Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ibrahim tatlıses - tirşik
ibrahim tatlıses
(1) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. stranbêjeke tirk e ku nîvê eslê wî kurd e. tu caran xwe weke kurd nedaye nasandin, xwe her wekî weke tirk dîtiye û diyar kiriye.

stranên wî yê destpêkê wergerên ji kurdî bûn. bi vî awayî zimanê me îstîsmar kiriye û bêyî ku çavkanî nîşan bide jê sûd wergirtiye.

stranên wî yên din bi tirkî ne, bêqalîte ne, erzan in û ji xeynî evîn mevînê jî qala tu tiştî nake.

kengê pêwist bûbe tatlıses diyar kiriye ku li gel xelkê tirkiyê û hikûmetê ye.

li kurdistana tirkiyê ji aliyê kurdên welatparêz ve hema bêje qet nayê guhdarkirin û hezkirin.

lêêê nizanim çima ji aliyê kurdistana başûr ve gelekî tê hezkirin. hezkiriyên wî yê li wir qene zimanê stranên wî jî nizanin, lê dîsa jî hez dikin. û ev rewş jî min aciz dike û dike ku ji xelkê başûr ji ber tevgerên wan, nefretê bikim.

tatlıses her wiha li wir xaniyan û hwd. dide çêkirin û perê xwe qezenc dike û ev yek jî heç weke diyariyeke wî be tê nîşandan.

vaye dîsa çûye hewlêrê û mizginiyan daye wan: http://www.avestakurd.net/magazn/tatlises-dsa-li-hewlr-ye-h4461.html

xwedê aqil bide we, ey xelkê başûr. em bi we ne serbilind im.



02.07.2013 11:58 | simurg56


3. ya ecêb ew e ku camêr di vê daxwuyaniya xwe ya dawîn de jî nekariye an newêriye bêje kurdistan û gotiye ji bo xelkê iraqê ez ê nizanim çi bikim.. bi qasê ku ji daxwuyaniyên wî dixweyin û tê têgihiştin şirîkê wî yê berê yê herêma kurdistanê pehînek xweş li derê qûna xistiye û camêr di nîvê rê de hiştiye û îhaleya temamkirina projeyên ku bi şirîkatî hilgirtîn ser milê xwe hêliştiye û hildaye ser milê tatlises.. wek simurg56 jî gotî li başurê kurdistanê mêl û eleqeyek mezin ji bo Îbrahîm tatlisesî heye.. haşa hizûrê camêr rabe û xwe bi dê û jinên hinekan bixe wê nebêjin na û nirç jî.. wekê din camêr çendî tu eleqeya wî bi pkk-ê re tunebe jî ji aliyê nijadperest û tirkçiyên kêmaqil ve bi sempatîzaniya pkk-ê tê îtham kirin û îdîa dikin û welê bawer dikin ku alîkarî û piştgiriya fînansal dide rêxistinê..



02.07.2013 12:08 | endazer

4. di çûyîneke xwe ya li başûrê kurdistanê de, bi xwe alayeke mezin ya tirkiyê jî biribû û li cihê konserê dabû hilawestin.



02.07.2013 12:12 | simurg56

5. muhsin kızılkaya di nivîseka xwe ya li ser ibrahim tatlıses de dibêje berê di hevpeyvîneka xwe de gotiye ku eger ez rojekî bi kurdî neaxivim zimanê min min diwerime.. zilamek têra xwe popûlîst û pragmatîst e xêr û berjewendiyên wî li kû derê bin kon û xîveta xwe li wir vedide.. diya wî kurd û bavê wî ereb e.. li gorî heman nivîsê dibêje ku di sala 1991an de di albûmeka xwe de du stranên kurdî strandine lê piştî ku albûm derdikeve û belav dibe du rojan hinek guhê wî dikişÎnin û ew jî neçar dimîne albûma xwe dide hev û wan herdu stranên kurdî bi yên tirkî re dike pêguhertî û berdêlî.. dîsa li ser bextê heman nivîse di hevpeyvîneka xwe ya di rojnameya cumhuriyetê de derketî de dibêje ku eger ez albûmekî kurdî derxînim wê kêma kêm yanî herî kêm sê milyon heb were firoştin.. ji bo temamê nivîsê:

http://www.ilkehaber.com/yazdir/haber/muhsin-kizilkayadan-bir-tatlises-portresi-15670.htm



22.09.2013 20:44 | endazer

6. (bnr: komkûjiya çand û hûnera kurdî)



08.11.2013 00:55 | brusk56

7. ew kesê ku xwedê tenê deng dayê ji xeynî deng tiştek nedayê.(mînak: aqil, namus, kesayetî...!)



08.11.2013 13:30 | rexnegirêtagirtî

8. tırk layé tırkaye. ku ibrahim tatlıses jı rıha yé be u tırk be , komutan ,mamoste,u doktorén tırk jı ser diyawi derbasbune



09.11.2013 01:48 | brahim

9. ew bênamûsê ku dema tirkên nijadperest û dinya nedîtî xwestin ahmet kaya ji ber daxwaza sitraneke kurdî lînç bikin ji wê derê revî û çû xwe di tuwaletê veşart e.!



30.01.2014 11:57 | xendekî

10. ew kesê ku çi sitrana kurdî dîtiye wergerandiye tirkî û xwe pê serbilind hîs kiriye. wek dizîkî ye. stranên kurdî wergerandiye tirkî û gotiye gotin û mûzîk: ez im. kuro dizo didîzî çima nabêjî min ji vî diziye.! bêînsaf.

wek mînak stranên diziyî:

"ayaginda kundura" strana (bnr: tehsîn taha) ya bi navê (bnr: min xem deryayêka)

"yalah şofor yalah" strana (bnr: hesen zîrek) ya bi navê (bnr: yalah yalah şofêr) :



30.01.2014 12:03 | xendekî

11. stranbêjê tirk yê proje li gel yana zaxo giredayîn ko ew proje jî çêkirna hindek şiqqane (site) dinav gorepana yana zaxode.

eve çen wextek bî li zaxo dijîya belku hheta nuke li zaxodeye.



29.04.2014 22:12 | dastanekkevin

12. kutaye binhişê bi milyonan ciwanên kurd û ereb. bi milyonan gêjên ku dibêjin qey dengê wan yekta ne, dixwazi n bibin wek wî. lê nizanin ku êdî wexta wî bixwe jî derbas bûye û tenê nanê hêza xwe dixwe.

mixabin ekola gelek ciwanên kurd û ereban e.

ekola mirov wisa be...



06.07.2014 02:42 | simurg56

13. hunermendê ku qet jê hez nakim. him ji tîzbûna dengê wî him ji hunera wî û him jî ji kesayeta wî...



06.07.2014 03:15 | ceso

14. stranbêjê ku di hesaba xwe ya twitterê de ku bi nav @imparatoribo ye, di derbarê kobanê de peyaman nivîsandiye.



"KOBANİ düşerse insanlık düşer, Kİ düşmeyecek. İnşallah bütün insanlık alemi AYAKTA ama kırarak dökerek değil, Daha sakin

ve daha yavaş.! "



"Gülün düşmana en büyük silah gülümseyen bir yüzdür..."



"Güleceksin,

Hem düzene ayar vermek için

Hem de seni üzeni bozmak için..' "



yanê gotiye "ger kobanê bikeve ku nakeve, wê mirovahî bikeve.hemû miravahî li ser piyan e lê divê ne bi şkênandin hilweşandinê be. hinek din hêdî û tebitî .. "



ya ecêb ew e ku di twitterê de xwediyê 441 hezar şopîneran e, lê van tweetan tenê 100 kes felan rt kiriye. hewce bû navinî 3-4 hezar kesan rt bikirana. ji ber ku şopînerên wî piranî dêqehp in, xweşa wan neçûye demek..



12.10.2014 12:05 | brusk56

15. rizîlê dinyayê ku dîsa bi salan qûna akpê alast, bi şivan re dûetê kir di mîtînha akpê de, vê dawiyê ji bo dagirkirina efrînê stran jî çêkir lê dîsa jî nekarî bibe namzetê wekîlîyê.
xweyş dilê min! xwedê te efû neke îbo.



21.05.2018 21:11 | simurg56

16. Dibên ku ew programa wî ya ibo show disa başlê kiriye.

Jarjorek fîşeng de ser de hate peqandin
Hinî jî gindiriyê hêla dî nebû.
Çi can hebûye li mêrik.



29.11.2020 12:32 | cinorek

17. (bnr: cehş)
(bnr: tirşikçî)



23.05.2021 00:07 ~00:08 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ibrahim tatlıses

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî