Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bedlîs - tirşik
bedlîs
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. li herêma serhedê bajarek e.



li gor nûçeyeke anfê li vê bajarê tam 5 partî li hemberî bdpê bûne yek û sond xwarine ku malika bdpê xira bikin. partiyên chp, mhp, bbp, dp û dsp ku nikarin ji çemê firatê derbas bibin û bigihêjin axa pîroz a kurdistanê weke ku bûne gûyek daxuyaniyan didin çapemeniyê û gefan li bdpê dixwin. tu ji zarokeke çilî re bêjî allah wekîl wê ji kenan bimire. mişk û pisîkên bedlîsê jî dizanin ku ev bêaqil nikarin nîv dengî jî ji alîgirên bdpê bistînin lê belkî çend gêj û mêjên alîgirên akpê riya xwe şaş bikin û dengê xwe bidin wan. ev jî dê bi kêrî bdpê were û heww.



02.03.2014 21:09 | oxir

2. bajarê ku di hilbijartina dawîn ya heremî de;

akpê %43

bdp/dtpê %34

chp + mhp + bbp + dsp + dp + dsp= %5.3 deng standine.

bi saya yekbûna van 6 partiyên li jor belkî dengê xwe bilind bikin û bibin %15 û bi saya vê yekê dengê akpê kêm bibe û bibe 33 û bdp bi rêjeya %34 hilbijartinê qezenc bike.

her bijî yekitiyên kerîtî yên wisa *



02.03.2014 21:14 | simurg56

3. bajarê ku bi rastî jî ez mereq dikim bê çend mînare lê hene?



(bnr: bitliste beş minare)



02.03.2014 21:17 | endazer

4. welatê ku li gorî îstatîstîkên diyaneta tirkiyê, tê de 656 mizgeft hene. bi giştî li her mizgeftekê yek mînare heye. li bedlîsê 5 mizgeftên navdar hene: Ulu Camii, Gökmeydan Camii, Şerefiye Külliyesi ve Camii, Adilcevaz Tuğrul Bey (Zal Paşa) Camii û Ahlat İskender Paşa Camii.

lê li van camiyên taybet jî dîsa yek mînare heye.



loma em dikarin bibêjin ku li bedlîsê bi giştî 656 mînare hene *



02.03.2014 21:21 | simurg56

5. (bnr: the beatles)



02.03.2014 21:32 | endazer

6. bajarê ku li gorî dengûbehsan dibêjin di vê hilbijartinê de şaredarî wê esseh bikeve destê bdpê de..



09.03.2014 02:37 | endazer

7. navê bajarekî kurdistanê ye. navê bajêr ji qesirbendê yewnanî "bedlîs" tê. tê gotin ku dema îskenderê mezin radayî li ser kurdistanê ji mîmar(qesirbend) bedlîsre gotiye, "li vê derê kelehek ava bike, bila kelehek welê asê be ku bila artÊşa me jî nekare tê re derbas bibe." bedlîsê qesirbend jî radibe keleha bedlîsê ava dike û îskenderê mezin bi artêşa xwe nikarin ji kelehê derbas bibin. û wê hingê jî îskenderê mezin dibêje "bila navê vî bajarî "bedlîs" be." û tu kes jî ranabe, saçmalamîş nabe li hember daxwaza îskenderê mezin. *

(bnr: martînê bextewar, jan dost, avesta, 2012)



09.03.2014 03:43 | zero

8. Bajarê bî tîtîna xwe û alîme hejay hatîye naskîrîn.



27.04.2014 23:27 | yoda

9. bajarekî kurdîstana serhede ye. li bajaroka wî da alîmé kurdistane bedîûzzaman saîdé kurdî çavé xwe vekîrîye cîhané.Gelek bajarekî oldare



27.04.2014 23:32 | neteweperver

11. Li sikakê wê dîtina keçan ne pêkane lê her der mizgeft e. Bajarek gelek ku kêfa min pê re hatiye. Yanê xweza û şêweyê avahiyan balkêş e. Çiqas bajarê serhedê be jî bi devokek "botî" daxivin (van gohana çit'key bihîst * )

Di leylonê pênc kîlo de gihayek dişibe kerenga ku bi navê "jax" hatiye dagirtin min dît. Û çortan jî lê hebûn.

Kelehek mezin lê heye lê ne vekiriye. Di biniya kelehê de qehweyên biçûk û şêrîn jî hûnê bibînin.

Gorî gotegotan ermeniyê herî kevn li vê bajarê ne û niha jî hejmara ermeniyên ku bûne bisilman ne kêm e. Nivîskarê navdar (bnr: william saroyan) ermeniyê bêdlîsê ye. Û heta serdana welatê xwe jî kiriye ku li ser wê jî belgefilmek hatiye kişandin.



19.09.2020 18:19 ~18:23 | rizgarm

12. bajarê ku biryana wî pir xweş e. ku ez dîsa biçim wanê ez ê dîsa pêşî biçim bedlîsê ji bo biryanê *



06.10.2023 22:35 | kurê xelkê

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bedlîs

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî