015 16:22 ~16:23 | kurê xelkê

45. belkî mîna qenalên kirêkirî yên akpê rasterast şev û roj reşkirina pkkê û partiyên girêdayî wê nake lê zêde zêde giringî dide akpê û gelek çalakiyên wan zindî diweşîne.



û ev qet ne tiştek normal e. kesên ku dibêjin pkk hevkariya îranê dike, ger bidîtana ku stêrk tv weke mînak xebateke ayetullah ali hamaney zindî diweşîne, nikarim xeyal jî bikim bê ka wê çawa bikirina hewar.



16.06.2015 19:01 | simurg56

46. Tvya kurdan a herî serkeftî ye. Bi kurdî diaxiwe, qala kurd û kurdistanê dikin. Her bijî rudaw. Bila ew boy apocî û nijadperestên tirkan keser bibe.



16.06.2015 19:06 | kaşanî

47. nêzîkî PDK, dijminê PKK û Hêza Parastina Şengalê. Hevalbendê AKP. Pir derewan û manîpulasiyonan dike. ji êzîdiyan pirs dike: "tu êzîdî ye an kurde?". Êzîdî jî dibersivînin: "ez êzîdî me". Paşê heman êzîdî di nav derûdora PKK ji endamên wê re dibêjin "em yekin, em netewekin"



17.06.2015 05:01 | hola êzîda

48. mixabin. kurd û kurdewarbûn bi gotinên kurdî nabe. wekî em hemû dibînin, ewqas galgal û gotinên kurdî bike û dûwe rabe bernama serokwezîrê tirk ya davudoğlu zindî biweşîne. çevt e bavê min çima zore quna te dere. ev şaş e yaw. çima qebûl nakin ez anlamiş nakim yaw



17.06.2015 10:38 | ciwanqoser

49. kurd û kurdewarbûn bi gotinên kurdî tebe. bi qurtasî radyoya tehranê ya kurmancî diaxive boy min ji televîzyonên pkkyê ku bi tirkî diaxivin zêdetir kurd û kurdewar in.



17.06.2015 10:55 | kaşanî

50. Malpara ji ber tsk bombebarana dike niha qedexeye li farqînê ez dibêm li temamê tirkîyê hatîye qedexe kirin bi xêra (bnr: beatfiltering) meriv dikare bikebe vê malparê û malparê wisa.



25.07.2015 08:51 | shorbevan

52. Mîtîngê akpê zindî dida nîşandan.akpê asteng danê ser malpera rudawî.bila ev ji wan re bibe dersek.



25.07.2015 12:36 | ronahî

53. (bnr: gûderew)



25.07.2015 13:52 | hola êzîda

54. malpera zêde êş daye hinekan e. niha bila kêfa wan were, ji xwer pelûlê bikin îdî(cejn).



25.07.2015 14:11 | berxweda

55. malpera ku piştî hat qedexekirin di nav kurdên bakur de puan û populariteya xwe zêde kiriye * (bnr: eferim rudaw)



25.07.2015 21:23 | brusk56

56. berê gelek kêfa min jê dihat, ez dibêjim çend caran jî li ser wê peyaman nivîsandibûm lê ev dora salek e li çavê min reş bû.. qedexekirina wê ne xema min e. li nav hevalan de mîna vê bûyerê gengeşiyan derdikeve, qey ewê car din bibe "legal".



26.07.2015 00:02 ~00:02 | biruya hayao miyazaki

57. nûçêya derbarê daxuyaniya serkokayetiya herema kurdîstanê derbarê pkk û komkujiya zêrgelê de.daxuyaniya fermî di malpera serokayatiye de û nûçêyên rudawê li ser vê daxuyaniye.Rudaw di kurmacî de nûçê bi rastî daye. lê di tirkî de hinekî rengê nûçêyê guherandiya.di daxuyaniya fermî de wisa derbas dibe: Pêwîste hêzên PKK qada şer ji Herêma Kurdistanê dûr bikin û êdî hemwelatiyên Herêma Kurdistanê nebin qurbana vê şer û gengeşeyê.lê di rudaw english de dibêje: bila pkk herema kurdistanê terk bike.



daxuyaniya serokatiya herema kurdistanê (kurdî): Here lînkê



daxuyaniya serokatiya herema kurdistanê(iîngilîzî): Here lînkê



Rudaw Ttirkî: Here lînkê



Rudaw(îngilîzî) Here lînkê



Rudaw kurdî : Here lînkê



04.08.2015 22:02 ~22:05 | diljan

58. rûdaw çiqas nûçêgihanetiyekê profosyonel be jî ji bo ku li tirkî li bi rehetî karê xwe dike û li ser turksat'ê weşane dike, di nûçêyên xwe de bihayê vê qenciya dewleta tirk dide.bi taybetî nûçêyên wê yên derbarê pkk de carinan dezenformasyonê dike.êêê qenciya dewleta tirk bê bersiv nahele û ji bo na ku neçirvan barzanî fînanse dike ev jî normal e.



04.08.2015 22:13 ~22:14 | diljan

59. malpara ku pyda kantona cizîrê xwe bi qedexe kirina wê rezîl kirîye



04.08.2015 23:55 | shorbevan

60. Sernivîskarê wê: hemîn abdullah

Jixwe hemû xebatên ajansê weke xebatên vî necamêrî ne..



Edit: rêziman



05.08.2015 03:20 ~03:21 | mergehez

61. ajansa ku nûçeyên xwe yên bêehlaq ji devê pêşmergeyan dide.

mesela sernivîsek wisa diweşîne "pêşmerge : pkk ixanetê dike" . paşê mirov li nûçeyê dinêre tê de dibêje fermandarekî pêşmergeyan gotinek wisa kiriye ku belkî ew bi xwe jî derew be.

lê em bêjin rast e. yaw ma tu dikarî gotina pêşmergeyekî bi ser navê hemû pêşmergeyan biweşînî. ev ne bêşerefî ye qey.

mesela we qet dîtiye ku axaftina gerîllayek weke daxûyaniya kckê be bûbe nûçe ? an jî axaftina leşkerekî tirk wek ku serokê tskê axivî be bûbe nûçe ?

yaw qey wezareta pêşmergeyan tune ye ? serokê wan tune ye qey ? yanê hema kî bixwaze diaxive ?

wele we em li hemû dinyayê rizîl kirin !



12.11.2015 13:07 | brusk56

62. kanala ku êdî mirov newêre pesnê wê bide, li gel ku ez wisa difikirim ku serkeftî ye û bi kêmasî ji aliyê weşanê televizyonê de gelekî baş e, wek mînak berî niha ciwanekî şingalî derxist ku digot em dixwazin em bi xwe xwe bi rê ve bibin ku ev jî nêzîka fikirên pkkê ye û herwiha di nûçeyan de behsa hebûna pkkê dibe jî, ha ne wek anfê ye loma hin kes jê aciz in lê baş e ku ne wisa ye.

gavake mezin di ragihandina kurdî de ye.



12.11.2015 13:16 | dijber

63. kanala ku gilî, gazinc û rexneyên pkk ji wê bi xwe jî kiriye nûçe

Here lînkê



13.11.2015 22:50 | dijber

64. wey mala minê! rûdaw rexneyên pkkyîyekî ji xwe re kiriye nûçe...

(bnr: elametên qiyametê)



14.11.2015 11:35 | nazim tolhildan

65. (bnr: aqubet li ser anf'yê)*



14.11.2015 11:38 | ferhenga şikestî

67. (bnr: hewza medyayé başuré kurdistan)

(bnr: rûderew)



14.11.2015 17:30 | tîrejên rojê

68. malpara nûçeyanî ku vîdyoyê diweşîne li ser androîda an li ser androîda min naxebite divê bilez simurg56 wan formata vîdeoyên xwe biguherîne.

(bnr: kêmasîyên tirşikê)



Here lînkê



18.11.2015 19:57 ~20:00 | shorbevan

69. Qenal a karê wê tev fesadî û dijmintî.



25.11.2015 11:01 ~11:15 | ycup

70. (bnr: lêborîn xwestina rûdawê ya ji hdpê)



22.05.2016 19:33 | simurg56

71. malpara roj heye ewê hdp bibêje xwezî ew nûçeya ku ji riyê wêde lêborîn xwestibû rastbûya



23.05.2016 01:28 | shorbevan

72. ajansa ku do rastî êrîşek hatibû, kesê erîş pêkhaniye kiye? çima dike?.. hêjî kes nizane lê xuyaye ku hinek nemerdin jiber dernayên nabêjin emin û jiber vê sedemê em wisa dikin, her êrişek kesê dike wateyek û sedemek didê lê yê van xêrnexwaz û bênamûsan



lînk: http://rudaw.net/mobile/turkish/kurdistan/2406201615)



25.06.2016 23:24 | shorbevan

73. Here lînkê
tu nemaye, ji ber perwerdehiya kurdî, rêveberiya xweser werê tawanbar kirin. berê jî hêceta, perwerdeyî li ser bingeha siyasî tê avakirin, xwepêşandan li dar xistibûn. heta ez ne şaş bim nûçeyên 'bêrêzî li ala rengîn tê kirin' piştî wê xwepêşandanê belav bûbûn. êdî dora akademîsyena ye.

beriya 5-6 meha jÎ asûrî heman hêcetê daxûyanî dabûn. dîsa li tirkî bülent arınç fikra xwe ya li ser perwerdeyiya kurdÎ eşkere kiribû. tişta ku mirov pê diêşe li rojava ev tişt bi kurdî tên gotin.

wek deham ebdulfettah gotî : em dizanin ku rê dirêje û qonax dûr e. lê eger baweriya me bi me û bi hêviyên me hebe, em ê bi qasî giraniya wê baweriyê berê xwe bidin avakirina pirên xewnan.



08.06.2017 18:26 ~18:27 | nestêle

74. a habera kurdistanê



20.10.2017 23:49 | cûndûllah el-kurdî

75. ev hefteke weşaneke bêalî porfekt dike.



21.10.2017 21:17 | diclefirat

76. piştî ketina kerkûkê, weşana wan ji nûçegihaniyê veguherî propagandayê û motîvasyona gel. û bi vî awayî me zêdetir aciz kir û hêviyên vala da me.
lê dîsa jî ji wan qenalên bênamûs yên talabaniyan çêtir e ku roja ketina kerkûkê de, fîlmên dublajkirî yên biyanî diweşandin.



21.10.2017 22:35 | simurg56

77. Nemaza piştê ketina kerkukê xwe hetikand. xwerû derew e. Bi nûçeyên derew û vala dixwaze propangadayê me bike belam bêhtir dihetike.
Jixwe dema dîmenên pêşmergeyên çavbihêsîr weşand hemî îmaja pêşmerge jî hilweşand. Mixabin.



22.10.2017 13:45 | derziyus

78. Ew heftenameyek û kenala televizyonê a Kurdî ye ku li Başûrê Kurdistanê û Ewropayê derdikeve û herî zêde ji hêla tevger û civakên Apocîyan ve tometa xwefiroştin û dûrî rastîyê li ser didin.



23.10.2017 02:33 | mesûd hemo

79. îro di rûpela xwe de nivîsî ye
"15 temmuz şehitlerimizi aniyoruz"

wille min ti derbê ferqetî nexist nav me kurda lê belê rûdaw xwelî li serê we be ewqasî jî merê nakeve .
we asta miştinê jî derbas kir êndî a we asoya xwedayinê ye .

ixiq tuf li we.

edît
ya bi soranî
Here lînkê

ya bi tirkî
Here lînkê

hela ez di tirkî de digihêjim lê bi soranî ?
çi ye têkiliya 15ê tebaxê bi başûriyan re ?

edît dido
rudaw dîrekt reqlamê adapteyî rûpela xwe kir ye
min gelek reqlam di rûdawê de dîtine lê belê qet ne dişivya vêya.
basnews weke sernivîsekê vekir ye ,
wekî din yaw ma qey rûdaw û basnews mihtacî perê vezaretxana tirkiyê ne ?

êdî tirkî dagirkeriya xwe ne tenê bi éskerî dike ...



14.07.2020 13:47 ~21:20 | shwinsherm

80. rûdaw/126162
Sernava ku em lînka vê îddîayê dixwazin.



14.07.2020 17:42 | xabûrî

81. ne îddia ye, mixabin rast e. her çiqas balyozxaneya Tirkiye ya li başûr îlan dabe jî mesûliyeta weşandinê ser rûdawê ye. ya balkêş di îlana tirkî de wek “gelê tirk” nivîsandine, lêbelê di îlana soranî de wek “gelê tirkiye”. beşa tirkî: Here lînkê screenshot; Here lînkê, beşa soranî: Here lînkê screenshot; Here lînkê

lê di beşên kurmancî û îngilîzî de de tuneye.



14.07.2020 18:57 ~20:06 | tizbîkêş

82. heman tişt li basnews ê de jî heye. Wek reklam hatiye weşandin. Here lînkê



14.07.2020 20:47 | lonw karda

83. Reklam e tiştên zanim



15.07.2020 00:33 | dilreş

84. li rojavayê hatîye qedexekirin.
Here lînkê



05.02.2022 19:04 | heval.js

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» rûdaw music

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî