Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
hinar - tirşik
hinar
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranê dr. ahmet kaya ye wek hûn jî dizanin dr. ahmet kaya endamê koma çarnewayê ye ev stran jî gelek xweş e çend roj e bûme muptelaya vî stranî

"hinar sermest e

sal pêncî û şêst e

Cixare di dest de

dilê wî bi hest e "



01.03.2014 23:09 | ferhenga şikestî

2. (bnr: ötekilerin postası) û (bnr: turkcell)* tîne bîra min.



01.03.2014 23:10 | mergehez

4. Fêkêyekê tehma tirş, şêrîn û mayhoş jî tê. nava wî da libên sor he ne.têr av e. Sêrtê gundê zîvzîk bi hinarên xwe navdar e.hinarî li vir demekê dirêj xirab nabin. Nava zivistanî jî mirov dikarê bixwe.



21.06.2015 03:36 | ronahî

5. wexta ez li gund bûm diçûm nav bexçe û min hinarek jê dikir ji darê, ew hinar min li kevirekî dixist an di nav destên xwede dijdant û dixelişand pişt re bi tilîyên xwe yek bi yek libên hinarê dihilbijartin û davêtin deve xwe. ta'meke pir xweş bû. gelek caran jî bi xwe re diketim nav pêşbaziyaku tu lib nekevin erdê.



21.06.2015 15:05 | ridwanxelil

6. mêweyên li ser rûyê erdê herî xweş yek jiwan jî eve, lê belê yên şêrîn û meyxoş ne yên tirşê meriv pê serxweş dibe.



21.06.2015 15:58 ~2015.10.26 12:28 | shorbevan

7. strana dr. ahmet kaya ye ku bi saya mêrgehezo nançû haya min jê çêbû (li radyoya tirşikê bar kiriye) û min jê gelek hez kir. lê min çend gotinên di stranê de tam fêhm nekir.

min bi qasê karî gotinên wê derxistin:



vaye em hatin hatin, mala hinara,

mala hinara, mala hinara.

vaye em hatin hatin, mala hinara,

mala hinara, mala hinara.



hinar sermest e,

sal pêncî şêst e,

cigare di dest de,

dilê wî bi hest e.



vaye em hatin hatin, mala hinara,

mala hinara, mala hinara.

vaye em hatin hatin, mala hinara,

mala hinara, mala hinara.



kêf çû li alîkî [bi saya mêrgehezo nançû hat rastkirin]

êvar herikî,

rastî li alîkî,

dostî li alîkî.



vaye em hatin hatin, mala hinara,

mala hinara, mala hinara.

vaye em hatin hatin, mala hinara,

mala hinara, mala hinara.



min go heyrano,

sistke zimano,

silo? poşmano,

dilo poşmano.



vaye em hatin hatin, mala hinara,

mala hinara, mala hinara.

vaye em hatin hatin, mala hinara,

mala hinara, mala hinara.



13.08.2015 23:16 ~23:45 | simurg56

8. Çend rist ji gotinên stranê:

Kêf çû li alîkî

Êvar herikî...



Silo poşmano

Dilo poşmano...



13.08.2015 23:40 | mergehez

9. mêwa payîz û zivistanê ye. li welatê me cureyên wê pirr in.

tê de tije vîtamîn c heye. ew jî ji bo sermastendinê dibe alîkarê bedena mirov. her wiha vîtamînên din û antîoksîdan tê de heye, ew jî nahêle mirov bi pençeşêrê keve.



nîşe: îsal mi xwe bi wan kuşt *



25.10.2015 19:56 | berxweda

10. Ya başiyên wê li hêlekê xwarina wan gellekî zehmet e. Mirov diwestîne yaw



25.10.2015 20:45 | darînê daryo


12. (bnr: aqûzatîf û qertafên diyariyê)

(bnr: tewang û qertafên diyariyê)



1- bi min di hevoka “mirov diwestîne yaw” de tu çewtî, şaşî tune, ji aliyê rêzimanê ve hevokek rast e…ji ber ku nivîskar mêr e ango mîrov weha fam dike..

2- li vir mijar ne ergatîf e ne jî tewang e..mijar di derbara akûzatîf e..( dema niha)



Ergatîfî di demên borî de lêker gerguhez be derdikeve holê..di hevoka jor de dema borî tune..



Qertafa diyariyê ya yekjimar û nêr –î di hin forman de êdî pir nayê bikaranîn, navdêrên nêr û yekjimar dema diyar nebin jî tevhihevî der nekeve. Ji ber ku navdêrên mê hemû qertafa diyariyê –êyê her tim distînin…

mînak:

Ez dew vedixwim

Dew nêr e û qertafa diyariyê nestendiye û ji aliyê wateyê de tu kêmanî û tevlihevî çê nabe..

mînak:

Ew maseyê dişo

Mase mê ye û qertafa diyariyê –êyê distîne..



Di mînakê jor de ger nivîskar jin bibûya hevoka ya rast “ (ev) mirovê diwestîne yaw” dibû..



Ger bireser cinavkên kesane bibûya formên wan ên diyarkirî dihatibû bikaranîn..

Hingê “….(Ev) min diwestîne yaw” dibû lê di hevokê de cînavka kesane tune..



25.10.2015 23:40 ~23:41 | havka


14. li başûr û rojhilatê kurdistanê yek ji navên pîrejinên kurd e. li bakur min sêvê, xoxê, zeytûn û heta leymon jî bihîstiye lê navê hinarê bi ber guhê min neketiye. di fîlma marooned in iraq ya bahman ghobadi de, bi vî navî pîrejinek heye, mêrê wê mîrza ku zê de ye hevdu berdane li rojhilat ew li başûr dimîne, dema şerê kendavê, pirraniya kurdên başûr bi tirsa kimyabaranê tên ser sînorê başûr û rojhilat, mîrza dema dibihîse ku hinare jî di nav wan penaberan de ye herdu kurên xwe jî dide cem xwe û dikeve ser rê, di rê de li gundekî yek ji kurrên mîrza strana hinare dibêje. di hevpeyvîneka xwe ya li ser fîlmê de bahman ghobadi ji bo karakterê hinare gotibû kurdan temsîl dike.



08.12.2016 20:12 ~20:13 | endazer

15. li rojhilata îranê û li hin herêmên hindistanê darên hinara reş hene. Min xwarineke wisa ciyawaz ji zû de ye tam nekiribû. qalikê wê reşetarî ye meriv dibê qey mêweya qedexe ye.



23.09.2020 18:33 | tizbîkêş

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» hinar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi xwarinvexwarin muzikstrn zimanpeyv nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî