Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
rûdaw - tirşik
rûdaw
(4) (4) (8)
di mijarê de bigere

20. rûdaw şêrê kurda ye. qet mijarên tewşomewşo nakin xeber. ji ber wê divê hertim li her derê em pesnê wê bidin : http://rudaw.net/turkish/lifestyle/150120151



ev jî heye: http://rudaw.net/turkish/lifestyle/15012015



15.01.2015 21:32 | mergehez

21. tiştên ku di derbarê tirkiyê de diweşînin, ji nûçeyan zêdetir hêviyên wan bixwe ne.

tirkiye tiştek nebaş bibêje, wê kêm dikin û wisa diweşînin. lê ger tirkiye peyvek tenê baş bibêje, wê zêde dikin zêde dikin û dikin efsane. ji vê helwesta wan gelek aciz im



weke mînak îro dîsa nûçeyek çêkirine;

"Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê dibe" Here lînkê;

berî ku tu nûçeyê bixwînî, tê bêjî qey tirkiyê yekîneyek taybet û balafirên xwe ji bo mûsilê şandine. lê di rastiyê de Parêzgerê Mûsilê Esîl Nucêfî ji birayê xwe bihîstiye ku birayê wî Cîgirê Serokomarê Iraqê ye. ew cîgir çûye enqerê û yên li enqereyê jî gotine ew ê ji bo mûsilê pişgtgirî bidin fîlan.

heyran ger hûn li van gotinan bikin, tirkiyê digot wan bi her awayî alîkariya başûr û şengal û kobanê jî kirine.



01.03.2015 12:21 | simurg56

22. Wek avestakurd.com'ê bi giştî çavkaniya nûçeyên wan jêderka taybet, ji nav wê yekî, yekê/a nexwestî navê xwe bêje, li gor (((gotegotan))) *)

Ma halê dibe yaw, mjn tiştek ji vê nûçevaniyê fêm nekir, bavê min heke hûn hemû nûçeyên xwe ji jêderkeke taybet bistînin ne hûn digihin serfiraziyê ne em.



01.03.2015 12:32 | xendekî

23. malpera ku wek atv'yê dixebite, anf û yên din çiqas objektîf bin, rûdaw jî heman tişt e, anf û yên din ên girêdayê tevgera azadiyê ya bakurê, qenebî bi tenê dijminahiyê wan dike û şerê naxweyî kûtir dike, lê van bêbextana ji wan jî xirabtir tevdigerin



01.03.2015 17:29 | ferhenga şikestî

24. Qenaleke dewlemend e . Li ber qesra spî a emerîkayê jî nûçevanên wê hene.



01.03.2015 18:35 | robar cilo

25. qenala bi hebuna xwe bêhêvîtiya li medyaya kurdî qurteke din zêde dike.



01.03.2015 23:02 | azadixwaz

26. malpera ku ji aliyê omer faruk baran ve nûçeyekê di derbarê tirşik.netê de hatiye weşandin



Here lînkê



25.03.2015 19:21 | ferhenga şikestî

27. (bnr: medyayé barzani)



25.03.2015 19:24 | qoling

28. rast e dema mirov bi medyaya din re bide ber hev rûdaw du sê qumaşan ji kanalên din ên kurdî çêtir e lê dema mirov bi krîterên medyaya profesyonel lê binêre li gorî min rûdaw hetîketî û rizaletî ye, heyfa wan derfetên di dest de!

eger medyaya profesyonel mereq dikin bila ji xwe re li vê lînkê binêrin; http://www.aljazeera.com/ naxwazim kes min xelet fêhm bike, mebesta rexneya min ne polîtîkaya wê ya weşanê ye, na rûdaw di weşanên xwe de belkî sed qatî ji medyaya pkkê maqultir e ji hemû medyayên kurdî zêdetir cî dide dengên muxalîf li vir ez behsa kêmasiyên teknîkî û nebÛna vîzyoneke profesyonel dikim.



27.03.2015 22:27 | xwînhingivîn

29. niha xeberek wisa kirîye ji wêneyê bê sansûr dilê meriv jê li hev dikeve ne li gorî qalîta rûdawêye.

neçe Here lînkê



17.04.2015 17:36 | shorbevan

30. Malpera nizanim çima tirşikvan bêtir malpera wan ya tirkî dişopînin...



17.04.2015 21:12 | azadixwaz

31. Rû derew. Pir caran şahidê vê yekê me



18.04.2015 03:49 | hêja hûner

32. ajansa ku hê jî ji bo daîşê dibêje rêxistina daiş, çekdarên daiş, dewleta îslamê. law ev çi bênamûsiyeke kirêt e, kuro ma ne ev in herroj Şerê me kurdan dikin, pêşmergeyên ku dikevin destê wan de bihovî wan qetil dikin, ma ji ber van jî be piçekî hessaiyetek çênabe, ma bû çi! !!



30.04.2015 17:48 | xendekî

33. kurdên derheqê vê sazîya medyayê de saro baro diaxivin bi rastî kurdî jî nizanin. gede gude ne. hînê qanalên sloganker hatine. eger îro ev qanal li ser mîjarên kurdistanê û rojhilata navîn wek referans hatibe dîtin, divê em şabin ku em jî dikarin wek herkesi tiştan bikin. Em jî dikarin lasan bikin lod.



03.05.2015 10:11 | sîyaûyê bekirî

34. Qenala herî profesyonel di nav medya ya Kurdî de. Ew qenala ku rastî rexne û êrîşan tê ji ber kune li gorî dilê hin alîya weşanê dike.



03.05.2015 11:59 | zal

35. Tora medyaya ku derewên derewkaran aşkere dike û me hişyar dike bijî Rûdaw



03.05.2015 12:04 | yûsivcewher

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rûdaw music

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî