Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 13 peyam
    kurds have no friends but mountains - tirşik
    kurds have no friends but mountains
    (1) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. îdîaya ku di strana çarçêla ya rotînda de jî tê ziman:



    "...ne îskender ne tîmûr

    ne ereb ne fars

    desthildarî nestandin

    li ser van çiyan

    her ku serê gelê kurd

    kete tengasî

    hilkişiyan zagrosan

    ji bo azadî..."



    01.03.2014 19:24 | simurg56

    2. versiyona ji tirkan pêv dostê tirkan nîn e a ji bo kurdan e.



    23.04.2016 15:09 ~15:10 | nazim tolhildan

    3. gotina kurddiya wî ; "ji çiyayên kurda pêştir heval û hogirên wan nînin"



    lê belê gotinek şaşe, gotineke ku meriv guh bidê rastî jî meriv bixweva heval û hogira nahêle.. hemû kes heval û hogirin ji xeynî kurd, kurd neyarê kurdaye.. kurd bi kurdre ne xayin, ne birakuj/ne birafiroş.....bûya ne di vî halîde bû û di vî halîde nedima jî..



    23.04.2016 22:47 | shorbevan

    4. gotina ku van demên dawîn di gelek malperên biyanî de rastî wê têm. ji ber îxaneta ynkê û êrîşa îran û iraqê û bêdengmayîna dewletên rojavayî.



    24.10.2017 23:08 | simurg56

    5. (bnr: kurds have no enemies but yourselves)



    13.10.2019 12:15 | tizbîkêş

    6. (bnr: mirovekirind has no friends but the tirshikvans) : ( ooh, baby, don't cry!

    na looo! (bnr: girîn û qîrîn ne lazim e). Heval tije ne. Îcar Hevaltî ne tiştekî hêsan e, karekî hostetîyê ye. Ked û huner divê. Hevalên baş di vê dinyayê da zahv girîng in. Tiştên pir biqîmet in. Kesên ku digirîn û dibêjin "hevalên min tuneye", bila li xwe binêrin! Bala xwe bidin ehlaq û hişmendîya xwe!

    Ez bawer im bo takekesê jî werkî ye, bo civakê jî, bo civakên siyasî jî û bo dewletan jî werkî ye.


    Têbinî: bi rastî jî tirşikvanên me, maşala ji wan ra, hema bibêje bi her yekê/î ra mirov dikare bibe hevalekî baş. (bnr: em çima di tirşikê de binîvîsin)



    13.10.2019 13:26 | mirovekirind

    dengdanên dawîn (yên din..)
    nav malan [1]
    bi wateya mêvandarîyê bi kar tê. + ka ca tê? - çûye nav malan (çûye...
    mezel [1]
    li qoserê bi wateya gorê li silopîyê bi wateya jûrê li qilabanê bi wat...
    sergîn [2]
    navek pir karîzmatîke lê çi heyf, gû ye....
    mêr çi dixwazin [3]
    (bnr: mêr) *...
    kontraksîyonên kurmancî [3]
    Kontraksîyonên ku meraq dikim ji bo standartîzasyona wan tu xebat heyi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurdsmustbeingeneva2
    » haveyn
    » friends with benefits
    » bûtik

    Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî