1. stranbêjeke tirk e ku nîvê eslê wî kurd e. tu caran xwe weke kurd nedaye nasandin, xwe her wekî weke tirk dîtiye û diyar kiriye. |
|
2013.07.02-11:58 |
simurg56
![]() |
2. (bnr: rewşa karakterîstîk ya mirovên ruhayî) |
|
2013.07.02-11:59 |
simurg56
![]() |
3. ya ecêb ew e ku camêr di vê daxwuyaniya xwe ya dawîn de jî nekariye an newêriye bêje kurdistan û gotiye ji bo xelkê iraqê ez ê nizanim çi bikim.. bi qasê ku ji daxwuyaniyên wî dixweyin û tê têgihiştin şirîkê wî yê berê yê herêma kurdistanê pehînek xweş li derê qûna xistiye û camêr di nîvê rê de hiştiye û îhaleya temamkirina projeyên ku bi şirîkatî hilgirtîn ser milê xwe hêliştiye û hildaye ser milê tatlises.. wek simurg56 jî gotî li başurê kurdistanê mêl û eleqeyek mezin ji bo Îbrahîm tatlisesî heye.. haşa hizûrê camêr rabe û xwe bi dê û jinên hinekan bixe wê nebêjin na û nirç jî.. wekê din camêr çendî tu eleqeya wî bi pkk-ê re tunebe jî ji aliyê nijadperest û tirkçiyên kêmaqil ve bi sempatîzaniya pkk-ê tê îtham kirin û îdîa dikin û welê bawer dikin ku alîkarî û piştgiriya fînansal dide rêxistinê.. |
|
2013.07.02-12:08 |
endazer
![]() |
4. di çûyîneke xwe ya li başûrê kurdistanê de, bi xwe alayeke mezin ya tirkiyê jî biribû û li cihê konserê dabû hilawestin. |
|
2013.07.02-12:12 |
simurg56
![]() |
5. muhsin kızılkaya di nivîseka xwe ya li ser ibrahim tatlıses de dibêje berê di hevpeyvîneka xwe de gotiye ku eger ez rojekî bi kurdî neaxivim zimanê min min diwerime.. zilamek têra xwe popûlîst û pragmatîst e xêr û berjewendiyên wî li kû derê bin kon û xîveta xwe li wir vedide.. diya wî kurd û bavê wî ereb e.. li gorî heman nivîsê dibêje ku di sala 1991an de di albûmeka xwe de du stranên kurdî strandine lê piştî ku albûm derdikeve û belav dibe du rojan hinek guhê wî dikişÎnin û ew jî neçar dimîne albûma xwe dide hev û wan herdu stranên kurdî bi yên tirkî re dike pêguhertî û berdêlî.. dîsa li ser bextê heman nivîse di hevpeyvîneka xwe ya di rojnameya cumhuriyetê de derketî de dibêje ku eger ez albûmekî kurdî derxînim wê kêma kêm yanî herî kêm sê milyon heb were firoştin.. ji bo temamê nivîsê: |
|
2013.09.22-20:44 |
endazer
![]() |
6. (bnr: komkûjiya çand û hûnera kurdî) |
|
2013.11.08-00:55 |
brusk56
![]() |
7. ew kesê ku xwedê tenê deng dayê ji xeynî deng tiştek nedayê.(mînak: aqil, namus, kesayetî...!) |
|
2013.11.08-13:30 |
rexnegirêtagirtî
![]() |
8. tırk layé tırkaye. ku ibrahim tatlıses jı rıha yé be u tırk be , komutan ,mamoste,u doktorén tırk jı ser diyawi derbasbune |
|
2013.11.09-01:48 |
brahim
![]() |
9. ew bênamûsê ku dema tirkên nijadperest û dinya nedîtî xwestin ahmet kaya ji ber daxwaza sitraneke kurdî lînç bikin ji wê derê revî û çû xwe di tuwaletê veşart e.! |
|
2014.01.30-11:57 |
xendekî
![]() |
10. ew kesê ku çi sitrana kurdî dîtiye wergerandiye tirkî û xwe pê serbilind hîs kiriye. wek dizîkî ye. stranên kurdî wergerandiye tirkî û gotiye gotin û mûzîk: ez im. kuro dizo didîzî çima nabêjî min ji vî diziye.! bêînsaf. |
|
2014.01.30-12:03 |
xendekî
![]() |
11. stranbêjê tirk yê proje li gel yana zaxo giredayîn ko ew proje jî çêkirna hindek şiqqane (site) dinav gorepana yana zaxode. |
|
2014.04.29-22:12 |
dastanekkevin
![]() |
12. kutaye binhişê bi milyonan ciwanên kurd û ereb. bi milyonan gêjên ku dibêjin qey dengê wan yekta ne, dixwazi n bibin wek wî. lê nizanin ku êdî wexta wî bixwe jî derbas bûye û tenê nanê hêza xwe dixwe. |
|
2014.07.06-02:42 |
simurg56
![]() |
13. hunermendê ku qet jê hez nakim. him ji tîzbûna dengê wî him ji hunera wî û him jî ji kesayeta wî... |
|
2014.07.06-03:15 |
ceso
![]() |
14. stranbêjê ku di hesaba xwe ya twitterê de ku bi nav @imparatoribo ye, di derbarê kobanê de peyaman nivîsandiye. |
|
2014.10.12-12:05 |
brusk56
![]() |
15. rizîlê dinyayê ku dîsa bi salan qûna akpê alast, bi şivan re dûetê kir di mîtînha akpê de, vê dawiyê ji bo dagirkirina efrînê stran jî çêkir lê dîsa jî nekarî bibe namzetê wekîlîyê. |
|
2018.05.21-21:11 |
simurg56
![]() |
16. Dibên ku ew programa wî ya ibo show disa başlê kiriye. |
|
2020.11.29-12:32 |
cinorek
![]() |
![]() |
tirşikvanên 16 salî [3] |
![]() |
xenî [3] |
![]() |
tirşikvanên 16 salî [1] |
![]() |
yaqûp [1] |
![]() |
mistefa balbal [1] |