Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 76 peyam
mobbing - tirşik
mobbing
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. têgeha ku van salên dawîn bûye populer.

peyveke latînî te. wateya wê "bi bikaranîna erka xwe, kesekê an jî hinek kesan dan zorê, wan di bin pêkutî û tehdeyên psîkolojîk de hiştin" e. piranî patron û mîdûrên bênamûs vê yekê dikin ku karkerên wan neçar bimînin û îstîfa bikin. te dît, dema mirov îstîfa bike nikare tazmînatê bistîne...

tirk vê têgehê bi tirkî weke "yıldırı" û "bezdiri" bi kar tînin.



weke mînak hûn li kargehekê dişixulin û karê we paqijiya erebeyan e. lê mîdûr were û tenê ji ber ku ji we hez nake, we bişîne kirîna benîştan, ev yek dibe mînakeke mobbingê. zehmetkirina karê we, gotinên nexweş fîlan jî dîsa mînakên mobbingê ne.



li welatên biyanî derbarê vê mijarê de zagonên taybet hene. li tirkiyeyê ji bo vê meselê hê tu zagonek taybet tune lê dîsa jî heta niha çend kesan doz li karsazên xwe vekirine û qezenc kirine.



01.03.2014 12:19 | simurg56


3. tundûtûjiya hestewarî, bêtir jin tûşî vê belayê têne, lê çi di nav malê de û çi di nav jiyana îş de tu kes nîne hema bêje jê mexdûr nebûyî.. ne tişteke nû ye ji roja roj de ev bela hebû û heta pîramîda ekosîstemê li ser linga be wê her hebe, ji ber ku li cihê ku serdestî û bindestê hebe zordestî jî heye û ji xwe mobbing jî ji desthilatdariyê zordest dizê û belav dibe..

bila ev kampanya xilas bibe ez ê bi dirêjî behs bikim, ji ber ku meseleyek bi rastî jî girîng e..



01.03.2014 19:39 | endazer

4. (bnr: kurdiya mobbîngê)



05.04.2014 02:25 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» mobbing

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî