Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    20 mijar û 26 peyam
    bastîq - tirşik
    bastîq
    (2) (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. şêrînahiyeke ku ji şîle, arvan û kunciyan çêdibe. wekê nanê sêlê ye û bi kakilên goz, behîv û fisteqan tê xwarin.



    2014.03.03-02:00 | endazer

    2. bastêq



    2014.03.03-02:06 | dara berrûyê

    3. li herêma dêrika çiyayê maziyê jê re dibêjin bastêq. bi tirkî jî jê re dibêjin pestil û bastık.



    2014.03.07-19:58 | mergehez

    5. çêkirîna wî gelek gelek dîjwar e. herî kêm heft heşt kes hewceye kû bastiq derkeve holê.



    2014.03.07-21:48 | gelawej

    7. bastîq navê şêrabiyek herêma xelfetî ye û ji ava kelandî ya tirîyan tê çêkirin. Çêkirina bastêqê karekî gelek bi zehmet e. Ji komkirina tiriyan heta qeşartina bastêq gelek gav pêwîst in. Berî her tiştî tiriyê ku di bax û baxçeyan de di mehên îlonê de têne qutkirin. Torbeyên ku avê berdidin derve bi ew tiriyên qutkirî tên tijîkirin. Di pişt re meriv pê li wan torbeyan dike da ku ava tiriyan jê derkeve, ew av jî piştî tê fîltrekirin di zarikên mezin de tê komkirin. Binê zarik agir pê dixin da ku av bikele û bitemize. Da ku zûtir bitemize kef tê dayîn. Dema ku av kefdan dibe zarik ji agirê tê rakirin, ji ber ku heger ava tiriyê ne kefdan be wê bastêq şêrîn nabe û dirdirkî dibe.





    Bi vê şerbeta ku bi vî awayî çêdibe re dibêjin şîre. Piştre bi leganên mezin tê rakirin. Şîre dema ku sar dibe carekî din tê kelandin, lê vê gavê kesekî xort gerez hertim şîreyê li hev bixe. Li ser alanekî duz de bezên paqij têne raxistin û şerbet li ser wan de tê rijandin. Dema ku şerbet li ser bezan hat rijandin, şerbet bi tetikekî tê belav kirin da ku qalindabûna şerbetê wekhev be.





    Ew çarên ku şerbet li ser wan hatiye rijandin şevekê wisa dimîne da ku şerbet bi hişkbûna xwe re bibe bastêq. Sibê ew bez têne komkirin û ber bendan têne girêdan. Qasî saetekê bez wisa dimînin û piştre bastêq ji bezan têne qeşartin. Da ku qeşartina bastiqan hêsantir bibe meriv bezan (binê bastêqan) hindik hêmî dike. Dema ku bastêq hat qeşartin meriv perçe perçe dibire û parçeyan datîne ser hev. Piştre ev bastêq di sandoqan de ji bo zivistanê têne veşartin. Di zivistanê de bi fisqek, nûk yan jî bi mast tê xwarin.





    2015.03.19-21:13 | remlavêj

    8. Xalîl bastîq

    Ji bo bastîqên qalind xalîl dibêjin li êlihê ger ez şaş nebim.



    2017.06.02-23:33 | rûbar

    9. şîraniyeke ku ji tireh/ tirî tê çêkirin.
    min çêkirina wê bi çavan nedîtiyê lê tişta ez dizanim
    pîştî ku dikelê û dibe wek şerbetê
    li ser çarşefekê diraxin û heya ku hişk dibe



    2020.06.05-14:47 | merwano

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    rojnivîska tirşikvanan [1]
    silav tirşika bêdeng û bêxwedî ( moderetor bi xwe nakevênê, êdî bûye ...
    kano [1]
    Qayîka pê bêrikan tê kişandin, ji bo kesekî yan jî du kesan tê çêkirin...
    hoy nermê [1]
    Her çiqas bi murad demir hatiye bihîstîn jî çend meh berê bi p...
    henrik wergeland [1]
    Henrik Arnold Wergeland 17ê pûşperê 1808 li Kristiansandê hat dinê. 12...
    willis lamb [1]
    Willis Eugene Lamb 12ê tîrmehê 1913 li Los Angeles ê hat dinê. Ew fîzî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bastîq

    Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî