Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
dims - tirşik
dims
(9) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. trî yan tû baş tê esirandin û dûvre tê kelandin.



03.03.2014 02:46 | dara berrûyê

2. dimsa midyadê zahf xweş e..



07.03.2014 18:32 | mamostanısebin

3. (bnr: divs)



07.03.2014 19:01 | endazer

4. diya basîqê ye



07.03.2014 19:06 | kevçiyê dil

6. mijara ku ev anîtiye bîra min : berfedims



07.03.2014 19:56 | mergehez

8. Viagraya jina ye. Li torê dibêjin: dims hemeta quz..



12.03.2014 21:29 | janbarblues

9. Her wekî ku tê zanîn dimsa torê bi nav û deng e lê dimsa herî xweş li bajarokê 'xelîla' yê ku bi 'kerboran'ê ve girêdayî ye tê çêkirin.



25.12.2014 15:35 | berkeno

10. (bnr: mot)

cara ewil yekî ji diyarbekirî bihistîbûm ku ji mot ra dims digotî..

di taşteyê rûnê pêz (nivîşk) dihêlînin û ber li ser mot dikin..hinek giran dibe lê li zivistanê meriv nexweş neke..



25.08.2016 21:29 ~21:31 | havka

11. Kabûsa zaroktiya min e. Diya min her sibe bi zorê kevçiyek bi me dida vexwarin biborin lê eyq :((



25.08.2016 21:32 | biaqila malê

12. bi taybetî jî bnr dimsê tûyameriv dikare bi dilekî rihet bibêje ev dimse, xwarineka girane meriv hîn nebûve meriv nikare bixwe.., ji tendûristiyêre gelek başe ez ne şaşbim di serîde ji zerikêre lê wekî hertiştî çiqas başbe hewqas jî dikare nebaş bibe divê meriv zêde nexwe



25.08.2016 21:42 | shorbevan

13. Peyva ku dema fêr bûm ji erebî hatiye wêran bûm. wey li minêê êdî evîna mast û dims jî bû derew.

Erebî: dibs



20.04.2021 20:13 | navîgiranmezelîwêran


15. Ji bo nexweşîya kêmxwînbûnê ( anemia) dermanek sereke ye. Ji alîyê hesin gelekî dolmend e. Lê ji bo meriv fêde jê bigire divê bi pirtiqal, leymûn an jî bi fêkîyên bi vîtamîn C re bê xwarin.
Wekî din xwarina wê bi mast re an jî bi çayê re, dikevi ber pejirandina hesin ji alîyê şaneyên doranê laşê mirovan.

Jêrnivîs: Kefa min zêdetir ji dims û hêk ê re tê. Ji bo qolinca baş e.
Rojkê ko min bi xwe re dît, ezê pênasa vê xwarinê li ser tirşikê zêde bikim ko hemu misilman jê sûdê bistînin(:



20.04.2021 21:15 ~21:15 | pîroz

17. dims/132313 hevala navîgiranmezelîwêran dev ji vê kompleksa xwebiçûkdîtinê berde jkx. Peyvek di erebî de derbas bibe ew nayê wê wateyê ku peyv ne Kurdî ye. Dibe ku ji Kurdî jî derbas bûbe Erebî. Yan jî ji Ermenî derbas bûbe herdu zimanan, mirov nizane. Erê erebî zimanekî qedîm û bi bingeh e lê di navbera zimanan de her danûstendin çêbûye û dê çêbibe jî.



21.04.2021 09:34 | xabûrî

18. dims/132336 ger di du zimanan de heman peyv hebe ji bo mirov bizane kê ji kê stendiye, bo nimûne ger di kurmancî û erebî de hebe, divê em di zimanên îranî û samî de li hevwateyên peyvê binêrin. dims bi farsî شیرە (şîre) û ملاس (melas), bi tacîkî мелас (melas), bi peştûyî دال (dal) e. dims bi erebî دبس (dibs), bi îbrî îbrî דבש‎ (dibeş), bi aramî debşa. yanî xuya ye ji erebî ye. ji bo guherîna b-yê bo m-yê nimûne: bisilman ji erebî misilman, bizmar ji erebî mismar.



21.04.2021 10:18 | keyomerd

19. li xarpêt û erzinganê ew peyv tinne ye.
Ger qala xwarina ku bi tirkî dibêjin 'pekmez' te kirin, em ey re dibêjin mitû/mot.



21.04.2021 12:00 ~12:02 | cinorek

20. Peyva ku kompleksa nivîskarekî derxist holê. dims/132336 hevalê xabûrî diyar e ew bixwe di kompleksa xwe biçûk ditîne de ye. Heyran niha yek bêje "kompleks" fransî ye xwe biçûk dîtin li kudera ew hevokê ye?

(bnr: nivîskarê ku nizanin çi dibêjin)



21.04.2021 14:47 ~14:52 | navîgiranmezelîwêran

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» dims bi sebrê nabe helaw

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî