Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 6 peyam
xenî - tirşik
xenî
(3) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. biwêjek heremî ye ku li ferhengan peyda nabe.

di ferhenga turkcekurtcesozluk.comê de weke kurdiya peyva tirkî ya "gani" hatiye nîşandan:

http://www.turkcekurtcesozluk.com/index.php/term/6,10530.xhtml



di wîkîferhengê de peyvek weke "bi tenî, bû xenî" heye ku wateya wê wisa hatiye ravekirin: dewlemend bûn zêdetir girêdayî xebat û çetinayê ye. *wisa li cihê sekinî kes dewlemend nahe. çi gotine: “bi tenî, bû xenî"

https://ku.wiktionary.org/wiki/bi_ten%C3%AE,_b%C3%BB_xen%C3%AE

bi qasê min fêhm kir ji bo "derbasbûna li rewşeke çêtir" hatiye bikaranîn.



dîsa wîkîferhengê de peyva xenê heye û wateya wê wisa ye: kêfxweşîya hebûna tiştekî, dewlemend:

Em bi germê xenê bûn.

di binê vê peyvê de hatiye diyarkirin ku erebiya vê peyvê xenî ye û wateya wê dewlemend e.

https://ku.wiktionary.org/wiki/xen%C3%AA



em wisa bi kar tînin.



- welleh tu bi vê pêlava xwe ya nû, xenî bûyî. divê êdî tu jixwe birçî jî nebî welleh...



yanî em ji bo "ketina rewşeke pir baş. gelek bişens bûn"ê dibêjin.



2014.03.02-21:02 | simurg56

2. te jî em xenî kirî simurg56



2014.04.20-20:37 | zero

3. Di ferhenga zana farqînî de weke xenê derbas dibe. Wergera wê ya tirkî " gani" hatiye nivîsîn. Lê ji xwe em nizanin gani çiye. Lê dikarim bibêjim, wekî di peyama ewil de jî hatiye gotin: ji bo derbasbûna rewşeke baştir û çêtir tê bikar anîn. Ya rast berê dihat bikar anîn. Lê vaye çend sal e min qet ji kesî nebîhîstiye.

Weke mînak dema yek saxoyek nû an xweşik li xwe bike, jê re digotin," tê bi vî saxoyî xenê bibî"

Mînak, ev xopana cêyranê em pê xenê bûbûn. lê topa sedam li deriyê bavê wan bikeve, cêyranê xistin bin erdê û qaçax betal bûn.

Mînak, ev sola min ev çend sale pê xenê dibûm, lê îsal qetiya.



2021.01.18-00:44 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
xanimî gulfiroş [1]
Sitranek zekeriya abdulla ye. Bi zaraveyi Soranî ye, gelek xweş e ....
postmodernîzm [7]
Postmodernîzm, tevgereke berfireh e ku di nîvê sedsala 20n de li ser f...
botên telegramê yên kêrhatî [2]
@stickers bota ku ji bo afirandina stickera bi kêr tê. piştî k...
xelatên tirşikê 2020 [15]
xelatên ku xwedîyên wan dîyar bûne. (ji bo derengmayînê bibexşînin.) ...
wê hingê [2]
Wê hingê “o sirada” Vê hingê jî dibe. wekî Wê hingê çopir ji dûr l...
belki ev jî bala te bikişînin
» xeniqandin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî